16:47 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 179

meha rewacdarmeha rewacdar : 6513

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638559

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

MENGENE

Yekşem - 07/12/2014 19:17

MENGENE

Eyûb Serhedî

                Di dewra Osmaniyan, di sedsalên dawîn de li Kurdistanê du mîrên bi nav û deng hebûne. Yek ji wan Emer Axayê Mîrê Milî, yê din jî Emer Axayê Mîrê Gêsî bûye. Zozanekî bi navê Mengene di navbera wan de hebûye. Bi sedema zozanê Mengene pev diçin, şer dikin, bi parta mêr ji hev dikujin û bi salan neyartiyê li hevdû dikin. Piştî demeke dirêj rûspiyên ku di nav gel de gotina wan bi qiymet e, dikevin navbera wan û ji wan re dibêjin; “Bes e we zilm li hevdû kir, ev zozan bûye mûsîbet ketiye ber derê we, lazim e hûn her dû mîr jî dev ji vî zozanî berdin.” Li ser vê gotina rûspiyan her du alî jî bi neçarî vê biryara rûspiyan qebûl dikin.

                 Emer Axayê Mîrê Milî dizivire nava eşîra xwe, dibîne ku eşîra wî bi kelecan hêviya mizgîneke xerê ye. Xanima wî û kurê wî jî wekî eşîra wî, di konî de li benda wî ne. Jixwe yek kurekî mîr tenê hebûye navê wî jî Ehmed bûye. Ehmed zewicandî bûye lê zarokên wî tunebûne. Ji ber vê yekê mîr gelek bi rewşa Ehmed xemgîn bûye. Gava ku mîr ji civîna ku ji bo zozanê mengene hatiye kirin tê, xwe li nava civatê dixe û bê me’de rasterast diçe dikeve konê xwe. Xanim û kurê wî dibînin ku mîr hat û gotin ji devê wî dernakeve, fehm dikin ku rewş nexweş e. Mîr kûr bi kûr difikire. Radibe ser xwe, ji kon derdikeve, bi derketina mîr ve her kes bi awayekî bêdeng li mîr temaşe dike. Mîr dengekî bi hêrs ji qerwaşên xwe re fermana karê çûyîna ji vî zozanî dike. Gava ku Ehmed vê fermana bavê xwe dibihîze çavên wî şolî dibin. Dixwaze li dijî vê gotina bavê xwe derkeve lê di dilê wî de tiştek jêre dibe asteng û dengê xwe nake. Jixwe tu kesî nikaribû gotin li ser gotina mîr bigota. Bi fermana mîr ve her kes li hinda xwe dest bi karê çûyînê dike. Mîr ji ber ku destê wî ji vê bihuşta derewîn nabe gelek xemgîn dibe. Ji xeynî vê, dile wî ji rewşa Ehmedî re jî dişewite. Lewra dizane ku Ehmed ji wî pirtir ji vî zozanî hez dike. Ji bo selameta gelê xwe nebûya, serê mîr jî jêkirina dev ji vî zozanî bernedida. Bê hêvî bûbû. Dizanibû terka vî zozanî mirina wî bû. Di şûna xwe de rûdinê û dilê xwe bi halê xwe dişewitîne. Dîsa radibe li ser lingên xwe, hişê xwe dide serê xwe. Di dilê xwe de dibêje lazim e ez wekî mîrekî mezin tevbigerim. Destê xwe ji xwe re dike sîber û li der dora xwe dinêre. Dîtina ku dibîne qerwaşekî dergûşek daye ber dilê xwe û bi aliyê wî ve tê. Gava ku ev qerwaş sebiyê tîne huzûra wî û meseleyê jê re dibêje, ew çax mîr fehm dike ku dê û bavê vî lawikî ew avêtine ber kon û lêxistine çûne. Mîr tê derdixe ku malbata vê dergûşê yan ew nedixwest yan jî nikaribû ew xwedî bikira. A rast wî jî nedixwest ku dê û bavê vê dergûşê hîn bibe. Di dilê xwe de dibêje ev dergûş ji aliye Xwedê ve ji me re hatiye şandin. Gazî Ehmed dike û tafilê vê dergûşê jê re dike ewlad. Ji ber ku wî di zozanê Mengenê de dîtibûn û ewqas ji vî zozanî hez dikirin, navê wî danîn Mengene. Bi rastî jî Ehmed bi salan li hêviya zarokek bû, Xwedê dengê wî seh kiribû û ji wî re ev lawik şandibû. Li ser vê bûyerê xemgîniya wan piçekî kêm dibe û hinek kêyfxweş dibin. Di dawiyê de karê xwe xelas dikin û berê xwe didin deştê. Her du mîr jî dev ji zozanê Mengene berdidin, zozan bê xwedî dimîne.

                Birayekî Emer Axayê Mîrê Milî hebûye, jê re gotine Şemikê bêdiran. Ew qas piriyên wî zexim bûne ku carinan gûza di şûna diranan de bi piriyê xwe ve şikandiye. Mêrekî bi şan û şeref bûye. Çend sal li ser koçkirinê de derbas dibe, Emer Axayê Mîrê Milî emrê Xwedê tîne cih û diçe ber rehma Xwedê. Zivistan diçe, xweşî çêdibe û bihar tê, bi hatina biharê re dîsa eşqa zozanê Mengene li serê Ehmed dixe. Rojekê Ehmed radibe, dibêje ez ê malê bar bikim, heywanê xwe bidime pêşiya xwe û berê xwe bidime zozanê Mengene. Gava ku Şemik vê niyeta biraziyê xwe hîn dibe, dixwaze jê re bibe manî û ji bona nehêle biraziyê wî biçe zozanê Mengene çi ji destê wî tê dike.

Tewer li gor riwayetan Şemik ji Ehmed re wiha dibêje:

Ehmed lawo ji dîwana nere xana

Kesê ku ji dîwana here xana

Ew hiltîne tebîetê heywana

Were rûnê cemaeta box û berana

Guhê xwe bide mijûlî û xeberdan û qisedana

Malê bar meke neçe zozanê Mengene, li zozana

Felek xayîn e min dîtî rojek stûyê meriva xwar dike ji hevala.

                Ehmed gotina apê xwe yê Şemik nake û mala xwe bar dike diçe zozanê Mengene bi cih dibe. Roj li ser rojan dikeve û demek wisa derbas dibe. Diya Ehmed hê jî sax e, ew û jina Ehmed li ber malê dimînin. Mengene jî êdî bûye xort, nêzîkî bîst salî ye. Di nava koça malê de ye. Ehmed her roj serê sibehê diçe nêçîrê û bi şev jî tê mala xwe. Rojekê Ehmed dîsa serê sibehê radibe û diçe nêçîrê. Ew roj du derwêş tên konê Ehmed, Mengene her du derwêşan dike mêvan û ji wan re îzet û îkramê dike, xwarin û vexwarinê dide wan. Wexta ku êdî ew ê rabin û xatir bixwazin diya Ehmed ji wan dipirse bê ka kesê ji wan xwendina Quranê bizanibe heye. Yek ji wan derwêşan dibêje; “Belê xwendina min heye.” Diya Ehmed ji wî derwêşî re dibêje; “Heke tu ji mêrê min re dewra salê bixwînî, ez ê kurkê mêrê xwe di ber heqê te de bidime te.” Li hev dikin, diya Ehmed radibe kurkê Emer Axayê Mîrê Milî tîne û dide wî derwêşî. Her du derwêş xatir dixwazin, ji kon derdikevin û berê xwe didin deştê. Roj diçe ava, Ehmed ji nêçîrê dizivire, dibîne ku vê êvarê keyfa diya wî di cih de ye. Pirsa sedema vê keyfa han li diya xwe dike. Gava ku diya wî jê re behsa wan derwêşan û kurkê bavê wî dike, Ehmed fehm dike ku dayîna vî kurkî wê bibe bela serê wan. Dibêje: “Dayê xwezil te kurkê bavê min neda wan derwêşan.”

                Her du derwêş tên deştê, dikevin nava gel û dest bi gerê dikin. Dixwazin kurkê diya Ehmedî daye wan bifroşin yekî dewlemend, lewra ji hev re dibêjin em nikarin vî kurkê kubar li xwe bikin. Çend deriyan digerin lê kiryarekî ji bo vî kurkî nabînin. Diçin ku, li wê derê behsa Emer Axayê Mîrê Gêsî tê kirin. Li her derê ji derwêşan re dibêjin di vî welatî de vî kurkî bi tenê Emer Axayê Mîrê Gêsî dikare li xwe bike, Li ser van gotinan berê xwe didin mala mîr. Emer Axayê Mîrê Gêsî êdî kal e lê tu tiştek ji nav û dengê xwe winda nekiriye. Keçikek wî hebûye. Ev keçik di nav gel de ji aliyê bedewiya xwe ve bi nav û deng bûye. Gelek xortên wê herêmê xwestine bi wê re bizewicin. Heta ku dengê xweşikiya wê keçikê çûye guhê Mengene bi xwe jî.

                Derwêş ji mîr destûr dixwazin, derdikevin huzûra wî, xwe didin nas kirin, xwarin û vexwarin ji wan re tê, piştî xwarinê xelata ku ji mîr re anîbûn di nav boxçeyê de derdixin û pêşkeşî mîr dikin. Çawa çavên mîr vê xelata ku derwêşan ji wî re anibû dikeve, çavên wî sor dibin, hêrs dibe. Lewra pê derdixe ku ev kurk kurkê Emer Axayê Mîrê Mîliyan e. Ji ber ku dizanibû ji xeynê wî, yê ku dikare vî kurkê kubar li xwe bike, tenê mîrê Miliyan e. Bi hêrs meseleyê ji wan derwêşên reben dipirse. Derwêş bi awayekî tirs, serî heta binî meseleya vî kurkî ji mîr re dibêjin. Di nava meseleyê de navê Mengene jî derbas dibe. Mîr ji berê de seh kiribû ku ew lawik lawikê Ehmed nîne û bavê Ehmed ew ji Ehmed re kiribû ewlad.

                Belê Ehmed peymana ku rûspiyan li serê hevdû kiribû nedabû ber çavan û bi gotina apê xwe yê Şemik jî nekiribû û neyarên xwe jî tiştek nehesibandibû. Li ser vê bûyerê Emer Axayê Mîrê Gêsî, dixwaze vê meseleya ku çend sal berê nîvco mabû ji binî ve biqedîne. Ew ê heyfê ji Ehmed bistîne, lê bi çi awayî? Dizanibû ku eşîra xwe bide dû xwe û berê xwe bide zozanê Mengene di nava çend saetan de dikare serî li Ehmed hinda bike û heyfê jê hilîne lê dixwaze ne bi şer ve, bi fen û fûtan ve heyfa xwe jê bistîne. Serê xwe di ber xwe de xwar dike, xwe dide ser behra aqil û dikeve xeyalan. Piştî çend deqeyan serê xwe bilind dike û ji derwêşan re dibêje: “Hûn ê herin konê Ehmed û hûn ê çend roj li wê derê bibin mêvan. Lê heta ku ji destê we hat, bi Mengene re rabin û rûnên. Ewil bila hîn bibe ku ew ne kurê Ehmed e. Hêdî hêdî bikevin binî û jê re behsa keçika min bikin. Êdî gava ku ji we bawer kir û we ew ji rê derxist hûn ê jê re bibêjin mîrê me gotiye wexta ku bi destê xwe ve Ehmed bikuje ez ê keçika xwe lê mehr bikim û hinek mal û milkê xwe bidime wî. “Gava ku mîr van gotinan tîne zimên, çavên derwêşan zoq dibe û bi tirs li hev dinêrin. Derwêşên hêsîr ji bo çi hatibûn huzûrê û mîr çi ji wan xwestibû. Mîrê fenek di dawiya gotina xwe de ji wan re dibêje, gava ku hûn van gotinên min bi cih neynin, bizanibin ku ez ê we bidime kuştin. Lê hûn gotina min bikin, ez ê mal û milk bidime we û hûn ê ji vê xizaniyê xelas bibin. Derwêş ji tirsa canê xwe, ji neçariyê ji bo van gotinên mîr bînin cih, dîsa dizivirin û berê xwe didin zozanê Mengene. Piştî du sê saetan digihêjin konê Ehmed. Diya Ehmed û Mengene dîsa ji wan re îzet û îkramê dikin, wan dikin mêvan. Ehmed jî êvarê tê mal û wan derwêşan nas dike. Pirsa kurkê bavê xwe jî ji wan dike lê derwêş rastiyê ji Ehmed re nabêjin. Wisa du sê roj derbas dibe. Ehmed dîsa diçe nêçîrê. Derwêş her roj Mengene dikin navbera xwe û jê re behsa keçika mîrê Gêsî dikin. Di dawîyê de Mengene bi qîza mîr ve tê xapandin û ji aliyê derwêşan ve ji rê tê derxistin.

                Mengene jî mala xwe dike nava mala derwêşan û dibin yek. Serî didin ser hev dest bi çêkirina planên xwe yên qeleş dikin. Mengene ji derwêşan re dibêje, herin ji mîr re bibêjin, bila celdeyeke giran bişîne ser konê Ehmed. Ez ê qederek bi vê celdeyê re şer bikim. Ew ê min bigirin û dest û lingên min girêbidin, min û terş û talanan jî bidin pêşiya xwe berê xwe bidin deştê. Ehmed ji nêçîrê bê û bibîne ez ne li kon im ew ê dû min bikeve. Ew çax bila qerwaşên mîr min û terş û talanan bihêlin û birevin. Ew ê Ehmed pêşî li terş û talanan bigire û wan bizivirîne. Dû re ew ê rûnê bêhna xwe bide. Wê gavê ez ê hêdî hêdî rabim û xencerek navbera her du milê wî bixim û birevim werim mala Emer Axayê Mîrê Gêsî. Li hev dikin û derwêş ji Mengene xatir dixwazin û bi lez û bez dadigerin tên derdikevin huzûra mîr. Meseleyê jê re dibêjin û wî serwext dikin. Mîr radibe celdeyek girê dide. Berê wê dide zozanê Mengene. Diavêjin ser konê Ehmed, kon didin ber şûr û riman, xera dikin. Mengene qaşo xwe neqayil dike û qederek bi wan re şer dike. Mengene digrin, dest û lingên wî girêdidin. Zar û bara jina Ehmed û diya wî ye. Hawar û gaziya wan li Ehmed e. Ehmed ne li mal e. Serê vî çiyayî xir û xalî ji xeynê Xwedê tu kes tuneye. Berê terş û talanê Ehmed didin deştê. Qederek di ser de derbas dibe, Ehmed tê dibîne ku konê wî perçe kirine, zar û bara jina wî û diya wî ye. Ji wan dipirse bê çi bûye çi nebûye, jê re dibêjin celdeyek avêtiye ser konê wan, terş û talanên wan birine û ew ber terş û talanan nakevin lê Mengene jî birine. Ehmed gava ku hîn bû Mengene jî birine, dibêje; “Ez ê agir bera mala xwe bidim, çavên min kor bibin.” Bi rastî jî ji ber ku zarokên wî tunebûn û Mengene ji xwe re kiribû ewlad wekî roniya çavên xwe jê hez dikir. Ehmed çekên xwe hildide û kihêla xwe siwar dibe, serê xwe dike nava bijiyên wê û wekî teyr dide dû celdeya ku avêt ser konê wî. Wan siwarên ku talan dibirin li pişt xwe dinêrin dibînin ku dûman di pişt Ehmed de rêz bûye û tê, Mengene û talan di cih de dihêlin û direvin. Ehmed dest û lingên Mengene vedike û baz dide pêşî terş û talanên xwe digire û berê wan dizivirîne. Rûdinê û destê xwe dike bêrika xwe û qutiya cixarê derdixe, cixareyek ji xwe re dipêçe êdî ew ê dest bi kişandina cixareya xwe bike her ku dibîne yekî xençerek nava her dû milên wî dixe. Tafilê xwîn ji deve wî re diavêje. Ehmed bi zorê serê xwe bilind dike û li pişt xwe dinêre, dibîne ku xençer di destê Mengene de ye. Niqutek hêsir ji çavê wî de dikeve û di ber rih de bi zorê be jî ji Mengene re dibêje “Erê kurmê emrê min, erê!! Min te xwedî kir bi nanê xwe. Berda canê xwe” dû re rihê xwe teslîm dike û diçe ber dilovaniya Xwedê.

Yazar: Eyûb Serhedî

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site