02:21 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 115

meha rewacdarmeha rewacdar : 6512

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663786

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Encama Geloyekê

Yekşem - 07/12/2014 21:41
Encama Geloyekê

Encama Geloyekê

Meh meheke havînê û roj rojeke wê mehê bû. Min dema serê xwe rakir û li şibakê nihêrî taveke şîrîn li ser rûyê min ê bixew nerm, danî. Ez rabûm. Tenê nivînên min li erdê bûn. Di jûrê de kes nemabû. Ez bi ecele derketim derve. Paşê pejna diya min hat. Li xaniyê tendûrê bû. Ez ber pê çûm û min pirsa maliyan jê kir. Wê jî go: -Hemî çûne bênderê, partoz dixebite. -Dayê! ez ê jî herim. -Neçe, li ba min bimîne. -Na ez ê herim. -Nexwe pêşî taştêya xwe bixwe paşê tu diçî here. -Madê min naçe tiştekî hema ez ê girgirka xwe bajom û herim. -Nabe kurê min tê birçî çawa herî? -Ez ne birçî me. -Ka bisekine, ez to ji te re bidim ser nan û bide destê xwe, hey bixwe hey here. -Temam dayê.

Encama Geloyekê

 

Zafer AÇAR

 

Wê wisa kir. Li ser nîv destenanekî toyê spî yê stûr raxist û da destê min. Paşê li min nihêrî û got: “Ji partozê dûr bisekine.”

 

Ez, di destekî min de toyê min di destekî min de jî pêlîstoka min ber bi bênderê ve çûm. Pêlîstoka min ji şîşê hatibû çêkirin ku destiyek li ser du tekan bû û serê destî wekî dîreksiyonê di destê min de bû. Dema min ew dajot şîşiniya wê dihat û li pey xwe cotek dewsên zirav û dirêj dihişt.

 

Navbera malê û bênderê bi qasî kişandina cixareyekê hebû. Hê ez nû ji hewşa malê derketim ku min dengê partozê bihîst. Piçekî bikelecan piçekî bilez ez çûm bênderê. Hewa sayî, bi qasî germa serê sibeha wê mehê germ bû. Hatûçûna kes û makîneyan, xebata paleyên gund dilivand û jiyana wê ya bêdeng û bisekn diguherand.

 

Dema min xwe gihand bênderê min dît ku partoz dixebite, pale qismek rûniştine qismek dixebitin. Bavê min, apê min û birayên min dora xwe kiribûn û çay vedixwarin, xwîşka min li ber partozê bû. Ez bêdeng û bimereq nêzî traktorê bûm. Apê min gazî min kir:

-Were tevê me çay vexwe.

Dûre bavê min:

-Ji motorê dûr bisekine.

Kekê min:

-Neçe ber partozê.

 

Hema min bi serê xwe ‘na’ got û ez li ciyekî dûr sekinîm. Paşê bîstek şûnde meraqa min zêdetir bû û hêdî hêdî ber bi partozê çûm. Êdî guhê min jî hînî qîrîniya partozê bibû û ji bilî dengê wê jî dengekî din nedihat bihîstin. Dema ez nêzîk bûm, min bi şaş û metel lê nihêrî. Qayişa partozê ya mezin, çerxên wê û yên traktorê, lerza wan, bayên wan, dema gurz diketine hundir şûnde girminiya partozê… Hertişt balkêş bû. Paşê çavên min bi qayişa cot a biçûk ket. Du qayişên zirav li dora çend çerxan digeriyan, wisa digeriyan ku baş diyar nedikir ka çiqas bilez in. Demekê min bi çend awayan li qayişan nihêrî. Bi çavekî bi duduyan, hûr, zîq. Paşê ez piçekî din jî nêzî qayişê bûm. Min sapek ji erdê rakir û da ser qayişê û paşê min berda. Min tiştek jê fêm nekir. Dûre min ji xwe pirs kir: ‘Gelo ez tiliya xwe bidim ser dê çi be?’ Paşê min destê xwe yê çepê guvaşt lê tiliya xwe ya mezin rast hîşt û binê tiliya xwe da ser qayişa binî.

 

Ez li erdê me, min dibin. Herkes bi aliyê min de tê. Apê min sîleyekê li min dixe. Niha em di erebeyekê de ne û bi aliyekî de diçin, xwînê dibînim, destê min di nava paçekî spî de ye û pir diêşe. Paşê doktorekî dibînim, di dest de derziyeke şiklê çekalekî de. Yekî serê min daye ber ampûlekê û bernade. Dîsa rê dibînim, riyeke dûr û dirêj. Xwîşka xwe dibînim, dirganên li erdê. Golê dibînim. Goleke şîn, mezin. Û dîsa doktor.

 

Kurapê bavê min serê min zexm girtiye û ji min re dibêje:

-Netirse! Tiştek nebûye, doktor dê te derman bike û em ê herin.

Û serê min dide pêş ampûlê, nahêle ez li tiliya xwe binêrim.

 

Paşê çavên xwe li malê vedikim. Rûyê diya min êşa min kêm dike. Destên min ên biçûk dibe ber devê xwe û radimûse. Ber min digere. Herkes li dora min kom dibe. Axaftina bi çima û xweziyan dagirtî heta dereng didome. Dûre bi rojan diçim pansûmanê li malên tendurustiyê yên li navçeyê yan jî li gundê cîran.

 

Dema pansûmana min a pêşîn hat kirin min tiliya xwe dît. Tiliya min çûbû li şûna wî tiştekî din hatibû. Heta ne wê gavê lê dema ez ê mezin bûma hevalan dê ew bişibandana serê teyrekî û em ê bikeniyana. Lê bûyer çawa çêbû û min çi kir tam nehat bîra min. Çend salan piştî wê bûyera jandar ez li ser wê qezayê fikirîm. Min bi çi awayî tiliya xwe dabû partozê? Çawa û çima?

 

Çend sal piştî wê bûyerê, di dema 10-12 saliya min şûnde de her havîn karê bênderê hebû û partoz di navenda wê de bû. Ji tîrdirûnê heta kadînê hema bêje mehekê karê bênderê hebû. Çendî ez jê ditirsiyam û ew serboriya jandar dianî bîra min jî min tu carî nezanî bê ka min çawa tiliya xwe kiribû ber partozê. Di wê navê de çend zarokên din jî- çi ji gund çi ji dergund- tiliyên xwe dabûn partozê û ew birîn li ser xwe hiştibûn. Heryek bi şiklekî û bi êşekî. Ya rastî qezayên partozê ne tenê tehlîkeya jêkirina tiliyan bûn. Gava ku qayişa mezin dipekand, gava ku dirgan digirt, dicût û wekî tîrekê perçeyên wê difirandin dibû makîneyeke kujdar.

 

Rojeke dema xortaniya min bûyer bi hemî zelaliya xwe ve hat bîra min. Min dabû dû meraqa xwe lê ser û binê qayişê hesab nekiribû. Na! yan min hesab nekiribû yan jî min gotibû jixwe ser qayişê diçe dîsa tê ser, lê binê qayişê?

 

 

 

 

 


Yazar: Zafer AÇAR

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site