15:52 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 289

meha rewacdarmeha rewacdar : 11434

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653297

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Şerê Bê Xwedî

Şemî - 27/10/2018 18:33
Şerê Bê Xwedî

Şerê Bê Xwedî

Çeto bê hal nexweş ketibû nav mitêlê (nivîna); tayekê bi wî girtibû, ji ber girtina tayê hîbe hîbek jê dihat mîna mirovên têkeve ber paskê mirinê, dinaliya. Malbat wek ku kesên li derdora miriyên li ser Yasîn tê xwendin, bê deng li derdorê diçûn û dihatin. Bê dengiyê hetanî ku lawê wî yê mezin Yehya ji nava rez hate malê paskê xwe li ser wan vekirî hiştibû. Yehya derbasî hindur bû û ji hêwanê hêdîka wek marê serê xwe ji qulê ve dirêjî derve bike ji devê derî; deryê ku ji darê tûyê yê di hindir hêwanê de bû, li hindirê jûrê ya ku bavê wî Çeto têde nexweş razayîbû xwe deyiqand li bavê xwe mêze kir û pêve paşê zîvirî ser dayka xwe pirsa nexweşiya bavê xwe kir.

 

  • Dayê gelo rewşa bavê min çawa ye?

Bi axaftina Yehya bê dengiyê paskê xwe ji ser wan rakir û bêdengî xera bû.

Gulê hevsera Çeto dayka Yehya li ber stûna stûrî reş ya di bin beşta de mîna bîrdariyeke bê hempa li hêwanê hatibû çikandin di ber pêçana pel û kolandina kodikan de runiştî wek ku kesên heftê sêwiyî bi dawê ve girtibe bi keserek kûr ji kezebê ve Yehya bersivand.

  • Weleh nizanim kurê min,  li ber rehma Xwedê ye. Ji doh ve heta îro zad û zewade nedaye ser

zimanê xwe. Te karê xwe yê nava rez xelas kir ya na?

  • Belê min tevda karê xwe qedand, hew dora çala her sê darê bihiva nepêçayî man e.

  • Çima te dora çala hersê daran nepêçayî hişt lawkê min? Divê dora çala bihiva bê pêçan; yan

na wê terş û sewal têkevin ser dara mêwa ku li wir e.

  • Dayê min ê wê derê jî bi pêça lê Apê min Hecî nehişt ku ez bipêçim. Ew ji bo xwe li wir xwedî derdikeve û dihimîne. Min jî jê re tiştek negot, ji ber ku apê min e û min jî jê re hirmet girt.

Ew çala darê bihivan bi qandî serşokekê fireh bû. Sê darên bihîva tê de bû. Dema bavê Çeto

Hesoyê Şemê diçe ser dilovaniya xwe Çeto dibê ew çal ji min re ye, birayê wî Hecî Selîm dibê ji min re ye. Ji bo vê yekê navbera wan ne xweş bibû, wek ku dibêjin temahkarî birakûji ye.

Dema deng dikeve kerrîneka guhê Çeto bi hêrs ji nava nivînan dipeke. Ew Çetoyê ku di ber mirinê

de nale nala wî wek bîrîndarên ku bi heftê xençerî birîn bûbe, liv û tev jê nedihat, qêrînek jê hat bi hêrs rabû ser xwe û hilmeyî lawê xwe Yehya bû.

  • Bê namuso tû jî zilamîîîîî ! Xelk bi zorê malê we ji we bistîne hûn jî stû dirêj kin. Hîn ez li ser

rûyê erdê saxbim Quniko bazde nava malê min. Heya ku çavê min vekirîbe ew vê xewnê nabîne.

Gundiyan hîn dema Hecî Selîm zarok bû navê wî kiribûn Quniko. Ji ber karê wî ji sibê heya bi

evarî qunikên cixara dida hev û vedixwar. Heya rojekê ji bo ku qunika cixara yekî gundî vexwe wî ew gundî şopandibû, heya gundê jêrîn ku bi konaxa nîv saetê. Dawiya dawiyê ew gundî ku cixara xwe diqedîne qunika cixara xwe davêje çem nav avê yan jî Xwedê zane ku pêl cixarê dike cixarê vedimirîne. Ew bixwe tê nava gund vê çîroka xwe ji hevalên xwe re behs dike. Piştî vê hikayeta wî li nava gund belav dibe ji wê rojê û pêve navê wî dikin Quniko.

Çeto hem barebara wî bû hem jî rabibû li kincê xwe digeriya ji bo ku here xarê bibe ser birayê xwe

Hecî Selîm. Jina wî Gûlê, kurê wî Yehya û malbat çiqas hewl dan ku Çeto rûnînin mixabin nikaribûn pê, ew zeft nekirin. Çeto bi xezeb çavên xwe li der û dora xwe digerîne. Awirê wî dikeve tifinga li dîwêr dalqandî. Bi lez destê xwe davêje tifingê û di derî re derdikeve, berê xwe dide nava rezan û kulfetê wî li dû. Dema tê nava rezan dibîne birayê wî li bin dara zeytûnê xwe dirêj kiriye. Çeto gazî birayê xwe Hecî Selîm dike:

  • Kero Qunikooo..! Te daye dû ecelê xwe, hîn ez nemirime tê bazdî nav malê min..!

Çav di serê Çeto de mîna dû çot gwîzên fesûd (pûç)  li ser avê bîlîze dilîstin. Dema çavên Hecî

Selîm bi çavên birayê wî Çeto dikeve qurte qurt li qirikê dikeve. Wî baweriya xwe bi Xwedê û bi pêxember anî ku xelasiya wî ji destê birayê wî tuneye. Erdê rast, destvala û tu stare tuneye ku xwe biparêze.

  • Wa wa wa keko! tu dikî çi bikî,  xwîn ketiye çavên te. Tu li kerê şeytên siwar bûyî, destê xwe

li xwe ragire.

Hecî Selîm hîn wanî dipeyîvî girmîn bi devê tifingê ket, fîşek çû li milê Hecî Selîm ket, xwînê tê

de da der. Çeto cardin destê xwe danî ser dîkê tifingê ku bi teqîne tifing neteqiya. Dido sisê çar teqîn ji tifingê nehat. Cercûra di devê tifingê de hew fîşekek têde mabû. Beriya wê bi rojekê Yehya yê kurê Çeto çibû neçîrê li vegerê ji bîr kiribû ku tifingê paqij bike û fîşekan jê derxe. Tevda fîşekên di cercûrê de hatibûn teqandin hew fîşekek di devê tifingê de mabû.

Hecî Selîm dema wanî birîndar dibe Gula hevsera Çeto û lawê wî Yehya digihijine tifingê û ji dest derdixin. Kurê Çeto dikeve bin milê apê xwe, wî tîne nava gund. Ji bo ku şehşehe çênebe û mesele dirêj nebe raste rast wî nabin mala wî. Apê xwe Hecî Selîm dibe ba mala biraye kalkê (bapîr) xwe Dawo. Li wir wî derman dike û ji xwe birîna wî ne xedar bû, fişek hebekî milê wî dixermişîne. Apê wan Dawo temenê wî gihîştibû derdora not salî. Lê hîn li ser xwe bû û peyva wî derbas dibû. Apê wan Dawo dikeve navberê, bi herduyan re dixeyide û wan li hev rûdinîne. Piştî vê bûyerê êdî herdu bira çiqas wan li hev anîbûn jî silav li hev nedikirin û tim di bin çavan re li hev dinertin.

Dema ev bûyer li wan qewimîbû serê havînê bû. Çend mehekî bi hevre hêşimkêşî kişandin. Hîn

wanî hêşimkêşî dikşandin bi destê sibê re hêzên dewletê girtin ser gund. Dema mehsera bû; ê ku hîn nûh benî û bastêqên xwe raxistibûn, hinan jî hîn benî û bastêqên xwe ranexistibûn şîra tirî di aşmê de bû an jî şîre di dista de li ser agir bû. Çar payê tirî, gwîz û fêkiyên wan di dar debûn.

Hêzên dewletê tev postalên xwe yên bi qirêj dan ser şalikên bastêqan, holikê wan bi ser benî û dimsa wan de xera kirin. Nehiştin bi qasî serê derziyekê tiştekî xelas kin, tevde di hindirê holikan de şewitandin. Dem dan wan ku di navbera dû rojan de divê ew gundê xwe valakin. Kesê ku bimînin wê bên kuştin an jî wê malên wan bê şewitandin. Jixwe tiştê ku şewitandibûn hey şewitandibûn belê qesta wan kuştin bû. Sedama vê wêraniyê jî ji bo ewlehî û parastina dewletê ji ber hêzên pêşmergeyan bû. Ji xwe li çiyê pevçûnên dijwar di navbera hêzên peşmergeyan de û hêzên dagirker de qewimîbûn.

Di navbera du rojan de tevda gundiya xwe bera nava bajêr dan ji bo ku herkes ji xwe re li xaniyan  

bigerin. Gelek kesên ji wan, xirbê xerabe jî bi dest wan nediketin û li kuçe û kolanên bajêr ji xwe re ji naylonan kon vegirtin.  Ji ber ku gundê vala bibûn ne gundê wan bi tenê bû. Bi hezaran gund hatibûn vala kirin bi vî rengî û hîn xerabtir. Hinar, bihif, gwîz, tirî hwd... tevda fêkiyê wan di dar de bê xwedî man. Çûn û hatina gundan qedexe bû, rebenên gundiyan bêxwedî û perîşan bûn, ketin derî û dertolan. Du mal sê mal di nava hevdu de dijiyan. Ew xaniyên mîna qesr û qonaxa hewşên mîna dêr û deşt fireh bêxwedî û bê xwedan hiştibûn; ketibûn pînikên bajaran. Ew hewa çiya û zozanan li paş xwe hiştibûn bêhna zibalek û qirêja bajêr ya genî stûna pozên wan dihejand û bêhn ji pozên wan dernediket.

Bi der baharî re Çeto hew debar kir; taştiya radibe serxwe hinek xwarin dixe tûr û berê xwe dide

gund. Di qutebirê de dide çiyê û dikeve kezeba rê. Kuştina ku tîmên taybet an jî cerdevan wê wî bikûjin êdî ne li ser balê bû, kêr dabû hestî janê dabû dila. Bi hesret û bi kovanî qevzên xwe diqelaşt. Çiqasî kal bibû jî ji ber hesret û kovaniya gund qevzê diqelaşt mîna evîndarê bi salan ji hezkirya/yê xwe dûr bikeve û berê wî têkeve hezkiriya wî/wê, mîna qevzê xezalan ku jiber neçîrvanekî biqelêşe wanî sivik û bilez qevz diqelaşt.

Ew sal zêde bi şilî û şepelî derbas bibû, ji ber ku terş nemabûn, giha dida ser çonga mirovan.

Ji dar û beran, şênkayiya giha û çîmenan kevir û qûçên çiyan xuya nedikirin. Dengek zelal ji teyr û tilûran derdiket wê bi hata gotin qeyn ji ber çav lêkirina Çeto wanî teyr û tilûr hatine ziman.

Çeto dema bi serê sikurê (gir) dikeve û serberjêrî ser gund dibe xaniyên gund, rez, dar û berên

gund bi ber çavan dikeve ji kezeba şewat ve keserek kûr kişand. Mîna miskarê( coyê) avê der bibe hêsran zo zo (cot cot) xwe ji çavan berda. Hilmekê li ser zinarekî bilind rudinê, qutya xwe ya tûtinê a wêneyê dîlberekê li ser li pêş conga wê karxezalek mexel derdor bi gul û nêrgiza hatiye xemilandin, ji bêrîka xwe derdixe cixareyek ji tutina Xursê mîna lûla sobê stûr dipêçe û agir bi cixarê dixe.  Dixana agir mîna dixana ji xêrîka trênê derkeve bi ser sera diket. Heya jê hat gulpek li cixarê xist tevda dixana cixarê kişand ser kezaba xwe. Yek û dido ew cixare xelas kir, yeke din vexwar. Di wê navberê de hem li tevda newalê mêze dikir û hem jî cixare dikişand. Piştî cixara xwe ya duyemîn bi nêvî kir û pêve rabû ser xwe û hêdî hêdî daket bestê û xwe bera newalê da. Kelekê wî dibir û yek dianî. Kanî ew newal û besta ku ji dengê mirovan vala nedibû. Ne bi şev û ne bi roj ew best û newal ji çûn û hatinê xalî nedibû. Ji bilî vê yekê dengê dewarên reş, pezên bizînî û mêşinî ne serî û ne binî hebû. Niha jî ne in û ne cin, ji bilî dengê teyr û tilûrên çiyê û pêve dengê tiştekî nedihat. Li şûna war û wargehên wan kund û pepûkan dixwendin.

Ji bo kulmek ax bihostek erd hevûdû dibirin ber kuştinê û vê gavê jî şewlê dehl û reza; xaniyên

wek qesr û qonaxa bê xwedî û bê xwedan hiştibûn. Bi darê zorê ji ser mal û milkên xwe rabibûn, kesekî ne gotibû lam û cîm deng nekiribûn. Dema ji gund hatibûn derxistin nehiştibûn qirşikî jî bi xwe re bikin heval. Bibûn noka li kevir,  tevda xal û xwarza ap û biraziya dê û dota ji hev dûr ketibûn. Çeto ji xwe re wanî yeko yek dijimart û bi xwe re diaxivî.

Çeto dema nêzîkî gund dibe mîna kesekî li bayebanê kerbela di çelê havîne de ziman ji deva bikşe

û berê xwe bide ser avê di pêşî yê de diçe ser xaniyê xwe;  zêde zêde di xema xaniyê xwe de bû. Ew sal hewqas bi şilî û şepelî derbas bibû;  gelo xaniyê wan hedimî bû an na? Çeto heta ku ew xanî lê kir; ew xanî kir xanî çavên şeytên derket, şîrên heft rokî di firnikên pozan de avêtibû. Çeto beriya wî xaniyî lêke di meha adarê de ew û bavê xwe radibin hev, pev diçin. Ji malê cîhê dibe. Ji ber ku wê gavê li gund xaniyê vala tunebûn ew jî diçe serdestê gund, textê xwe yê razanê vedike û naylonê bera ser dide ew û zarokên xwe di bin de dilûsin. Ji ber ku ew merivekî pir zêde bi bi rik çiqas dikin nakin ku vegere mala bavê an jî her nav mala merivekî, cîranekî ew neçû. Ji xwe re bi keviran û beşta bi qandî jûrekê lê dike, ew û zarên xwe dikevinê, li wir xwe bi cih dike. Ji alîkî ve xanî lê dikir ji alî din ve şirte şirta baranê li ser serê wî û zarokên wî di bin naylonê de bûn. Her sal çû li xwe zêde kir, yek û dido dest bi avakirina qaba kir. Xaniyên qab; xaniyên ku tawanê wê mîna pişta masî kevira dispêrin hev û ser wan ax dikin an jî beton dikin, zivistanan germ havînan jî hênik e û gelekî li hember erdhejê zexm e. Êdî di gund de xanî li xaniyê Çeto dernediket.  Ji bo avakirina xanî bi qonaxa pênç saetan Çeto kevir dikişand û gelek caran dema diçû ber pez kevirên xweşik şahîk didît, li pişta xwe dikir ji çiyê dianî malê.  Hew wî zanibû û Xwedê zanibû ku çiqas zor û zehmetî kişandibû ji bo avakirina xanî.

Çeto ji jora gund ve digihêje ser xanyê xwe û xwe bera hewşê dide. Ji derve dîwarê xênî hîn xera

nebibû mixabin xanî bê derî û bê pac bû. Dema derbasî hindirê xênî dibe dibîne tevda ser pişta xênî hedimiye. Hinek beşt û mirdyaqên xênî teqiyane û di bin axê de mane.  Çend max bi tenê mane, jê û pêve ne beşt û ne mirdyaqê xênî xuya dikir. Çeto dibîne ku xanyê wî yê bi beşta lê kiribû tevde xera bûye. Lê xanyê qab kirî di ber dilopên berf û baranê de çibû hîn zexm û ava bû. Her çiqas li bajêr bûn û nediçûn nav gund haya wan ji her agahiyên gund çêdibû. Gelek caran dibîhistin ku leşkerê dewletê bi hevkariya cerdevanan diçin beşt û mirdiyaqên xaniyê wan derdixin tînin ji xwe re. Tiştê bi kêrî wan tê dihilin yên din jî di şewîtinin ji bo xwarina xwe li ser çêkin û xwe li ber germ bikin, her wiha ne beşt û mirdiyaq, ne qaployê ceyranê û ne pac û derî hiştibûn di xaniyan de.

Çeto bi çavên melûl bi keserên kûr li xaniyê xwe mêze kir,  ked û xebata dabû xaniyê xwe ezayeta

ku wî û malbata wî kişandibûn mîna perdeya sinema tevde di bîra xwe de anî. Niha jî xaniyê wî halê ketibûyê ew beşt û mirdyaqana bibû agir hinav û dilê wî dişewitandin.

Paşê xwe bera nava dehlê da. Piraniya darên wan hişk bibûn û gelek ji wan jî hatibûn jêkirin. Halê

xanî û dehlê (bexçe) dît û pêve ew roja birayê xwe Hecî Selîm birîndar kir, hat ber çava û ji xwe re got:

  • Min ji bo bihostek ax dikira birayê xwe bikuşta. Niha jî mal û milkên min hatiye wêran kirin

ez nikarim bêjim tiq dengê xwe derxim. Xwedayê min ez bi qurban bim ji Te re. Ev çi ecêb û sosret e; û kela girî ket qirikê.

Piştî dîtina dehl û xanî berê xwe da nava rez. Çavên xwe li derdora xwe digerîne. Li nava rezê mala birayê wî Hecî Selîm du kes bi ber çavan dikeve. Yek jê di nava rez de li bin dara zeytûnê , “mextela Hecî Selîm ciyê ku Çeto bi tifingê bera dabû yê” runiştiye yê din jî li serê rez diçe û tê. Baş bala xwe didê dibîne ku birayê wî Hecî Selîm û torinê xwe ye. Çeto piştî Hecî Selîm dît çû ber bi wan ve. Dema nêzîkî Hecî Selîm bû şop bi ser Hecî Selîm ket; Hecî Selîm serê xwe rakir û li hêla şopê zîvirî. Dîtina dibîne ku kekê wî Çeto qedimiye ber wî.  Kêliyekê şaş û metal dibe û radibe ser xwe. Di keve nava hinek fikar û ramanan.

Gelo li vir ew çi dike û pîştî birîn kirina wî wê cardin Çeto çawa nêzîkî wî bibe. Çeto jî tev li hev

bibû. Nema dizanî bû wê çawa tevbigere. Li ber xwe mêze kir li çavên Hecî Selîm mêze kir. Çeto:

  • Roja te bi xêr birayê min. Hûn çawa nin, baş in?

  • Qeyn bi xêr ser çava. Baş im. Xwedê ji te razîbe. Hûn çawa nin?

Dema vê xêr têdanê Hecî Selîm çû destê Çeto, Çeto çû rûyê Hecî Selîm maç kir. Bi vî hawî Çeto û

birayê xwe li hev hatin. Aşitî di navbera wan de çêbû. Herdu li bin dara zeytûnê rûniştin û bi gîlî gazinan derd û halê xwe ji hev re gotin. Çeto:

  • Birayê min ê hêja bala xwe bidê..! Tu dibînî ev newala tevde hat valakirin ne serî û ne binî

heye. Tevdeka me em bûn mîna noka li kevir. Wek ka û kapora bi ber ba kevin her yek di deverên cuda de derketin. Mixabin û sed mixabin ji bo bihostik ax bi dehan mêr hatin kûştin. Jin, jinebî, zaro sêwî man. Derî hatin girtin, wûcax korbûn, mal li mîrata reş geriyan. Em ji xwe bigrin û pêde herin. Dikara min ji bo çalek bê xêr û bê kêr min tilya xwe di çavên xwe de rakira û min xwe kor bikra. Li vir li bin vê dara zeytûnê min tifing bera te da. Bi wê berdana tifingê ku min bera te da, Xweda xêra me got ku tu nehat kuştin. Eger tu bihata kuştin heya ez hebûma li ser rûkarê dinyê tim wê mîna mîxekî zeng girtî wê di ser kezaba min de ba. Zarokên me ji me çêtir û zanatir bûn. Wan tu car wek me nekirin û bi hev re dijminayî neajotin. Tim ji me re digotin; “bavo hûn doza çi li hev dikin, hûn ji bo çi dijminahiyê bi hev re dikşînin. Dijminê mezin li ber çavên me ye em wan nabînin em dijminahiya hev dikin. Bi hezaran mirovên me dixin zîndanan, wan keç û bûkên nû gihaştî bi dar û jopan vedikin. Wan keç û xortên me yên çeleng li serê çiya bedenên wan bê gor di binê hezazan de wendayî dirizin. Dijmin dixwaze we tune bike hûn jî hevdu ji dijmin re davêjin erdê û we dest bi şerê bê xwedî, vala û badîhewa kiriye. Weleh ne bihistik, bendik ew tevda milkê me zevt bike em dengê xwe nakin bila tiştek nabe cardin apê me ye.”

  • Belê keko tu rast dibêjî. Zarokên min jî ev galegal ji min re digotin. Dema te min birîn kir

jî berê xwe nedan zarokê te û bi dû heyfê neketin. Tu bawer ke min wan çiqas pîs kir jî wek min nekirin. Jixwe ya baş ew bû û tu dibîne em vê rastiya tal nûh teze dibînîn. Ku me ji bo bihostek ax hevdu dibir ber kuştinê û îro dijmin war û wargehên me talan û wêran kiriye em dirêj dirêj ji xwe re lê mêze dikin û deng jî ji me nayê.

  • Mala Xwedê hezar carî ava ku zarokên me wek me nekirin birayê min. Eger ku ew jî bi ber

bayê me ketibûna wê niha me yê tiliyên xwe di çavên xwe xista. Me yê jî mîna mala Rûto û Çelo ku ji bo barek çilo heft mêr ji hev kûştin; dawiya dawî kesê dihatin ser dozê ji bo li hevanînê, şerm dikirin ku bibêjin ji bona barek çilo me hevdu kuştiye. Ew digot ê din çêtir dizane, ê din di got ew çêtir dizane bila ew meselê bêje. Dawiya dawiyê li ser barê çilo perîşan û şerbepeze bûn. Pezê xwe dehl û rezê xwe tevde firotin û xistin devên parêzer, walî, qeymakam, dozger û fermandarê eskeriyê yê kurtêlxwir. Yek di ser qehrî yê din re ruşwet û torpîl didan serdestan ji bo yê din mat bikin. Keda malbatên xwe tevde bi erde ve badîhewa telef kirin. Kulfetên belengaz û reben bi çi zorê ew mal dabûn ser hevdu, ku ne çûna ber pez, çûna êzînga û rêjberiyê, ne paletî û himalî ma ku nekiribûn; hesreta wan ku bi hêsanî pariyek nan bixwin û hebanik xew rakevin. Dawiya dawiyê poşman bûn mixabin ji dest derketibû. Heya aqlê xwe naskirin malê xwe xelas kirin. Kinê peyvê mala Xwedê ava ku em neketin derexetik wanî û şerê bê xwedî, vala û badîhewa di navbera me de neqewimî.

Herdu birayan gelekî bi gilî û gazin rahiştibûn hev. Hîn wanî ji xwe re sihbet dikirin; torinê Hecî

Selîm tê ba wan, diçe destê apê xwe yê Çeto maç dike, xêratinê tev didin. Paşê herdu nanê xwe derdixin li bin dara zeytûne datînin û hersê bi hev re dixwin.

Nimêja xwe ya esir dikin û pêve berê xwe didin warên rex bajara pişta xwe didin rabirdûyên xwe yên ku carna bi şahî û kelecan carna bi fikar û êş derbas kiribûn. Gundê xwe li pê xwe di nava tariyekî vala de miryên xwe jî di goristanan de bê xwedî û bê xwedan dihêlin. Dikevin kezeba rê û diçin xaniyê xwe yên wek koxpinîka yê li rex bajêr.

Yazar: Şoreş Kakî

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site