00:28 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 20


ÎroÎro : 23

meha rewacdarmeha rewacdar : 6420

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663694

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Hêvî

Şemî - 14/03/2015 23:13
Hêvî

Hêvî

Xezalê zilamê xwe baş nas dikir. “ Egît, dizanim ku wekî tu li ser êgir bî. Lê hema pitika me jî bibîne û here.” Egît bîstekê bê deng ma. Tiştek ji devê wî derneket. Di eywana vî xaniyî de pîrika xwediyê xênî tenê dima. Loma bi dilê rihet ew kiribûn mêvanê xwe.

                           Çavê wê yê gir li dorhêla xwe dinêrî. Di nav hestên têkel de hişê wê ji hev belav bibû.  Hîna nû hatibû vê malê. Wiha li nav nivînên xwe dirêjkirî bû. Îro çend roje ku wekî hiş ji serê wê çûbe. Carînan têdernexist ku li ku derê ye jixwe. Wekî jiyana wê serobino bibe. Di gerdûna wê de, di kurahiya dilê wê de her roj dunyayek ava dibû û xera dibû. Zikê wê hatibû heta ber devê wê. Êdî demeke hindik mabû kû dê zaroka xwe biwelidanda. Demeke dirêj wiha li sewax, beşt û pereketên xênî niherî.  Westiya bû.  Bi dijwarî lêvên wê diliviya. Di wê kurtedemê de hevokên kin ji devê wê derdiketin:

“Egît, Egît ma tu li ku derê yî? Qey tu nayê êdî?… Egît!?   

***

Ev der ne mala wê bû. Ew kirasê ku lê bû qet xwe tê de aram hîs nedikir. Bi dijwarî xwe li mayîn û têlên dirinde xistibun û xwe avêtibûn vî diyarî. Di dest û lingên wan de şopa birîna duxuya. Piştî ku hatin û şunde heta ku ji destê zilamê wê Egît dihat ji hevjîna xwe nediqetiya. Zilamê wê ketibû nava nakokiyeke dijwar. Nema dizanibû ku wê çi bike jixwe. Li aliyekî maliya wî û li aliyê dinê jî bajarê bav û kalên wî ji ber çavê wî wenda nedibû. Li vê jûreya xênî li kêleka dîwêr tenê doşek û balîfek raxistîbû. Egît li dorhêla Xezala xwe wiha diçû û dihat.

“Xezala min, aram be… Niha piştî ku zaroka me çêbû û şûnde em çi jê re bistînin ”

Xezalê fêhm dikir ku zilamê wê dixwaze hinekî moral bidê. Lêbelê ya dilê xwe yekser neda der. Jixwe di axaftinên wan de bêdengî hakim bû. Piştî bêdengiyê tenê hevokek ji devê Xezalê derket:

“Niha tenê dixwazim tu li ba me be û hew!”

Xezala çavreş mehên ducaniya xwe tev li bajarê xwe yî şêrîn domandibû. Lêbelê niha jî çend roj tenê mabû ku zaroka xwe bianiya dinê. Herwiha jiyan jî her didomiya. Hîna beriya çend salan li mala xwe ber dilê xwe xweş dikirin. Di şevên dirêj de plan û projeyên ku wê pêk bînin diaxivîn. Wê xaniyekî du qat û hin alavên nû ji xwe re bistandana. Dilê Egît hebû ku ger zarokên wan kur be dê bisiklêteke şîn jê re bistanda. Lêbelê heyata dinê wekî zîzokê dizîvirî; ango mîna holîka zarokan bû. Dem ji hundurê demê de dihate xuluqandin û qet kesî nizanîbû ku çi li pêşiya kê ye! Niha jî hêvî, bextewarî û xiyalên xwe li dû xwe hiştibûn û hatibûn vî diyarî.

Egît maweyeke dirêj li ber serê wê ma. Ji pencera ber serê Xezalê li bajarê bav û kalên xwe dinêrî. Ewrên tozê ji ser bajêr kêm nedibû. Xizmên wî tev li wir bûn. Tepe repa dilê wî qet nedisekinî. Kelecana dilê wî ji çavê wî yên birqok dida der.

Xezalê zilamê xwe baş nas dikir.

“ Egît, dizanim ku wekî tu li ser êgir bî. Lê hema pitika me jî bibîne û here.”

Egît bîstekê bê deng ma. Tiştek ji devê wî derneket. Di eywana vî xaniyî de pîrika xwediyê xênî tenê dima. Loma bi dilê rihet ew kiribûn mêvanê xwe.

Egît li ber wê sekinî,

“Xaltîkê tu ji Xezalê re nebêje hema welleh ez nema debar dikim. Divê ez herim… Zaroka min û Xezal emanetî te. ”

Xaltîka xwediya xênî bi tu awayî neaxivî. Îcar wê çi ji Xezala belengaz re bigota?

Bajarê bav û kalan îro bibû gulokek êgir. Dûmanên tîr bi ser serê bajêr de ketibû. Egît bi lez ber bi sînor ve dimeşiya. Her ku berê xwe dida bajarê kavilbûyî xwe wekî çûkekî azad hîs dikir.  Koça mirovan wekî lehiyê bi ser xetê ve dihat. Zarok, jin, extiyar… Egît di ber xwe de: “Dîrok dubare dibe, dîsa para me bu êş, girîn” digot.

Têlên dirinde ên sînor û striyên hişk nigên xwas birîn dikirin, dihatin û her dihatin…

Sanciyên Xezalê her ku diçû bêhtir dibû. Her ku diêşiya bangî zilamê xwe dikir:

“Egît, Egît… Xaltîkê tu jî ji min re nabêje. Ew çû û me hişt ne wisa?”

“Aram be qîza min, aram be. Dê her tişt rast bibe. Nexwe ev der mala te ye!”

Pitika wê bi silametî hatibû dinê. Kelecana dayikbûnê xwe li ser lêvên Xezalê danîbûn. Bişirîneke tenik lê peyda bûbû. Xaltîka xwediyê xênî xulekekê tenê jî jê nediqetiya. Êdî di hembêza wê de giyanekî dinê hebû û ev jî aramî û bextewariyeke siruştî xistibû hinavê wê.

Dilê wê bibû du perçe. Li vê mala xil û xalî de çavên wê tim û tim li bajarê jêr bû. Balafirên şer, şervanên ku çavê wan noqî ava mirinê bibûn; her der bi tama mirinê… xwîn û wêranî.. bajarê şêrîn ku îro kavil mabû.

Xezal digel hemû neyîniyên dijwar dîsa jî ber dilê xwe hênik dikir. Dixwest ku gulên hêviyên wê nequrmiçe. Di xiyalên xwe de pêşerojeke azad û bextewariyeke berz derbas dikir… Xwezî digot, herdem, di ber xwe de xwezî!

 “Xaltîkê bi ya te wê Egîtê  min vegere an..?”

Xaltîka xwediya malê qet nedixwest ku wê bişkîne.

“Înşellah qîza min. Çima nebe?”

Şevên havîne yên kurt ji wê re hê bêhtir dirêj bibû. Her ku teqînek bilind dibû xewnên Xezalê dibû hezar perçe… Hêviyên wê dibû cûmek hesin û di gewriya wê de…

***

Êdî du sal derbas bûbû. Hîna nav li lawê xwe nekiribû. Xaltîka xwediya malê nexwestibû ku vê agahiya reş jê re bêje. Hêviyên Xezalê bila her dem jîndar bûna, gotinên xwe her dem dubare dikir:

“Xaltîkê ez dibêm wê Egît were ne wisa?”

“Çima nebe qîza min?”

“Xaltîkê ez îşev ji xwe re fikirîm. Ez ê îro nav li lawê xwe bikim. Nexwe dema ku Egîtê min jî hat bawerim ew dê pirr ji vî navî hez bike…  Navê lawê min KOBAN e xaltîkê.”

Yazar: Fahri Ayhan

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site