16:22 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 10


ÎroÎro : 323

meha rewacdarmeha rewacdar : 11468

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653331

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Lalo

Yekşem - 28/10/2018 17:41
Lalo

Lalo

Lalo zarokekî deh salî bû. Çav şîn, por bizinî, zirav û lawaz bû. Xwarina teyrekî tê de tune bû. Dema Lalo ji diya xwe dibe, bavê wî navê Lalo lê dike. Navê Lalo nasnavê bapîre bavê Lalo bi xwe bû. Navê bapîrê bavê Lalo yê rastî Evdal bû. Bapirê bavê Lalo Evdal nêzî sed salî jiyabû. Heft caran bi peyatî çibû mala Xwedê. Sal diwanzdeh meh bi rojî bû. Bîst û çar saet bi destmêj bû. Her şev radibû şevnimêjan. Her sibehê Qur’ana Pîroz dixwend. Di heman demê de jî di ciwaniya xwe de tev li serhildana Şêx Se’îd bibû. Ji ber ku zimanê wî lalik bû navê wî kiribûn Lalo. Lalo jî hema bi rastî jî Lalo bû. Yekî bi nav û pê, bejna wî di ser du metroyan re dirêj, çapana wî çapana fêrisa bi xwe bû. Dema kolozê xwe dida serê xwe û rextê çarperçe li nava xwe dipêça tiving diavêt milê xwe, gundiyan digot; “kesên meraqa çapana fêrisan dikin bila ji xwe re li bejna Lalo temaşekin.” Dema behsa wî dibû tim behsa wî û şervaniya wî dihat kirin.

Dihat gotin ku di şerê Şêx Se’id de gelek jêhatî bû. Ji hêlekê ve tiving di destan de şer dikir; ji hêlekê ve birîndar li ser milên xwe dikir û ew ji meydana şer direvandin. Mixabin ew jî ne bi gulê mir, bi wê kula ku Şex Se’îd û hevalên wî yên hatibûn kuştin ve mir. Piştî ku çû ser dilovaniya Xwedê di derbarê wî de gelek çîrok hatin gotin.

Hineka digotin me di nava rojê de li ser gora wî dîtiye ku keskesorê xwe bera ser gora wî daye. Hinekan jî digotin bi berbangê re sih-çil kesê bi tirme û cibê kesk li ser gora wî kom dibûn.

Dema malbat û torinên wî ev tişt dibihistin xwe dinepixandin û xwe dipesinandin. Bi navê wî halan di xwe didan. Ji ber vê yekê Simoyê torinê Evdal (Lalo) navê lawê xwe kiribû Lalo. Her çiqasî derdorê jê re gotibûn Xwedê ji te razî navê lawik bike Evdal, lêbelê wî got; “wê safî Lalo be. Nasnavê bapîrê min be. Wî ji me re nav û  deng hiştiye.”

Her çiqasî Simoyê torinê Evdal navê kurê xwe kiribû Lalo jî, mixabin ew li navê xwe nehatibû. Yekî zû û pir zêde dipeyivî, sisto pisto, xafilorî û lawaz bû. Xwarina teyrekî têde tunebû.

Laloyê biçûk nixwiryê diya xwe bû. Rewşa wan a aborî nebaş bû. Çar zarok û dê û bav li ser şeş kulfet bûn. Bavê Lalo Simo qewlê xwe dikir û bi heqê xwe diçû çem pezê xelkê. Ji bilî şivantiyê li dor donimekî dehla wan hebû. Fêkî diçandin û li bajêr difirotin. Hema hema xwe bi salê dixistin. Hevsera wî jî diçû dehlê (bexçe) dixebitî û bi vî rengî debara xwe dikirin.

Ji ber Lalo lawikê malê yê mezin bû ew li xwişk û birayê xwe miqate dibû. Dema sibê zû diya wî diçû dehlê û  zarokên xwe di xew de dihişt Lalo her sibeh radibû, taştê ji wan re çê dikir, eger yek ji wan ji xew rabûya û bigiriya wî ew haş dikirin. Ji ber ku bîdon giran bûn bi misîn û beroşan av; yan ji kaniyê yan jî ji cihokê ber gund dikişand malê, ava malê dadigirt.

Carna diya wî dereng ji dehlê bihata wî şîv çêdikir. Binê xwişk û birayê xwe paqij dikir kevnikê, wan li ser cihoka gund dişûşt. Dema gundiyan ew di vê rewşê de didîtin qerfên xwe pê dikirin û pê şa dibûn.

Rojekê ji rojan cardin misînê wî di destê wî de diçe ser cihokê ku avê dagire. Du keçikên gundî yên; yek ji wan ku satil di destan de, ya din jî firaxên wê di sifrê de, sifre li ser seran li Lalo rast tên û qerfê xwe pê dikin. Keça satil di destan de devê xwe davêje Lalo û wisa dibêje:

  • Weleh kî Lalo bistîne wê têkeve dawa dê û bavê xwe. Wê kêf bikin. Her karê malê

dike. Nizanim Lalo wê ji me herduyan kê bistîne?

Li ser vê axaftina wê keçê Lalo bê şerm û bê fedî ji xwe bawer ew bersivand.

Lalo:

  • Ez ê we herduyan jî bistînim.

Li ser vê bersivê bû hîqe hîqa wan û keniyan.

Keça satil di destan de:

  • Çawa tê me herduyan bistînî, ji bo çi?

Lalo:

  • Gur bi du pariyan namire. Ji bo yek ji we avê li destê min ke, ya din jî wê desmalê

vegire.

Keça din jî got:

  • Çi yekî ziman çepel e dev jê bigere tu dirêj bike wê bide nav em ê bihetikin, dev jê

bigere.

Li ser vê yekê wan jî hew dirêj kirin û Lalo jî misînê xwe tije av dike û tîne mal.

Lalo ji xwişk û  birayên xwe wan re taştê çê dike, saet dibe dema delavan. Diya wî li dehlê ye. Xwişk û birayên xwe tîne dehlê ba diya xwe. Ew jî diçe ber melê dersa xwe ya dînî distîne.

Lalo ji karê cengê û giran re tunebû. Dema dimeşiya mirov digot qey ji xwe ve diçe. Dilê mirov bi halê wî dişewitî. Lebelê ji xwendinê re pir jêhatî bû. Qur’ana pîroz xitim kiribû. Gelek sûreyên Qur’anê ji ber kiribûn, mewlûda Melayê Bateyî xelas kiribu. Xayetul îxtisar ya Îbn-il Qasim anîbû ber xelas kirinê. Di dibistanê de ew her tim yekemîn bû. Mamosteyên wî û seydayê wî lê matmayî diman û di heman demê de jî jê pir hez dikirin. Li dibistanê serokê polê bû, li ber melê xelîfê seydayê xwe bû yanî yê serserê sûxtan bû.

Her gava Lalo ji ber melê an jî ji dibistanê re dihat malê li gor halik û malkê xwe alîkarî bi dê û bavê xwe re dikir. Yan wê biçûya ba bavê xwe cem pez yan jî li mal aliyê diya xwe dikir. Dema vala bûya jî diçû ba hevalên xwe. Pirî caran li derdora zibaleka leşkera kom dibûn. Ji ber ku carna leşkeran ew dişandin dikanan, li vegerê perê hûr ji ber dima didan wan. Alavên diavêtin ser zibalekê diçûn ji xwe re didan hev. Gelek carî xwarin û cilên genî ku diavêtin ser zibalekê dianîn malê, ew cil li xwe dikirin û ew xwarinên genî dixwarin. Mîna ku dibû demsala biharê carna bacanê reş, firingî, alûc, incas, xox hwd. ku didan hev dianîn mal, ew roj li mala wan dawet bû. Gelek caran ji bo wan xwarinên genî û cilên bi spî li hev dixistin.

Mala tinebûnê kor bibe. Tinebûn ji mirinê xerabtir e. Cilên li xwe dikirin spîçolkî, pînekirî bû. Kesî nedizanî bû bê ka ew kinc beriya xwe ji çi malî ye. Pêlavên dixistin pê tevde bi lehîmê ve hatibûn pîne kirin. Jixwe kincên wan ên mal belaş bûn, pêlavên wan jî yên hecîka bû yan jî ê reşî qîrê bûn. Pêlavên reş yên qîrê jî mîna tekerên qemyonan stûr bûn, qetandin li wan tinebû. Zarok çiqasî nik nedixistin bin xwe, ji sibehê heta bi êvarî li ber çeman û nav keviran digeriyan ew pêlav qet nediqetiyan. Gelek caran hingî zarok ji pêlavên xwe aciz dibûn, pêlavên xwe bi kêr û gwîzanan diçirandin ji bo ku yeke nûh bikirin. Mixabin hertim ji wan re pêlav nedihat kirîn. Dîsa ew pêlav ji wan re dihat lehîm kirin. Ji neçarî cardin ew pêlav dixistin pê.

Rojekê dikandarê gund hin pêlavên sporê ku modelên wan cuda anîbûn. Bê hemd dilê Lalo bijiyabû wan. Pirê hevalên wî ji xwe re ji wan pêlavên sporê kirîbûn. Lalo her tim diçû û dihat ji dê û bavê xwe ew pêlav dixwest. Li derdora sê çar mehan hevdu  birin û anîn.

Rojekê; êvarê, Lalo çewalê giha li şilika sitiyê wî, derbasî hewşê bû. Dayika Lalo Xecê di bin çêlekê de çêlek didot. Dema çavê wê bi Lalo ket, bi ken bi Lalo re axivî.

Xecê:

  • Lawikê min tu ji dehlê(baxçe) tê?

Lalo kîsê ser sitûyê xwe dadixe erd ê. Bersivê dide diya xwe:

  • Erê yadê. Min ji bo ajalan hinek pel û pincar da hev.

Piştî vê qisekirinê Lalo li rex diya xwe rûdinê, bi tiliyan kefa ser şîr dide hev û xwar. Diya wî çêlek dot û pê ve berê xwe da hindir xênî û bi ken bang Lalo kir. Lalo da dû dayika xwe. Dayika Lalo çû ji hindirê qubalekê qertonek derxist û ji hindirê wê pêlavek sporê derxist pêşî Lalo kir.

  • Berxê diya xwe mêzeke bavê te ji te re çi sitendiye!

Dema Lalo çav li pêlavê dike hew tine ji kêfa bê bask bifiriya. Wek dinya tevde bibe yê wî wanî kêf dikir. Hew tinebû dikira destik pêre bihata.

Ew şev ji kêfan xewa wî nedihat. Wê êvarê wî nizanibû bê çawa şîv xwar. Bi şev dema razanê ket nava nivînan dil rehet nebû, çû pêlav ji ser qibalê daxist û anî danî ber serê xwe. Cardin dil rehet nebû îca mîna bûk û zavayê têkeve xelwetê xwe li hev babidin bi xwestek, mîna dayika pitika xwe himbêz bike bi dilovanî pêlava xwe xist paxla xwe û raza. Mîna dînan ji xwe re dîndoqekê bibîne heta bi destê sibê re hema xewn didît.

Lalo serê sibê çawa ji xew radibe ava xwe dadigire. Çêleka xwe dibe  naxirê û vedigere taştê serast dike. Xwişk û birayên xwe nan dike. Wan tîne dehlê(bexçe) ba diya xwe. Heta tê dehlê dibe dema delavê sibê yanî saet dibe derdora dehê sibê. Paşê tê mal, radihêje kitêba xwe bi kêf pêlava xwe dixe pê. Diçe mizgeftê ji bo dersên xwe yên dînî bistîne. Dema diçe hindirê mizgeftê dilê wî di ber wî de nayê, radihêje pêlava xwe dibe dixe nava sicada mizgeftê. Mele ji mal tê, diçe hindirê mizgeftê, radihêje sicadê ku li hêwana mizgeftê dersa zarokan bide wan, dîtina ku dibîne pêlav ji nava sicadê dikeve. Bi kerb dipirse ka kê pêlav xistiye nava sicadê. Bi awayekî şermok Lalo li kirina xwe xwedî derdikeve ku ji bo kes tiştekî bi pêlava wî neke pêlava xwe xistiye nava sicadê. Mele ji ber ku ji Lalo hez dikir bi Lalo keniya, dengê xwe pê re nekir.

Carna Lalo pêlava wî gemar digirt bi paçekî bi tûka xwe paqij dikir. Gelek caran li ber  çeman û di nava dehlan de pêlava xwe ji pê dikir û dixist himbêza xwe ji bo neqete. Lalo bi heft dilan bibû evîndarê pêlava xwe. Li gora wî di dinyê de tiştek mîna pêlava wî ne biha ye.

Ber bi esirkî cardin Lalo û hevalê xwe li derdora zibaleka leşkerî gihaştibûn hev. Ji xwe re bi dar û qîtkê dilîstin. Carekê çavê Lalo û hevalê wî bi leşkerekî dikeve ku gemarê tîne li ser zibalekê vala dike. Tevda zarokan bi xezeb baz didin ser zibalekê ji xwe re alava bidin hev. Lalo di nava gemarê de radyoke xerabe û berguhekê dibîne; hevalekî wî radyoyê ji destan direvîn e. Ber bi rezê,  bi kêleka qereqolê  ve direve. Lalo jî li ser piştê. Çawa dikevin nava rez bi carekê gurmînek çêdibe. Toz û dixan radibe, Lalo û hevalê wî di nava xwînê de sor dibin. Ew der ji bo xwe parastinê, leşkeriyê li wê deverê mayin xistibûn bin erdê.

Lalo vekirina ku çavên xwe vedike li nexweşxanê vedike. Dê û bavê wî li ser serê wî rawestiyane. Dema Lalo çavên xwe vekir pirsa pêşî; “yadê kanê pêlava min.” Dema wiha diaxive dê û bavê wî mîna kêrek zengirtî di ser kezeba wan re bê badan xwe guvaştin ser hev. Xecê, dayika Lalo hew debar kir ji bo ku neke qêrîn bi lez bazda derve li hewşa nexweşxanê qêrîn jê hat û ji ser hişê xwe ve çû.

Lê mixabin haya Lalo jê tinebû ku êdî  hewcebûna wî bi pêlavan nema ye; ji ber ku nigek di gwizikê re yek jî di çongê re jêbû ye.

 

     

Yazar: Şoreş Xursî

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: bavê lalo, lalo

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site