16:26 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 328

meha rewacdarmeha rewacdar : 11473

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653336

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Rewşên Tavehîvê

Şemî - 20/10/2018 22:21
Rewşên Tavehîvê

Rewşên Tavehîvê

Li ber pencerê li albuma fotografên gewr dinêrim ku min berê ji fotografan û kişandina wan hez nedikir. Wê demê, dema alema gewr û dîmenên belek bi bîr tînim. Ceyran diçe. Perdê didim alî, hinek jî li ber roniya heyvê li albûmê dinêrim. Fotograf hinekî din jî tarî dibin lê wan nas dikim. Û fotografan û tavehîvê li hev tînim. Diçim çend dîmenên berê, çend demên tavehîvê û çend alemên gewr.

 

 

 

Li ser deşteke rast, li ser axeke kaxçîn û xîzîn, di nav dinyayeke gewr de bûm. Gundê me biçûk, malên wê kerpîç bûn. Mi go biçûk lê ewqas ne biçûk bû yanî bi qasî ku mektebek têde hebe mezin bû. Ez jî bi bermilkeke reş û berstûkeke spî û poşêtekî maqarneyan ê pênckîloyî ku defter, qelem, jêbir û qelemtraşa min têde bû çûm mektebê. Mekteb di nav baxçeyekî fire de bû ku wekî gund ew jî bê dar û hêşînayî bû. Di baxçeyê mektebê de du avahiyên mezin û du heb jî yên biçûk hebûn ku di demên cuda de hatibûn çêkirin. Ez jî çûm mektebê. Cara ewil min mamosteyek didît. Qatek kincên gewr li xwe kiribû, qravatek di stû de bû û cotek jî solê qemer pêkiribûn.

 

Eynî mamoste dema ez diçûm pola sêyemîn jî hê mamosteyê min bû. Wê demê êdî ez hatim hev û bûm pişkûriyê mamoste. Wî jî êdî ez wezîfedar dikirim û hin kar bi min dida kirin. Rojek ji wan rojan mamoste ez şandim avahiya kevin, sar û gewr. Dema ez bi mereq û bi tirs hinekî jî bi kelecan ketim hundir min serdemeke cuda dît; dîwar, derî û pencereyên mezin, rûniştekên gir, xwendevanên pola 4-5, hewayeke giran û tengezar. A balkêş hemî eşya -bermilk û berstûk jî têde- kevin bûn. Mamosteyê pola 4-5 behsa heyvê dikir. Dema ez li ber xwe dîtim bi ken li min pirs kir:

-Heyv çira ye, yan neynik e?

-Çira.

-Spî ye yan zer e?

-Gewr e.

-( J ), Sî roj e yan sî û yek roj e?

-Sî roj e.

-Nêr e yan mê ye?

-(...)

Min pirsa dawiyê fêm nekir. Wî jî dema dît ku min fêm nekir dirêj nekir û destê xwe danî serê min û ez şandim. Nizam çi bû min got an jî min da belkî jî min xwest/stand û ez bi destûr ji sinifê derketim, ber bi avahiya nû ve meşiyam. Dema ketim sinifa xwe bêna min hate ber min û min “aferîn”a mamoste jî bi ser de kir.

 

Dîsa ji wan rojan rojek bû. Pîqaba gund –yanî em niha jêre dibêjin mînîbûs- ji duryana riya mezin qetiya û kete riya gund a şîn. Na! ya gewr, yanî dema nêzîk bû şîn bû lê ji dûr ve gewr dikir. Temam bila gewr be. Min heta wê rojê ferq nekiribû lê pîqaba 2,5 Diesel êdî pîr bûbû û li ber mirinê bû. Ew ê niha bihata ji nav û ji ser; bi qasî 20-30 mirovî, çend mirîşk an jî çend elok, belkî çend mîh, tûrên ard, şekir û tenekeyên rûn, kelmelên din ên malê bi tevî poşêtên sebze û mêweyan dê ji wê pîqaba 15 kesî peya bûna û ji hev belav bûna.

 

Mamoste em berdan û em hatin malê. Li derê malê pîrika min li ber curn rûniştibû, di dest de şîşikên gewr, goreyên rîs çêdikirin. Şîşik dibiriqîn. Diya min dezgeyê tevna xwe zûde danîbû û li ser, çewalên genim dadixistin. Li ser tevnê tenê ew hebû, carna pîrika min midaxele bikira jî wê karê xwe dizanibû.

 

Min bi destûr hinek rûnê nivîşk ser destenanê stûr da û çûm cem hevalên xwe yên wekî min pozxîtik.

 

Li binê gund zarok li dora çerçî civiyabûn. Keleskeya çerçî vagoneke biçûk a çartek bû û li ser vagonê konekî spî hebû ku ji ber qirêjê rengê wê guherîbû. Çerçî kal, westiyayî û bêxuh bû û hê jî têr nebibû. Nizam çiqas gîro bûm lê dema vegeriyam malê min li ber devê bîrê sabûneke reş –rastî rengê wê kes nizanê lê eqrebayê keskê ye- û şeyekî seriyan dît. Dora bîrê fire bû û bi çîmentoyê hatibû zexm kirin, gewr bû. Devê bîrê jî hesinekî gilover bû û ku ez ne şaş bim devê bîdonekî mazotê bû. Carna di tavehîvê de ew, satila li ber û zincîra di nav wan de dibiriqîn.

 

Erê heyv derketibû, wekî taseke paxir a spî dibiriqî, req bû. Tîbûna min hate bîra min, nizam ji ber westê bû yan ji ber kêfê bû min hema serê xwe xiste teşta avê ya berxan û ava ku di nav de bû vexwar. Min ew heyv bi wî şiklî careke din jî dîtibû û pêlêkiribû. Dîsa wan salan bû. Ez û diya xwe em bi hev re çûn mala apê wê. Mala me bi qasî spîkirin û xwarina çend ribêsan ji ya wan dûr bû. Li serê rê mala xalê bavê min hebû ku quncekî wê dihate ser rê, bi siwax û gewr bû. Ji bilî avahiyên mektebê ji du malên gund ên bisac yek jî ew bû. Ji dûr ve tava heyvê dioland û dibiriqî. Li ser rê avgolên biçûk hebûn. Min ê li ser yekê re baz da lê min heyv di nav de dît û hema min da ser. Dema em çûn malê herkes li sivderê li ber qutiyeke reş rêzefîlmek temaşe dikirin. Min wê demê tv nas kir. Rêzefîlma Sûper Pîrê dilîst. Ez jê tirsiyam û min li pişt diya xwe, xwe veşart. Her tiştê têde gewr bû. 

 

Ez çûm malê. Li ber derî solên qebîleyekê hebûn. Ez ketim hundir. Ûzelika mezin a bixeml hêj li ciyê xwe bû. Wêneya bi çarçove ya kalikê min jî. Maseya texte ya yekçavî li goşeyê xwe û çîçeka herdem li ser, dîsa li ser bû. Li goşeyê hember zarokek radiza. Hema bêje ji du deriyên cuda ez û çira bi hev re ketin hundir. Ceyran hatibû gund an ew ê bihata nizam lê lembeya gazrûnê dişixulî. Çûm odeya din, li ber pencereyê rûniştim. Li pencereya din xwîşka min bi alîkariya tavehîvê Quran dixwend. Min jî li esmanê sayî û heyva zîvîn dinihêrî. Gotinên pîrika min ên di derbarê heyvê de na lê yên di derbarê guriniya ewran de hatin bîra min. Dema dibû guriniya ewran, me ew deng dipirsîn wê digot: “Ew dengê nelên hespên Ûris e.”

 

Min got hesp ne wisa! Li gundê me hespek tenê mabû. Ew jî hespa cînarekî me bû. Bi israr lê xwedî derdiket. Gem, zîn, nel, timar û hemî perçe û binbeşên hespolojiyê diparast û bi kar dianî. Dema li hespa xwe ya boz siwar dibû simbêla xwe mûç dikir û pişika xwe fire dikir. Wî ez jî carekê li hespa xwe siwar kirim û hew. Ew mereq, ew kelecan, ew serpêhatiya şîrîn di gewriya min de ma.

 

Dema diya min ji bo şîvê gazî me kir ez û xwîşka xwe me berê xwe da sivderê û em li ser siniya sifir a mezin rûniştin. Savarê nîskan, toraq û çend qevd hêşînayî û avdew. Min hem xwarina xwe dixwar hem jî behsa serboriya xwe ya mektebê dikir. Piştî şîvê diya min nivînê me danî. Ez, xwîşk û birayên xwe, me bi lava û rica ji pîrika xwe çîrok xwestin. Pîrika min ji çîrokên hirçê yên Devera Sîpan çend çîrok gotin. Yan ji tunebûna diranê wê bûn an jî hema ew zarşîrîn bû, me ji tama çîrokan savarê nîskan ji bîr kir.

 

Herkes raza, pîrika min ji bo di dema wê de rabe û nimêja sibê bike raza û ez jî heta sîheyva nava sivderê winda bû hişyar mam, paşê razam.

 

Bi hatina ceyranê ji nav wan xeyalên gewrîn radibim, albûmê radikim, ji bo razanê nîvînê xwe radixim û ceyranê ditemirînim. Wê demê sîheyvê di nav odê de dibînim.  Heta ji min tê hişyar dimînim û wê temaşe dikim. Paşê di xew re diçim.

 

                                              

Yazar: Zafer Açar

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site