17:04 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8

Botên lêgerînê : 1

Mêvan : 7


ÎroÎro : 212

meha rewacdarmeha rewacdar : 6546

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638592

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

LI QERAXÊ GOLEKÊ-III

Çarşem - 13/11/2013 11:54
LI QERAXÊ GOLEKÊ-III

LI QERAXÊ GOLEKÊ-III

Pistî kevirên min ên ser berfê sê meh borîbûn. Nizanim çi pê hatibûn lê dibe ku noqî avê bibûn. Erê niha qesa golê veheliyabû, berfa wê heliyabû. Rojekê yan jî sevekê

Pistî kevirên min ên

ser berfê sê meh borîbûn. Nizanim çi pê hatibûn lê dibe ku

noqî avê bibûn. Erê niha qesa

golê veheliyabû, berfa wê

heliyabû. Rojekê yan jî sevekê

tevziyek dabû xwe û sist bûbû.

Niha ava wê daweribî,

zelal û sar bû, beriya ku hewa

germ be û teyr û tû werin bi

pêlên bayên germ ve dê hinekî

din jî paqijtir û zelaltir bibe.

Û pasê, pasê wê ba û barana

biharê ve sêniyên golê jî vegerin. Gol dê ji xewê siyar be, dê

bireqise, dê bilive û bileyîze.

Tevger, dê li her derê golê tevger hebe. Ne tenê însan, hemû

giya û heywan dê bilezînin.

Av jî dê bilezîne. Heta dê bireqise, gol wekî ku cara pêsîn

e dilive û wekî ku ev sansê wê

yê dawiyê ye, dê hemû gotinê xwe di

vê demsala biharê de bêje. Belê demsala biharê. Tu dixwazî serê demsala

min a biharê bizanibî? Bas e guhdarî

bike.

Dem dema xortaniya min e.

Dilê min kelekel e, ne di sûna xwe

de ne jî di singê min de dixwaze bisekine. Dileqe, dilive, diqîre, digere, daxive û bi zingezing e. Ev roj û

salên min ên bihara temenê min wisa

bi bûyer û rûdan, dan û standin, çûn

û hatinê ve tijî ne.

Dixwazim gelek

tistan bêjim, bikim, bidim,

bistînim, bidim kirin, dixwazim bêm fêmkirin, herkes bi min bizanibe, dixwazim dinyayê biguherînim

û bi ya min dikarim jî, lê

kes min fêm nake, dixwazim herkes dengê min

bibihîze…

Rojên min ên

zanîngehê rojên bi ba û

bager bûn. Erê, rojek ji

wan rojan bû. Rews tevlihev, rojev rakisiyayî, demsal derbihar, hêst hisyar

bûn. Amadekarî hebûn,

amadekariyên her kes û

komî. Biharê, tenê heywan û çêre hisyar nedibûn.

Însan jî hisyar dibû. Leza

her tistî zêdetir dibû. Ez

jî bi heman awayî dibeziyam. Lez, hinekî din lez

diviya. Dem têrê nedikir,

divê zêdetir, zûtir û bileztir bibûya her tist, û

li gorî dilê min bûya. Herkesî gelek tist dikir. Xebat, mes, çalakî, axaftin, rev, pevçûn,

ser… lê gava xirecir çêdibû, pevçûn derdiket, însanan tedayî li însanan dikir, qad bi rik

û hêrsê ve tijî dibûn, ser derdiket, birîndarî,

mirin û kustin çêdibûn ez gelekî heyirî dimam, xemgîn dibûm û jê dûr dimam. Na ne

ji tirsê, ne ji sayisa pêserojê jî, lê min digo ev

tistên ku însan pê dimirin, dikujin ne bi ser

lê bi axaftinê dikarin bên çareserkirin. Ê/ên

mafdar bi axaftin, gotin, vegotin, nivîsandin

bi kurtasî bi qanîkirinê dê bigihêje/bigihêjin

mafê/n xwe. Tenê dem divê. Yanî heke salek,

heke deh, heke sed sal be. Lê divê her xebat

û kar bi sebir bê kirin. Jixwe mesele jî ev e.

‘Sebir’. Gelek kes û kom sebir nakin, jixwe

naxwazin bikin jî. Dixwazin hertis di dema

wan de û bi dilê wan be. Belê dilê min jî wisa

bû. Bi ya aqilê min nedikir.

Ji suhbet û axaftin û niqasên curbecur

û kitêbên stûr sûnde aqilê min piçekî bi ser

xwe ve hat. Dilê min da ber xwe û pêre axivî.

Ez beziyam, erê erê beziyam. Yanî nereviyam, beziyam. Ji dehan kolanan, sedan kuçeyan, ji riyan û piran boriyam, nayê bîra min

ji çend dîwar û peyarêyan derbas bûm. Heta

ku singê min bû wekî landik ez nesekinîm.

Di dawiyê de min xwe avête bin siya darekî û

nizanim çend deqe sûnde ez bi xwe ve hatim.

Pasê ez hinekî fikirîm. Belê wisa bû. Min go;

‘Em misliman in. Em nikarin çi bê hisê me

bikin. Em nikarin çi bê devê me bêjin. Em

nikarin çi bê pêsiya me em bipejirînin. Belê

çi ji edebiyatê, çi ji hunerê, çi ji zanistê û çi ji

felsefê be hemû fikrên tê hisê wêjenasan, hunermendan, zanyaran û fîlozofan tê hisê me

jî lê em nikarin bidin dû her fikr û dilînên di

hisê me de nûzayî.

Belê wê rojê sûnde êdî xwîna min

piçekî hênik bibû. Wekî ku ji nû ve dest bi

xwendinê bikim ketim nava kitêban. Xwen-

din, zêdetir xwendin…

Îja niha ev bihara te ye. Dema te ya liv

û lezê ye. Dema zindîbûn û kelecanê ye. Tu

yê heta payîzê wisa bi deng û reng bî. Di vê

demsala hênik de ku ava te ji xewa zivistanê

hisyar bûye û dilive dixwazim piçekî behsa te

bikim û ji te bipirsim.

Çend salî yî nizanim lê wekî ku tê

texmînkirin temenê te gelekî mezin e. Te gelek tist dîtine û derbas kirine. Ji hev cuda gelek halên te hene. Geh dileyîzî geh disekinî,

geh sên î geh tenê yî. Carna bi deng û pejn î

carna bi sekn û peng î. Ne sîn û spî yî ne res

û boz î. Ne sirîn î ne sor î ne tûj î ne tirs î.

Hênik dikî, paqij dikî, ditemirînî, hêsayî dikî.

Li aliyekî din hem xwe diyar nakî û pozbilind

î hem jî alîkar î û xizmet dikî. Dikevî ku reng

û siklê wir digirî. Ez mereq dikim tu bi çi esqê

ketiyî, ev hal û rewsên te yên ecêb ji bo çi ye,

tu çi vedisêrî, raz û sirên te çi ne?

Ez dizanim tu yê bersiva min nedî. Û

ez jî jixwe ne ew ‘arif im ku pirsê ji te bikim

û berî ku pirs bigihije te bersiva xwe bidim.

Lê dixwazim bi çend kelîmeyan xatirê xwe ji

te bixwazim.

Wekî bayê zozanan bû jiyana borî.

Bi lez hat û hêsayî kir û li dû xwe rûyekî

qurçimî, bêhneke teng hîst.

Dîsa rê xuya kir. Bêqirarî, tenêtî û xem da dû

xwe.

Rojên xwes û ges, bi deng û ken heta ciyekî

Li ciyekî sûnde dawî çûyîn, veqetîn û gora

kûr.

Ji Rebbê alemê dixwazim ez herdem hizûr.

Bi xatirê te…

 

Yazar: Zafer Berdestî

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site