16:47 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 177

meha rewacdarmeha rewacdar : 6511

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638557

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Kêmçîrokeke Enfûsî

Şemî - 14/03/2015 23:56
Kêmçîrokeke Enfûsî

Kêmçîrokeke Enfûsî

Îro jî dereng şiyar bibû. Bi hêrs û bêmadeyî ji nav ciyê xwe bi pilozî pekiya. Li sa’etê nihêrî, bi çavên xwe yên nîvekirî, rast bû wext û roj gelekî bilind bibûn. Axîna ku dikişand ji kûrahiya dilê wî yê nedametawer hildipekiya. Lewra di xew de gelek wext fewt kiribû. Bêhna wî gelekî teng bibû. Ji razanê xew di wî de dibilbiqî, ew jî bi xwe û bi xewê diteqiya. Ji ber ku gelekî ji xwe ‘aciz bibû, kenê ji ser ruyê wî bar kiribû. Tengezariyeke nediyar di ruyê wî de dabû der. Dîsa xulxulînan di hundirê wî de dest bi coş û xurûşan kiribû.

 

Îro jî dereng şiyar bibû. Bi hêrs û bêmadeyî ji nav ciyê xwe bi pilozî pekiya. Li sa’etê nihêrî, bi çavên xwe yên nîvekirî, rast bû wext û roj gelekî bilind bibûn. Axîna ku dikişand ji kûrahiya dilê wî yê nedametawer hildipekiya. Lewra di xew de gelek wext fewt kiribû. Bêhna wî gelekî teng bibû. Ji razanê xew di wî de dibilbiqî, ew jî bi xwe û bi xewê diteqiya. Ji ber ku gelekî ji xwe ‘aciz bibû, kenê ji ser ruyê wî bar kiribû. Tengezariyeke nediyar di ruyê wî de dabû der. Dîsa xulxulînan di hundirê wî de dest bi coş û xurûşan kiribû.

Ji xewê kor dibû çavên wî. Laşê wî yê nearam ji jixweneraziyê bêza dibû. Bi hişmendiyeke delal nedifikirî û bi planeke esasî û asayî tev nedigeriya canê wî. Weke ku bablîsokek welidîbe di tennûra mêjîyê wî de. Dîna ku wî didî, ne li ser hişê xwe bû. Ya ku pê bawer bû jî ne ev bû. Yan di hundirê wî û li derveyê wî lihevqelibînek hebû. Wekheviyek rastrê û tevgerîneke sererast nedixuya. Yan,  di teoriya jiyana wî de xeletî hebû yan jî di pratîka wê de. Belkî tişta ku wî di zêhna xwe de ji xwe re dipa, dûrî taqeta vîna wî bû. Yan jî pir hindik taqeta xwe bi kar dianî. Ev jî diket qada tiraliyeke mezin. Hasilê, nakokiyek hebû di navbera ûcdan û pratîka jiyana wî de. Pratîka jiyana wî li ber xwe dida, da ku karibe xwe bigihîne îdealiya ramana zîhnî ya ku êdî hindik mabû ku canê wî tijî nexweşî bike. Lê ya ku di zêhna wî de ji wî dixwest, an şîreta ku li wî dikir û tişta ku ji pratîka jiyana wî dixwest; herçend ne dûrî aqilan be jî, ji jiyana wî ya têdeyî re gelekî giran dihat.  Mîna her rojê, îroj jî bi van nakokiyên xwe yên veşarî tevlî jiyana cîhanê bû. Haya kesekî ji herba hundirê wî tune bû. Ji kesî re tennûra hundirê xwe venedikir. Heta ji derve, têkiliyên xwe yên rind û rûyekî xwe yê geş hebû. Bes dema ku bi xwe re dima, yanê dema ku tenê dima, himhim û gimgim bi giyana wî diket û tîrên rexneyên tûj li xwe dikişand. Li ser vî miqamî didomiya, gelek caran roj û şevên wî yên teqlomeqlo wisa bûn.

Destê xwe û serçavê xwe şûşt. Çû nanpêjxaneyê. Çaya ku ji şevê din mabû germ kir, çend heb gûz şikand û bi çaya xwe re xwar. Madê wî nediçû tiştekî. Jixwe di taştiyan de qet nan nedixwar. Digot ku nanxwarin, laşê mirovan giran dike û ji bo xebatên zihnî jî ev laş nebaş e. Keniya. Lewra fikirî ku laşê wî tevî ku nan naxwe jî çiqas giran û tiral e. Jixwe di hişê wî de meseleya wî ya herî girîng jî ev bû. Tim dixwest ku li ser piyan be û tim dixwest bi karên zihnî, ilmî û ‘arifî re mijûl be. Lê laşê wî ev bername nediheband û nedikarî xwe li ber vê bernameyê ragire. Tevlîhevî ji ber vê derdiket. Ango eqlê wî tiştek digot û dixwest, lê wucûda wî li gorî van xwestekan amade nedibû.

Ji malê derket. Bi vê tewşemewşiya ku di hişê xwe de digindirand dimeşiya. Zûmeşîna wî jî, bi fikr û ramanên ku di mêjiyê wî de li hevdiketin re têkildar bû. Yanê gava ku zû û hişk diket nava ramanên ku bêyî ku haya wî ji xwe hebe, pir zû dimeşiya. Te digot qey fitêz di serê wî de bû û lingên wî jî bi mazota tevgera ramanên mêjî zû diçerixîn. Ne cara ‘ewil bû ku bi vî rengî dimeşiya. Lêbelê hay ji xwe nebû ku bi çi lezûbeziyê dimeşe. Ne dengê trênbêlan dihate wî û ne jî rûxweşî û rûnermiya rojê hîs dikir. Halevku di nava çileya zivistanê de rojeke biharê bajar himbêz kiribû. Wî jî dikaribû bi coş vê tava nerm pêşwazî bikira, lê hay ji xwe nebû heta ku haya wî ji rojê jî hebe. Ketibû riyeke enfûsî û her bi xwe re şer dikir. Yê şer dikir ew bû. Yê li hember wî şer dikir, yanî dijminê wî jî dîsa ew bû. Çi cara ku bi vê xezebê bi xwe diket, gelek tiştên xwe ji bîr dikir. Geh çentê xwe, geh kulehê xwe, geh mifteya mala xwe ji bîr dikir. Bi paş de jî venedigeriya. Lewra ev taqet jî di xwe de nedidît. Gava ku gihişte devê deriyê dibistanê du xwendevanên wî, ew pêşwazî kirin:

  • Roj baş mamoste!…

  • Roj baş Ehmed! Roj baş Sefkan!...

Ehmed li rewşa mamosteyê xwe nihêrî û ‘ecêbmayî ma. Wiha axivî:

  • Mamoste ma qey tu bi bazdan hatî? Tu di nava xwêdanê de mayî.

  • Na Ehmed. Hewa hinekî germ e. Dibe ku ji ber vê yekê min xwêdan dabe. Baş e.

Piştî vê diyaloga kurt ji xwendevanên xwe xatir xwest û berê xwe da odeya mamosteyan. Ji bo ku bi kesî re nepeyive û monologa bi xwe re bidomîne bêdeng li ciyekî xalî venişt û ji çentê xwe pirtûkek derxist da ku kesek pê re mijûl nebe. Derdê wî ne xwendina pirtûkê bû. Bes bi vî awayî xwest ku ji diyalogên derdora xwe biqete û kesek bi wî re jî nekeve têkilîyê. Dixwest têkiliya bi xwe re bidomîne. Pirsgirêkên ku ji çend salan vir ve ye, di hişê wî de ne û her ku diçû jiyana wî didan ber diranên giyotînê, dixwest çareser bike. Dixwest êdî peymaneke enfûsî destnîşan bike û bi vê lihevhatinê encameke serkeftî derxîne holê. Loma berê xwe da rûpelên kitêba ber xwe û rûpelên zihna xwe ji xwe re vekir û dest bi xwendina xwexwendinê kir. Wiha axivî bi xwe re:

“Helbet ne tenê li dinyayê jiyan heye. Dema ku roj çavê xwe digire ne tenê li dinyayê dibe şev. Herwiha dema ku çavê xwe vedike ne tenê dinyayî şad û bextewer dibin.  Gerdûn gelekî mezin e.  Di gerdûnê de dinya çi be li dinyayê jî ez ew im. Ez jî pir biçûk im, dinya jî. Lê bi daxwaz, şer û pevçûnên bi xwe re ez gelekî ji dinyayê mezintir dixuyêm. Herwiha li dinyayê ne tenê pirsgirêkên te/min hene. Her însan xwedan proplemên taybet in herwiha. Hin kes bi bêperetiyê, hin kes bi nexweşiyan, hin kes ji veqetînan û hîn gelek pirsgirêk ji bo mirovan li ser piyan e. Helbet ‘ezmûneke gelemperî li pêşiya herkesî ye.

Dengê ku li hember wî rabû, wî da sekinandin:

-Ma heta kengî ezê bi xezeba te bijîm. Herkes li rihetiya canê xwe dinihêre û tu herdem dixwazî bixebitî û min jî bidî xebitandin. Na.. na welle. Ez nikarim bi vî halî jiyana xwe berdewam bikim. Kengî xewa min hat dixwazim razêm û kengî bi xwe çavên min ji xewê vebû dixwazim wê çaxê rabim. Bê vê, tu bernameyên ku canê min tijî êş dikin, nahebînim. Ji xwe ji ‘icza û ji xeman êş ketine pişta min, çavê min û gewriya min. Ez ê çawa karibim weke xortekî bist û pênc salî tevbigerim. Ma ne vaye te rê ji nîvî zêdetir ajotiye. Temenê te ber bi giranî û kalîtiyê diçe. Ji vir û wa, divê tu li rihetiya canê xwe vegerî û tu xwe zêde aciz nekî.

Dengê xwe wiha bilind kir;

“ Erê welle, ji xwe li gorî te tiralî rihetiya can e. Zik têr be xew xêr e, li gorî ramana te. Nabe… nabe…”

Herba bi xwe re didomand û dixwest xwe qanî bike da traliyên ku wî ji kar û barên wî yên ferz û pêwist dihêlin azad bike. Bi hişê xwe re axivî. Gotin ji zêhna xwe re got. Gotubêj bi vîna xwe re kir. Şîret li tilî û çavên xwe kir. Her ku diçû nefesa wî kûr diçû û dihat. Nîhayet dengê zengila dibistanê lêket. Kitêba ber destê xwe girt, xiste çentê xwe û bi şîddet ji ciyê xwe pengizî û çû pola ku dersa wî lê ye. Nedihate bîra wî ku dersa wî di kîjan mijarê de mabû. Ji xwendevana ku li pêşiyê rûniştibû, Eyşeyê pirsî:

  • Eyşe em di ku de mabûn?

  • Mamoste îradeya kullî, îradeya cuzî û qedera li ser eniya miorvan hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de, rûpela 95an de ye.

Lewra mamoste Hesen mamosteyê dersa Çanda Dînê bû. Mijar nêzî mijara ku di hişê xwe de pêre pevdiçû bû. Hema dest bi dersê kir:

“Xwendevanên hêja; weke ku hûn jî dizanin du cure îrade hene. Yek kullî ye, ya din cuzî ye. Îradeya kullî ya Xwedê ye. Cûzî jî ya me ye. Xwedê hin tişt bixwe teqdîr kirine. Weke dema hatina me ya dinyayê, dîroka wefata me, rengê por û çavê me û hwd. Ev tev jî dikevin qada îradeya kullî. Hilbijartina biçûk a ku Xwedê daye me jî îradeya cuzî ye. Tevgerên ku em dikin,  gunehên ku bi rizaya xwe em dikin, gotin û axaftinên me, xwarin û vexwarinên me û hwd. jî ji ber ku bi daxwaza me diqewimin, dikevin qada îradeya cuzî.”

 Mamoste ketibû nava mijarê û bi nimûneyan ders biribû serî. Xwendevanan jî bi baldarî godarî dikirin. Ji ber ku mînakên mamoste tev ji jiyana rojane bûn. Dengê zengilê lê da. Ders qediya.

Wê rojê wekî din dersa wî tunebû. Rast, berê xwe da pirtûkxaneyê û li ciyekî xalî û biewlê rûnişt. Pişta wî li şibakê bû. Taveke xweş li pişta wî dixist. Pênûs û lênûsa xwe ji çentê xwe derxist û nivîsî. Çîroka xwe bi vê gotina pêşiyan da despêkirin; Aqilê sivik barê giran e. Piştî ku nivîs di sê rûpelan de qediya, hevoka xwe ya dawî jî bi vê gotinê xilas kir; Gul ew gul bû baran jî lê hat şil bû.

Bibû êvar, mamoste Hesen li mala xwe ya xalî li ser maseya xwe rûniştibû. Ew bû û malmasiya wî bû. Di malmasiya wî de sê masiyên zerik û biçûk… bi şev û biroj di tevgerê de bûn. Sekin ji wan re nîn bû. Hesen dixwest di xwendin, raman, nivîs û jiyana xwe de tim û tim mîna van masiyên ku di akvaryûma wî de ne, be. Dixwest ku dema xwe bi tiştên çê biborîne. Dixwest ku jiyana xwe dagirtî bike û beredayî li rastân nehêle. Dixwest ku laşê wî bi ya wî ke ku dem kurt e, temen kin e, dinya biçûk e û zû bi zû digindire. Roj, şev, hefte, meh û sal li bin guhê hev dikevin û tavilê dê li jiyanê bar ke. Lêbelê kar û barên pêwist gelek in. Mijarên hêja pir in. Xebat û kirinên ku ferzin zehf in. Divê dem bêtirîn ji van re bête veqetandin. Tiralî demkujiyeke mezin e. Van mijarên sedemên gengeşiyê gelek caran di navbera xwe de biribû û anîbû. Carinan bi çavên tije lihevhatinek pêkhatibû. Carinan jî tûjiya tiraliyê xwe berepêş dikir. Wê şevê heta nîvê şevê şerê bi xwe re domand. Êdî him ûcdanê wî him jî laşê wî ji hal ketibû. Laş peyivî:

  • Bes e. Ma tê min bikujî?

Eqlê wî cewab da:

  • Belê îro bes e. Lê ji îro û pê ve…

Di nîvê vê şevê de laşê wî xwe bera xeweke kûr da. Dema ku şiyar bû hindik mabû ku azana ‘esirê bê xwendin.

Yazar: Emin Agahdar

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: wî de

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site