15:14 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 249

meha rewacdarmeha rewacdar : 11394

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653257

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

GIRÊ BÊMİRAZ

Şemî - 20/10/2018 18:33
GIRÊ BÊMİRAZ

GIRÊ BÊMİRAZ

GIRÊ BÊMİRAZ Rojbîn Ozkan

Ez û hevala xwe Berçem em bi texsiya Berçemê ketin rê. Rêya gund bi qasê du saetan ji bajar dûr bû.  Wê rojê baran hûrik hûrik dibariya. Di demsala baharê de, siruşt bi şinahiyê xemilîbû…

“Ji te re qewet be xatiya Binevş!”

“Wey tu ser herdu çavên min hatî mamoste!”

Ew sê sal bûn ez li wî gundî mamoste bûm.

“Ev, hevala min Berçem e. Wê çend rojan li vir bibe mêvanê me”

“Bila be. Serçava hatî keça min! deriyê me herdem ji mêvanan re vekiriye”

“Mala te ava xatî.”

Ew sê roj bûn min û xatiya Binevş me mazuvaniya Berçemê dikir. Nizanim çima, lê Berçemê eleqeyek mezin nîşanê vê gundî dida. Em her roj diçûn nav gund,  hema bêje ji hemû pîrejin û kalemêrên gund re ketibû pêwendiyê. Te digot qey rojnemavaneke ketiye pey lêkolînek kûr.

“Xatiya Binevş, ez dibim qey vî gundî mala herî qerebalix mala muxtar e, ne wisa? Lewre ji min re got em neh bira û heşt xwişk in”.

Pirsên Berçemê her zêde li ser malabata muxtar bû. Ya rast hîn gotinên gundiyan ên derbarê vê malbatê de bala min jî dikişand bes min qasê Berçemê mereq nedikir.

Xaltiya Binevş hê pirsa Berçemê nebersivandibû min lê zede kir:

“Tê bîra te xaltî ez û tu em par çûn pincarê, binya Girê Bêmiraz merzelek hebû. Dema min ji jinên gundî pirsî, wan gotin; “merzelek bêxwedî ye”. Lê te got ya xwişka muxtar e bes ew vedişêrin”

Bi vê pirsa min, aciziyek xwe di awirên xatiya Binevşê de da der. Hema berê babetê veguhart:

“Te got pincar, wa salwexta pincar hat. Hezdikî em sibe herin hinek keleng û gulik berhev bikin”

“Gelek baş e,  xaltî hingê hûn min bibin berpala Gire Bêmiraz, rastî min ew der pir mereq kir. “Girê Bêmiraz” çi navek balkêş gelo çima ev nav lêkirine?”

“Keçê ew der pirr dûr e;  kê dikare here wir, ez rebena Xweda we çawa bibim wir?”

Ez li benda bersiva Berçemê nemam:

“Em ê bi erebê herin.”

Roja dî em bi dengê xaltiya Binevşê ji xew şiyar bûn. Wê rojê ewr xwe dabûn alikî, tavê konê xwe vedabû ser sirûştê…. 

“Ez gorî dilovaniya te bim, ey Xwedayê mezin! Tîna tavê naşibe tu sobeyan. Hûn dibînin keçno em di mal de weha germ nedibûn”

“Rast dibêjî xaltî, hemd ji Xweda re”.

Me tevê xatiya Binevşê demek dirêj kereng û gulik berhev kirin. Karê berhevkirina pincarê pirr xweşa  Berçemê neçûbû. Bi ken ji xatiya Binevşê pirsî:

“Gelo cara yekem, kîjan kurdê bêaqil pincarek wek kereng bi dirî kifş kiriye û bûye bela serê jinan.”

“Ka ez êvarê ji te re bipijînim bixwe tê dîsa wisa bibêjî gelo?”

Piştî berhevkirina pincarê, me li ser kaniya berpala gir bêhna xwe veda.

“Ka ew merzelê we qal dikir li ku ye? “

De rabin em êdî vegerin. Xaltiya Binevş pirsa Berçemê nebersivand. Lê Berçem ji daxwaza xwe nehate xwarê. Pirsa xwe dubare kir:

“Xaltî; tu Xwedê min bibe ser merzel”

Xaltî bê dile xwe ji cihê xwe liviya. Bi dengekî nizm bû nice nica wê:

“Ez nizanim tê herî ser merzel çi bikî? Tu bêjî heşa qey merzelê Pêxember e.”

Xaltî em birin ser merzel. Tenê kevirek piçûk wek kêlik di ber serê merzel de hebû…

Min berê xwe da Xaltiya Binevş û jê pirsî:

“Xaltî xêra mîriyên xwe ji me re çîroka vê merzelê vebêje?”

“Keça min dev ji van çîrokan berdin. Serê xwe nekin belayê”

Bela çi xatî! Xwedê ji te razî, em du xerîb in di vî gundî de, îro li vir in sibê diçin. Çi şolê me belayan heye. Ka tu ji kerema xwe re bêje ev çi mesleye. Soz em ê devê xwe wekî sandoqeq tijî zêr be biqefêlin”

Herçendî Xaltiya Binevş gelek li ber xwe da jî di dawiyê de me ew iqna kir:

“Ez hê bûka teze bûm hatim vê gundî, zêde nasê min tunebûn. Berfê keçikek hevsalê min bû. Min çavê xwe bi wê vedikir. Keçikek gelek rûken û dilsoz bû. Rojek birayê min hate serlêdana min, hingê xortek ji gundê me navê wî Xelîl, digel wî hatibû. Ez û Berfê jî wekî hercar dîsa li bal hev bûn. Berê haya min jê nebû lê paşê ez pê hesiyam ku Xelîl û Berfê dil berdane hev. Rojek Berfê hat ji min re got wê malbata Xelîl bên wê bixwazin. Çûriskên evînê dabû dilê wê, ji şabûna fir dida. Lê malbata Berfê ew nedan Xelîl. Nehiştin ew bi mirazê xwe şa bin. Lê wan dîsa jî dev ji evîna xwe bernedan. Wan zeviya dil ji hev re vekiribûn. Herdu jî di vê zeviyê de tovê evine çandibûn. Xelîl û Berfê gelek caran hevdu li vê derê didîtin…  Ango ev Girê Bêmiraz hêlîna evîna wan bû.”

“De rabin keçno ewqas bes e.”

“Çi ka ji ku bes e? Te dawiya çîrokê ji me re negot. Encam bû çi û ya herî giring ev merzel ya kî/kê ye?

Berçemê li şuna min jî pirsa xwe pirsî.  

“Rojek dîsa weha bihar bû ez û Berfê em bi hinceta berhevkirina pincarê hatin vir. Bîstek şûn de Xelîl jî hat. Ew û Berfê li ber çavê min wenda bûn. Ez gelek mam li benda Berfê, lê nehat bû reqereqa ewran baranek neditî bariya. Ez neçar mam ber bi gund ve reviyam. Dema min xwe gîhand malê heta binkirasê min hemû cil û bergê min şil bibûn. Ez ketim fikarê, min got; “gelo çi bi sere berfê hat?” Bû nivê şeve jî hê deng ji Berfê derneket. Ez wê şevê heta nimêja sibê ranezam.

Piştî banga mele min rabû nimêja xwe kir û ez ji mal derketim ku herim çêlekan bidoşim. Hew min dît teqeteqa dengê sîlehan tê. Gundî bangî hev dikin, hawar! Hawar! Ew çi deng e?. Kes nizan e çi  ye  û ji ku tê?. Paşê xeber hat, gotin şivanê gund, Berfê û Xelil di şikeftekê de dîtiye û çûye xeber daye birayên wê. Yek ji wan birayên wê jî niha muxtarê gund e. Birayên wê jî hatine bi sîlehan êrişî wan kirine, Xelîl mirîye…”

 Piştî mirina Xelîl kulîlkên evîne ên solina dilê Berfê de aj dabû çilmisî. Piştî wê rojê malbata Berfê nehîştin ew ji mal derkeve.

Hevdîtina me jî qedexe bû. Ew rewş, çend roj wiha domand. Rojek em pêhesiyan ku; birayên wê Berfê ji gund birine cihek nediyar. Hinekan gotin Berfê ducanî bûye ji ber wê biryara kuştinê dane. Guneh stûyê wan, hinekan jî gotin ji ber ku devê gundiyan bigrin ew ji ber çavan wenda kirine…

Heta çend sal berê jî min nedizanî Berfê sax e an mirî ye. Rojek  xwişka min hat ji min re got Berfê sax e. Min ew li Stenbolê di nexweşxaneyek de dîtiye, nexweşek giran e. Bes wesiyet kiriye gotiye; “dema ez mirim min di berpala Gire Bêmiraz de veşêrin”. Min xwe amade kiribû ku ez herim carek bi çavê xwe Berfê bibînim lê nebû qismet. Sê sal berê gundî hatin gotin ku bi şev miriyek anîne jê re di berpala Gire Bêmiraz de merzelek kolane û li wir çel kirine. Hema ez hatim, min xwe avêt ser merzelê hevala xwe.”

Ez gelek di bin bandora vê çîrokê de mam. Qet haya min ji Berçemê nebû bê ka ew çi difikire, berteka wê çiye. Dema min hestirên çavên xwe paqiş kir û serê xwe bilind kir çi bibînim min hew dît ku Berçemê serê xwe daniye ser kêlika merzel îske îska wê ye digirî.

“Wey! Keça min çi bi te qewimî? Wele min bizanibûya tê weha bikî min ev bûyer ji te re nedigot”

Ez xwarê erde bûm min çepilê Berçemê girt û xwest wê rabikim ser piyan. Berdilek di deste wê de bala min kişand, berdila wê di şiklê qelb de bû têde wêne hebû. Dema xaltiya Binevş ew wêne dît wekî sîtilek ava sar ser sere wê de birijînin hema cihê xwe de qerisî û bi matmayî got:

“Wî min porkurê ev wêneya Berfêye!”

 Berçemê serê xwe li ser kêlikê rakir li xaltiya Binevşê niherî û got:

“Berfê pirika min bû!

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site