20:18 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 24


ÎroÎro : 117

meha rewacdarmeha rewacdar : 2253

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615170

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Dîrok

DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE EYYÛBIYÊN XELATÊ(1244-1259)

Înî - 16/05/2014 16:35
DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE EYYÛBIYÊN XELATÊ(1244-1259)

DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE EYYÛBIYÊN XELATÊ(1244-1259)

Pêwendiya Eyûbiyan bi Xelatê re, di heyama Selaheddîn Yûsufê I. de destpêkir. Her çiqas, di wê demê de du sefer -yek rasterast bi destê siltên ve, yek jî bi destê biraziyê siltên, Teqiyuddîn Umer ve- ber bi Xelatê ve hatine li dar xistin jî, ev welat bi tevahî nehatiye bidestxistin.

DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE

EYYÛBIYÊN XELATÊ[2](1244-1259)

Ahmet DEMİR

Pêwendiya Eyûbiyan bi Xelatê re, di heyama Selaheddîn Yûsufê I. de destpêkir. Her çiqas, di wê demê de du sefer -yek rasterast bi destê siltên ve, yek jî bi destê biraziyê siltên, Teqiyuddîn Umer ve- ber bi Xelatê ve hatine li dar xistin jî, ev welat bi tevahî nehatiye bidestxistin.

Digel hemû bajar û bajarokên xwe ve Herêma Xelatê, di heyama Keyê Dadmend (Melîku’l Adîl) Seyfeddîn Ebûbekirê I. de, ancax li dû sê seferan şûnda, di sala 1207an de, bi destê lawê wî Keyê Yekane (Melîku’l Ewhad) Necmeddîn Eyûb va, hat zeftkirin. Bi vî awayî, di beşa / şu’beya Eyûbiyên Meyyafarîqînê ve girêdayî, beşa Eyûbiyên Xelatê hat avakirin. Di salên pêşiyê de, li hember desthilatdarên nuh, serî hildanên hin koman, ji aliyê rêveberiya Eyûbiyan ve, bi şêweyeke tundane hatin tefandin.

Di vê navberê de Keyê Yekane Necmeddîn Eyûb, marûzî êrîşên cîranê xwe yê bakur û bakurê rojhilat Gurciyan jî bû. Êrîşa yekem a van dijminan -ku di sala 605 / 1208-1209î de pêkhatibû- û ya duyem -a ku di 19 Rebîyulaxira 607an (10 Çiriya Pêşîn a 1211î) de hatibû lidarxistin- bi destên hêzên Eyûbiyan va bi awayekî serkeftane hatin sekinandin. Di êrîşa duyem de fermandarê artêşa Gurciyan General Atabeg Îwan, kete çehlekê -ya ku ji aliyê leşkerên Eyûbiyan va di binê sûra bajêr de hatibû vedandin- û dîl hate girtin.

Keybanû Tamta, pîreka Keyê Rûmetdar (Melîku’l Eşref) Mûsayê Ferwerdarê Eyûbiyên el-Cezîreyê, ya ji Gurcîstanê ye. Di sala 1211an de di navbera Fermandarê artêşa Gurcîstanê Atabek Îwanê dîlgirtî û Keyê Yekane Necmeddîn Eyûbê Serwerê Eyûbiyên Xelatê da peymanek hat îmzekirin; li gor vê peymanê, qîza Atabeg Îwan Keybanû Tamta, bi Keyê Rûmetdar Mûsa ra zewicî.

Keyê Rûmetdar Mûsa, ku li herêma Xelatê bû Serwer şûnda, li hember nişteciyên vî welatî, li gor kekê xwe Necmeddîn Eyûbê mirî, polîtîqayeke aştiyanetir, meşand. Bi vî awayî pirsgirêkên di navbera gel û dûgelê li holê hatin rakirin; hevgirtina/yekîtiya gel û dûgelê hate lidarxistin.

Keyê Rûmetdar Mûsa, di dema serweriya xwe de, her tim li Xelatê nedima; ev welata, bi destên waliyên xwe Husameddîn Elî û Îzzeddîn Aybeg ve birêvebir. Di heyamên van herdu waliyan de jî pîreka Mûsê Keybanû Tamta, li Xelatê bû.

Di heyama Keyê Rûmetdar Mûsa da, li herêma Xelatê aramiyeke domdar hate lidarxistin; hemû bajarên herêmê, hatin nûkirin; her devera herêmê, bi mizgeft û mescîdan, bi karwanseray û nexweşxaneyan û bi rê û piran ve hate xemilandin. Wisa ku, li gor mêjûnivîsên wê demê bajarê Xelatê, di vê heyamê de bi pênasa “Quba Îslamê (Qubbetu’l Îslam)” dihat wesifandin.

Pir neçû, Celaleddînê Menguberdî di sala 1230î de bajarê Xelatê bi darê zorê zeftkir. Li dû vê zeftkirinê li bajêr, xerakirinek û tevkuştineke mezin pêkhat; bajar, bê navber gelek rojan hat talankirin; ew bajarê avanî, hima hima bû xopan. Di vê pêvajoya destguherîna bajêr de, ji lawmîrên Eyûbiyan Keyê Mestir (Melîku’l Emced) û Keyê Keremkar (Melîku’l Mûîz) û digel waliyê bajêr Îzzeddîn Aybeg, Keybanû Tamta jî di nav dîlketiyan da cî digirtin. Serwerê Xwarezmiyan, li dû dîlgirtina Keybanû Tamtayê, ku jina Keyê Rûmetdar Mûsa ya bi mehr bû, rabû bi awayekî zordarî li xwe mehr kir.

Celaleddînê Menguberdî li dû bidestxistina welatê Xelatê, hima berê xwe da Adaromê / Anatolyayê. Xwest ku welatê Selçûqiyan jî zeftbike. Elaedînê Keyqubad, li hember gefxwarinên Xwarezmiyan, ji Eyûbiyan hawar xwest. Artêşa Eyûbiyan, seba alîkirinê hima hat; û bi artêşa Selçûqiyan ve bûn yek û tev li pêşberî Xwarezmiyên êrîşkar sekinin. Şerê Yassiçemena ku di navbera herdu aliyan da pêkhat, ji aliyê artêşa hevgirtî ya Eyûbî-Selçûqiyan va hat qezenckirin. Li dû vê serkeftinê, Erzirom û derdora wê ji aliyê Selçûqiyan va hat zeftkirin, digel Oltûya Erziromê, Xelat û derdora wê jî, ji aliyê Keyê Rûmetdar Mûsa ve hatin paşvagirtin.

Celaleddînê Menguberdiyê ku di vî şerî de beşeke mezin ji artêşa xwe winda kiribû, nekanibû li hember êrîşên Moxolan berxwebida û vekişiya; di vê revîna xwe de him leşkerên xwe yên mayî, him jî Keybanûya Eyûbiyan Tamta a ku dîl girtibû û dû ra jî li xwe mehr kiribû, winda kir. Di vê navberê da Moxolan rasterast dan dû Celaleddînê Menguberdî bi xwe; Serwerê Xwarezmiyan, li hember van zextan her tiştên xwe winda kir û li derdora Silîvayê hat kuştin. Bi vî awayî dûgela Xwarezmiyan bi awayekî misoger ji holê rabû.

Keybanû Tamta, di nav van alozî û tevliheviyan da reviyabû û çûbû welatê bavê xwe Gurcîstanê. Di vê heyamê de Gurcîstan di bin rêvebiriya Kaybanû Rossodanê de bû; birayê Keybanû Tamtayê Awak / Sargîs jî, li dû mirina bavê xwe bû fermandarê artêşa vî welatî.

Li dû demekê şûnda leşkerên Moxolan hatin vî welatî jî û dest bi zeftkirina der û deverên Gurcîstanê kirin. Han, di vê hengamê de fermandar Awak / Sargîs, li Kela Kayanê ji aliyê Moxolan va hat dorpêçkirin. Fermandarê Gurciyan, ji bo ku xwe ji vê dorpêçê bifilitîne, digel gelek diyariyên giranbiha xwehînga xwe Keybanû Tamta, şand cem fermandarê Moxolan Duga / Duxadan. Lêbelê cardi jî Moxolan ew dorpêç ranekirin û rasterast daxwaza hatin û radestbûna fermandar Awak kirin.

Dû re, Lawmîr Awak çarneçar çû ba Moxolan. Moxolan demekê şûnda digel xwehînga wî Keybanû Tamta, Lawmîr Awak, ji xanê xwe î mezin Xan Okata / Ogeday ra şandin.

Lawmîr Awak, her çiqas demekê şûnda, ji aliyê Moxolan va hat berdan jî, xwenga wî Keybanû Tamta nehat berdan; dîlgirtina wê ya li ba Moxolan hîn demeke din jî domand.

Keybanû Tamta, li piştî berdana brayê xwe, heya ku Keybanûya Gurcîstanê Rossodan mudaxale bike, li cem Moxolan jiyana xwe ya dîlane berdewam kir. Rossodanê, dema ku ji Xanê Moxolan Okata / Ogeday ra qasid şandin, ricaya serbest berdana Keybanû Tamtayê jî jê kir. Hikumdarê Moxolan jî tîkakerên Rossodanê neşikand û Keybanû Tamta serbest berda. Xanê Moxolan, digel serbest berdana keybanûyê, hin leşkerên xwe jî pê re şand û li wan ferman kir ku welatê wê yê berê zeftbikin û cardi radestî wê bikin.

Keybanûya Eyûbiyan, ligel van leşkeran çû welatê xwe yê berê; hemû bajar û başarokên Xelatê careke din bi dest xistin. Keybanû Tamta, demekê şûnda xeberekê ji Keyê Meyyafarîqînê Şehabeddîn Xazî re dişîne û lê pêşniyariya zewacê dike. Piştî zewicîna Tamta bi Şehabeddîn Xazî re, welatê Xelatê divê bi Eyûbiyên Meyyafarîqînê re bê girêdan. Lêbelê li dû demeke kin, Şehabeddîn Xazî wefat dike; rêveberiya Xelatê cardi serbixwe dimîne.

Mijara misogerbûna qedandina serwereriya Keybanû Tamtayê ya li Xelatê, hîn nehatiye zelalkirin.

Her çiqas encama serweriya Keybanû Tamtayê nayê zanîn jî, li gor vegotina çavkaniyan carekê di sala 652 / 1255î de, carekê jî di sala 655î (1258/1259) de Xelat, du caran marûza êrîşên Moxolan dibe. Bi ev herdu êrîşan Xelat cereke din dibe xopan û giringiya xweya dîrokî bi tevahî winda dike. Digel vê êrîşê, tê texmînkirin ku li Xelatê rêveberiya Keybanû Tamtayê jî bi dawî dibe.

 



[1] Binyada malbata ku Tamtayê jê bû, bi eslê ve Kurd bû. Lê, ev malbat, wê demê Xırîstiyan bûn. Keybanû Tamta, bi gumaneke mezin li piştî zewaca bi Keyê Rûmetdar Mûsa re, bûye Musulman.

[2]Ev nivîs, wergera kurteya teblîxa min a ku di “II. Uluslararası Ahlat-Avrasya Kültür ve Sanat Sempozyumu”yê de, hatibû pêşkêşkirin.

* Dîroknas/Mêjûnas-Venêr, Ji Gerînendeya Gişti ya TRTê, Enqere, Turkiye.

Yazar: Ahmet DEMİR

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site