13:35 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 185

meha rewacdarmeha rewacdar : 5136

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662410

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

METRAN ‘ÎSA YAN JÎ EVÎNA ‘ELIYÊ QOLEXAZÎ Û MEYREMA FILE

Çarşem - 13/11/2013 14:06
METRAN ‘ÎSA YAN JÎ EVÎNA ‘ELIYÊ QOLEXAZÎ Û MEYREMA FILE

METRAN ‘ÎSA YAN JÎ EVÎNA ‘ELIYÊ QOLEXAZÎ Û MEYREMA FILE

Destana 1 Metran 2 di nava gelê Kurd de tê zanîn, pirr bi nav û deng e. Bi dehan wersiyonên vê destanê hene. Destana Metran ‘Îsa ya ku li cem min tomarkirî ye navê dengbêjê wê ne diyar e. Lê belê dengbêj destana Metran ‘Îsa bi sewteke xweş dibêje. Ji pey van agahiyan em derbasî destanê bibin 3 .

Destana

1

Metran

2

di nava gelê Kurd

de tê zanîn, pirr bi nav û deng e. Bi dehan

wersiyonên vê destanê hene. Destana Metran ‘Îsa ya ku li cem min tomarkirî ye navê

dengbêjê wê ne diyar e. Lê belê dengbêj destana Metran ‘Îsa bi sewteke xwes dibêje. Ji pey

van agahiyan em derbasî destanê bibin

3

.

Dengbêj dibêje:

Metran ‘Îsa di Dêra Extermanê de

dima. Meyrema File qîza kese, bûka Sarkîs

(Sarkîsî Meyrem xwestiye.) qîzeke gelek rind

bûye. Navê wê li her derê welêt belav bûbû.

Waliyê

4

Wanê dibihîze ku Sarkîsî Meyrem

xwestiye, xeberê disîne ji bavê Meyremê re û

dibêje ku:

- Meyrem bimre ji axê re ye, bimîne ji min

re ye. Kesekî ku têkilî Meyremê bibe ez ê wî

bikujim.

Ji tirsan Waliyê Wanê –ku zordestiya

wî pir bûye- tu kesî nikaribû Meyremê bixwaze an jî qala Meyremê bike. Çend sal bi wî

awayî derbas bûye. Rojekê Meyrem nameyekê

ji walî re disîne û dibêje:

- Xwedê mafê min ji te re nehêle. Nika tu li ser

qedera min rûnistiyî. Ne tu min j’ xwe re dibî

û ne tu destê xwe ji min didî pas ku ez li ser

qedera xwe, li ser nesîbê xwe herim. Madem

ku wisa ye peyayekî xwe bi rê bike ez bi wî re

werim bal te.

Dema ku name digihêje destê walî,

walî difikire dibêje ez kê bisînim. (‘Eliyê

Qolexazî jê re dibêjin, qerwasê

5

nava mala

walî ye. Zilamekî pirr namûskar e, zilamekî

rast û durust e.) Dibêje ez ê ‘Elî bisînim. Belê

‘Elî disîne. ‘Elî wexta ku dê were Meyremê

bibe, Meyrem çav li ‘Elî dikeve, Meyremê

dil davêje ‘Elî, bi tenê ‘Elî zilamekî ku xizan

bûye, cilên li ser wî rizyayî bûne Meyremê

dibêje:

- Ez qîza kese me û tu min ji waliyê Wanê re

dibî, bi vî halê ha, ez bi te re nayêm. Heger

dirav

6

li ser te tunebe ha j’ te re pere, here

ser berber serê xwe, riya xwe kur bike. Here

hemamê xwe pak biso. Destekî kincên efendiyan li xwe bike û ez bi te re werim.

‘Elî diçe vê erkê tîne cih. Wextê ku

‘Elî vedigere, Meyremê çav li ‘Elî dikeve

hîn zêdetir kêfa wê ji ‘Elî re tê. ‘Elî hîn qeseng bûye. Meyremê dibêje ‘Elî xwe bide ber

neynikê

7

, ‘Elî xwe dide ber neynikê, Meyremê

xwe dide kêlekê, dibê: “ ‘Elî, ez qîzeke xwesik im, an jî tu xortekî rindî? ‘Elî dibêje:

“estaxfîrûllah xatûna min, tu j’ min û bavê

min zêde yî. Ez kî me tu kî yî?” Dibê ‘Elî laqirdiyan meke, welleh ez qîzeke rind im, tu

jî xortekî bedew î. Tu yê min ji xwe re bibî.

Dema wisa dibêje çogê

8

‘Elî diskên. ‘Elî dibê,

xatûna min, çi heqqê

9

te li min heye, hîn dilê

min bi dinyayê xwes e, hîn min tistek nedîtiye,

ez hîn xort im, tu zanî walî xedar e, eger ku ez,

hêlîna xwe bibim asîmanê heftan jî walî, wê

min bikuje. Çi heqqê te li min heye? Meyrem

dibêje:

-‘Elî tu zanî, dema ku tu min ji xwe re nerevînî

nebî, ez dema bigêjime cem walî, ez ê bêjim

‘Elî dest avêtiye min. Tu yê hingî xwe li ku de

rê xelas bikî.

‘Elî li wê derkê kete nava xelîl û celîl.

‘Elî wê çawa bike? Got: “ez ê te bi ku de bibim?” Meyremê go “tu yê min bibî Dêra

Extermanê bavêje tor û bextê Metran ‘Îsa.”

(Pistî van gotinan dengbêj dest bi stranê dike

û dibêje )

Ay lo delîlllll êêêêê oooooyyyyy

Meyremê dibê ‘Elyo sibeye oooooyyyyy

Gelo wayê mi go çi yî sibeka d’Îsa bi xêr û bêr

e oooyyy

Sibê rabe qeyik

10

û gemiyê

11

Metran ‘Îsa gelo

l’ l hev girêde

Em ê xwe bavêjin tor û bextê Metran ‘Îsa di

dêrê de êêêêê oooooyyyyy

Hey la delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl tew

lo lo dilooooo

Delîl delîl delîl delîl delîl lo l’ vî metranî

Metran ‘Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî nav û

dengê lo xwe deranî

Belê ‘Elyo dibê Meyremê sibeye êêêêê oooooyyyyy

Gelo wayê mi go çi yî sibeka bi xêr û bêr e

Min ê rabû qeyik û gemiyê Metran ‘Îsa temamî

l’ hev girêdan

Belê ‘Eliyê Qolexazî rabû bi destê Meyrema

File

Lê qîza kese bûka Sarkîs dosta waliyê Wanê

girt û m’ îroooooyyyyy lo revandiye

Erê xwe l’ Xwedê li nav û dengê Metranê Dêra

Extermanê xwe girtye

Belê dibê sibeyeeeee oooooyyyyy

Gelo waye mi go çi yî sibeka zû ye

Metran ‘Îsa rabûye qesta Dêra Extermanê kiriye

Lê bala xwe da resekê li binê Dêra Extermanê

êêêêê oooooyyyyy lo sekiniye

Metran ‘Îsa dibê kuro sewa vê nîvê sevê îsê

12

te yê l’ binê Dêra Extermanê li vir çi ye?

‘Elî dibê Metrano e çi bikim îro filetî ye

Minê rabû bi destê Meyrema File lê qîza kese

bûka Sarkîs dosta waliyê Wanê

girtim îroooooyyyyy lo mi revandiye

Minê xwe l’ Xwedê li nav û dengê Metranê

Dêra Extermanê xwe girtiye

Eger îro tu yê Meyrema File li mahrkî

13

li ser

dînê Mûhemmed e

Sed aferîn ji nav û dengê te re

Eger tu mahr neke ez ê qebûl bikim dînê

14

dînê

lo Metran ‘Îsa

Hey la delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl tew

lo lo dilooooo

Delîl delîl delîl delîl delîl lo l’ vî metranî oooooyyyyy

Bila ji diya metranê Dêra Extermanê pêjde

kes

15

nebêje mi çog da erdê ji xwe re lo kurek

anî

Metran ‘Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî nav û

dengê lo xwe deranî oooooyyyyy

Belê Metran ‘Îsa dibê ‘Elyo lawooooo oooooyyyyy

Lo wez wa nakim, wele nav û dengê Dêra

Extermanê kevn e mezin e ez xera nakim

Ez ê sêrê

16

di nava dînê Mûhemmed de gelo

qet rast nakim

Ez ji bo xatirê kevne jinekê dînê Mûhammed li

ber tu dîna zelûl nakim

Law ez ê îro gazî mellek

17

û du heb feqiya kim

Ez ê bi qewlê Xwedê hed’Îsa Resûllûllah

bînim Meyrema File li te mahr kim

Hey la delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl tew

lo lo dilooooo

Delîl delîl delîl delîl delîl lo l’ vî metranî oooooyyyyy

Erê bira bibê vî hogeçî lo l’ vî beranî

Metran ‘Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî nav û

dengê lo xwe deranî oooooyyyyy

Belê dibê waliyê Wanê kaxezekî ji Metran ‘Îsa

re bi rê kiriye

Walî dibê helê metrano d’Îsaaaaa oooooyyyyy

lo di me d’Îsa

Mi dî du kevok ji ser .....................

18

Dêra

Extermanê ji xwe r’ li cem Metran ‘Îsa

Belê, tu herdu kevokan ji min re bigre bisîne

ez ê bidime te bi qederê hezar k’Îsa

Eger tu yê negrî nesîne ez ê bigrim kevr û

kuçêkên

19

Dêra Extermanê li ser serê te de lo

lo werne xwar e oooooyyyyy

Hey la delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl

ser ê vî metranîîîîîî

Metran ‘Îsa l’ binê Dêra Extermanê ji xwe re

lo kemîn danî

Belê Metran ‘Îsa dibê walyo lawoooooyyyyy

lo wez metran im

Law ez kekê Bedra û Xena û Yewnan im

Ez ê îro bi kumê metraniyê bigrim li erdêxim

Ez ê lesa sawîn

20

Dêra Extermanê rakim

Lawo wele sibe la de file dikevne sûka û

çarsiyaye

Belê sibê wî çaxî ‘Elî zava ye lo Meyrem bûk

e oooooyyyyy

Hey la delîl delîl delîl delîl delîl delîl delîl tew

lo lo dilooooo

Delîl delîl delîl delîl delîl lo l’ vî metranî oooooyyyyy

Metran ‘Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî nav û

dengê lo xwe deranî oooooyyyyy

Metran ‘Îsa waliyê Wanê têk dibe. Walî

vedigere Wanê. ‘Eliyê Qolexazî û Meyremê bi

miradê xwe sa dibin.

--------------------------------------------------------------

1Pîskopos

2Qolaxasî

3Destanê ez ji devê dengbêjê xwe dinivisînim. (Mixabîn navê dengbêj ne

diyar e. Ez

çiqas lê geriyam min navê wî bi dest nexist, lê dengê wî li cem

min tomarkirî ye. Xwezî min navê dengbêj

bizanibûya û min binivîsanda.)

4Parêzgar

5Kesên ku xizmetkar be

6Pere

7Awêne, eyne

8Çong

9Maf

10Kelek

11Kestî

12Kar

13Ev dera min bi dehan caran guhdarî kir lê mixabin min fêm nekir.

Ez bawer dikim ku ‘Elî dibêje mahra min û Meyremê bibire li ser dînê

Mûhemmed.(e.s.)

14Ol

15Ev gotina min lê zêde kir

16Wateya vê gotinê min nedît.

17meleyek, yek mele, mele

18Min ev der fêm nekir

19Kevirên biçûk

20Ev der min fêm nekir.

 

Yazar: Mehmet BOZKOYUN

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site