14:45 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 2


ÎroÎro : 238

meha rewacdarmeha rewacdar : 5189

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662463

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

JI BO SÊVEKÊ

Yekşem - 07/12/2014 18:58
JI BO SÊVEKÊ

JI BO SÊVEKÊ

Çileya havînê bû. Rojeke germ û xweş. Hiseyn îro zû ji xew rabûbû. Lewra dora pez ya wan bû. Xwîşk û birayên wî hêj biçûk bûn. Ji ber vê yekê her daîm ew diçû ber pez. Carna pir aciz dibû. Kêfa wî gelekî ji xwendinê re dihat. Lê mecbûr bû ku şivantiyê bike. Lewra debara malbatê li ser milê wî bû. Bavê wî berî heft salan nexweş ketibû. Bayê felcê lê dabû. Ketibû nav dest û piyan. Xwedê jê razî be diya wî bê gilî û gazind hemû ihtiyacên bavê wî dianîn cih. Soz dabû diya xwe wê ew ji vî halî xelas bikirana. Kete nav xeyalên dûr û direj. Wê bixwenda, bûbûya mamoste û bihata gundê xwe. Wê ji zarokên gund re bûbûya pêşeng. Ji bo xwendinê wê ji wan re rê vekira.

JI BO SÊVEKÊ


 

Çileya havînê bû. Rojeke germ û xweş. Hiseyn îro zû ji xew rabûbû. Lewra dora pez ya wan bû. Xwîşk û birayên wî hêj biçûk bûn. Ji ber vê yekê her daîm ew diçû ber pez. Carna pir aciz dibû. Kêfa wî gelekî  ji  xwendinê re dihat. Lê mecbûr bû ku şivantiyê bike. Lewra debara malbatê li ser milê wî bû. Bavê wî berî heft salan nexweş ketibû. Bayê felcê lê dabû. Ketibû nav dest û piyan. Xwedê jê razî be diya wî bê gilî û gazind hemû ihtiyacên bavê wî dianîn cih. Soz dabû diya xwe wê ew ji vî halî xelas bikirana. Kete nav xeyalên dûr û direj. Wê bixwenda, bûbûya mamoste û bihata gundê xwe. Wê ji zarokên gund re bûbûya pêşeng. Ji bo xwendinê wê ji wan re rê vekira.

Gelekî bi hezînî bilûra xwe ji tûrikê xwe derxist. Pez jî li ber kaniyê mexel bûbû. Dest bi lêdana bilûrê kir. Oy birawo çi xweş deng vedida. Dengê bilûra wî li çiyan olan dida. Lê da û lê da…  hêdî  hêdî  dengê bilûrê nizim bû. Betilî, çiqas xewa wî dihat. Pala xwe da darê û bi xew re çû. Piştî demekê şiyar bû. Li dora xwe meyizand, bilûra wî ketibû erdê. Rahişte bilûra xwe ku bixe tûrikê xwe. Lê tûrik li ber xwe nedît. Rabû ser piyan li tûrikê xwe geriya. Tûrikê xwe li pişta darê dît. Devê tûrik qetiyabû. Nan û penîr jî hatibûn xwarin. Berê xwe da pez û got:

-Hey! Bê xwedî mano. Ma we çima nanê min xwar,  çavbirçîno! Ji erdê rahişte kevirekî û avête nava pez û got:

-Ez gelekî birçî bûm. Nanê min jî van gemaran xwarin. Ka ez ê çi bikim?

Li derdora xwe meyîzand, li kevika kaniyê dar xuya dikirin. Bi wir de çû. Ev dar darên sêvan bûn. Sêv gihiştibûn, weke tavê dibiriqîn. Di dilê xwe de got: “Dibêjin ku mirov ji darê xelqê yek dido fêkiyan bixwe helal e.”  Wê rojê berê diya wî behsa vê meselê kiribû. Gotibû “Mafê çavan heye. Bi şertê ku mirov îsraf meke dikare yek dido fêkiyan ji bexçê xelqê bixwe.”  Destê xwe dirêjî darê kir û sêveke xweşik ji darê jêkir. Gezek lê da  “ Ox tama wê çiqas xweş e.” Yek du gezê din lê dan. Bi dengekî bilind re hilciniqî:

- Kuro! Tu çima bê destûr dikevî ziyana min? Ma tu nizanî ev bexçe yê kî ye? Ez Eliyê Xelef im. Axayê vî gundî me.

Sêv ji destê Hiseyn kete erdê. Serê xwe rakir. Eliyê Xelef û her du birayê xwe li hemberî wî bûn. Erê ma qet mimkûn bû ku navê wî nebihîstibe. Li derdora van gundan her kesî navê wî bihîstibû. Bi zilm û zordestiya xwe bi nav û deng bû. Kesî newêribû li hemberî vê zilmê serî rakira. Gundî di bin emrê wî de dişuxuliyan. Bi hezaran dewarên wî hebûn. Ev hemû mal û milk ji bavê mabûn. Bavê wî jî axa bû her wiha kalikê wî jî. Hem mal û milk hem jî zilm û zordarî ji bavan derbasî zarokên wan dibûn. Hiseyn bersiv da axa:

- Pêz, nanê di turikê min de xwarin. Ez gelekî birçî bûbûm. Loma min ji bexçê te sêvek xwar. Eliyê Xelef gotina wî birî:

- De bes e,  pîsê heram. Ma malê bavê te ye law. Ma malê xelqê bêxwedî ye.

- Xalo, dibêjin ‘ ji yek dido sêvan tiştek nabe. Mafê çavan heye.’

- Oooo! mehna diziya xwe jî dîtiye.

Axa li birayê xwe vegeriya :

- Ka hûn li vî qeşmerî meyizînin. Fetwa diziya xwe jî dîtiye. Te ji kîjan melayî fetwa sitand kuro! ez ê biçim stûyê wî bişkînim. Ma malê xelqê li ber avê hatiye.

Birayê axê, Qasim, berê xwe da Hiseyn û got:

- Zimanê te çiqas dirêj e kuro! Tu li halê wî meyzêne Qam qama kelmêş e,  deng dengê gamêş e.

Piştî vê gotinê bi kenîneke kirêt bi dengekî bilind keniyan. Hiseyn gelekî qeherî. Ji bo sêvekê çi hatibû serê wî. Axa ji birayên xwe re got:

-Bes e bes,  em werin cezayê vî dizokî.

 Hiseyn got:

-Ez ne diz im. Ez ê biçim ji we re kîloyek sêv bînim.

Axa:

- Tu yê ji kurê bînî law? Hii! Min dît. Tu yê biçî ji bexçeyî din bidizî, ne wilo.

- Na lawo! ez malê heram naxwim. Heta vêga pariyek nanê heram neketiye devê min û zarokên min.

Hiseyn di dile xwe de got: “Beravajî, bi soz heta vêga pariyek nanê helal di qirika te de neçûye xwarê.”

Axa:

-Tu çima naştexilî, dizokê heram, tu yê sêvên min ji ku bînî.

Hiseyn :

- Kî gotiye ez ê bidizim? Ez ê ji malê bînim.

Axa:

-Law ma ez dîn im ku ez te berdim. Tu yê birevî ne wilo.

Hiseyn:

-Ji bo sêvekê kî reviyaye ku ez birevim.

Axa:

-Kî got ji bo sêvekê law. Ma sêvên min û xelqê wek hev in. Ez sêv ê bexçê xwe dixwazim. Heke na, ez ê di bedela malê xwe de, te rehîn bigrim.

Hiseyn:

-Xalo, ev çi zilm e. Ji Xwedê bitirse. Ma Xwedê wilo gotiye.

Axa:

-Bes e,  devê xwe bigre ma ez ê li te his im.

Axa ji birayekî xwe re got:

- Here malê tevir û bêrê bîne em ê çalekê bikolin û vî dizokî berdine çalê.

Axa berê xwe da yê din:

-Tu jî herê gundê vê dizê ji eqrabayên wî re bêje “şivanê we diziya me kiriye. Heta ku hûn cermê(bertil) nedin em wî bernadin.”

Hiseyn got:

-Axa ji bo Xwedê ev çi hal e?  Min berde tu çi dixwazî ez ê bidime te.

-Ma wilo çêdibe, ma ji destê Eliyê Xelef kî wilo bi hêsanî xelas bûye.

Axa, derbek lê da. Hiseyn şewişî kete erdê û ji hiş çû.

Tevir û bêr anîn. Rabûn çaleke kûr kolandin û Hiseyn avêtin nava çalê. Gava ku kete nava çalê hişê Hiseyn hate serê wî. Erê birastî jî ew avêtibûne çalê. Xwe negirt û bi dengekî bilind giriya. Hêsir ji çavê wî weke baranê dibariyan. Nifir û gotinên nexweş li axê dikir.

Serê sibehê xeber gihiştibû gundê Hiseyn. Diya Hiseyn Serê xwe xistibû nava destê xwe digiriya. Bavê wî jî gelekî xemgîn bûbû. Lê tiştek ji destê wî nedihat. Rebeno nikaribû rabe ser piyên xwe, wê çawa kurê xwe ji destê wî zalîmî xelas bikirana. Bavê Hiseyn ji jina xwe pirsî:

- Ew zalimê kafirbav çi ji me dixwaze? Ma hewceyê gepek nanê me ye. Ya Rebbî! Tu mala vî zalimi xera bikî.

Diya Hiseyn:

- Amîn û hezar carî amîn. Kuro! Ez ê biçime her çar bizinê me bifroşim. Axa ji bo ku kurê me berde berdêlê dixwaze.

Bavê Hiseyn deng nekir. Ma wê çi bigota. Mecbûr mabûn. Tiştê di destê wan de hebû,  ew bizin bûn.

 - Erê here bifroşe. Ma ev heywan ji kurê me çêtir in. Xwedê mezin e. Wê kurê me dîsa ji me re bikire.

Diya Hiseyn çû bizin ji axurê derxist û ew dan pêşiya xwe bir sûka navçeyê.

Hiseyn, heta ku qirika wî zûwa bûbû giriyabû. Êdî hew hêstir ji çavê wî dihatin. Gelo dê û bavê wî bi vî halê wî zanibûn. Sûretê diya wî di ber çavê wî re derbas dibû. Nezîkî bîst saete ku di vê çalê de bû. Lê ev bîst saet jê re weke hezar salan bû. Wext qet derbas nedibû. Ji wextê ku ew avetibûn vê çalê carekê tenê nan û av dabûnê.

Diya Hiseyn li bazara heywanan bû. Zêde kesî bihayê bizina nepirsîbûn. Yên ku ji bazarê kiribûn jî pereyekî bê kemal didanê.

Bûbû êvar, diya Hiseyn bizin dîsa anîn gund. Bavê Hiseyn gava ku dît jina wî kete hundir jê pirsî:

-Te bi çi qasî dan?

Diya Hiseyn:

-Min yek jî nefirot. Yên ku li bazarê dikirîn jî buhayekî zaf erzan didanê. Dengê jinikê nizim bû. Serê xwe vegarand şibakê û got:

-Berxikê min di çi halî de ye gelo? Ew zalimê xwinxwar tiştek neyine serê kurê me.

Hêstirên çavê wê ji dêmên wê dihatine xwarê û fîstanê wê şil dikir. Bi destê lerzokî, rahişte çarika xwe û pê çavên xwe zûwa dikir. Bavê wî berê xwe dabû dîwar, xwest ku kulmekê li dîwar bixe. Lê hat bîra wî ku rih di dest û piyên wî de tuneye.

Roja din, wextê nîvro axa hat ber çalê. Li çalê meyizand, piçek nan û qotikek av avêt xwarê û got:

-Şivanê dizok, tu dibinî dê û bavê te jî li te xwedî dernakevin. Law tu çi mirovekî bêxwedî yî? Hiseyn bersiv da:

-Ji bo sêvekê, ji bo sêvekê, ji bo sêvekê…

Êdî Hiseyn ev hevok dubare dikir. Axa rabû çû û got:

-Cehnema te kirî. Wellah min sond xwariye. Heta ku berdêla te nedin, ez te ji vê çalê dernaxim. Tu bimrî jî, laşê te dûpişk û mar jî bixwin ne xema min e.

Roja sisiyan, bizin hatibûn firotin. Diya Hiseyn hat,  hezar nifir li ser kir û pere dane axê. Hiseyn ji çalê derxistin. Diya wî ser û çavê wî maç kir. Serê wî danî ser pêsîra xwe û bire malê. Bavê wî û xwişk û birayên wî ji kêfa digiriyan. Lê tiştekî xerîb, êdî Hiseyn li hemberî xwe dimeyizand û qet nediştexilî. Carna bi dengekî bilind carna bi dengekî nizim ev hevok dubare dikir: “Ji bo çi? Ji bo sêvekê.”

Meh û sal derbas bûn lê ev halê Hiseyn derbas nebû. Ew kurikê rûgeş êdî çûbû. Carna ku derdiket derve zarokên gund li pey de dihatin û digotin:

- Kekê Hiseyn ji bo çi?

             Hiseyn her daîm eynî bersiv dida:

- Ji bo sêvekê, ji bo sêvekê… Zarok dikenîn û dîsa dipirsîn:

- Te got çi, ji bo çi? Hiseyn diqehirî lê heman bersiv dida:

- Ji bo sêvekê law! Ji bo sêvekê… 

 


Yazar: Ramazan YAMAN

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site