17:47 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4

Botên lêgerînê : 1

Mêvan : 3


ÎroÎro : 239

meha rewacdarmeha rewacdar : 6573

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638619

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Ehmedê Mêrdînî

Yekşem - 07/12/2014 20:18
Ehmedê Mêrdînî

Ehmedê Mêrdînî

Îsal hêj nû hatibû Wanê. Ehmed ji Mêrdînê bû û ji bo xwendinê hatibû. Xwendina zanîngehê ya edebiyatê, edebiyata Kurdî. Piştî qeyda zanîngehê jî venegeriyabû bajarê xwe. Lewra perê rê, mesrêfên wekî din her diçû zêde dibûn.

Ehmedê Mêrdînî

Yakup AYKAÇ

Îsal hêj nû hatibû Wanê. Ehmed ji Mêrdînê bû û ji bo xwendinê hatibû. Xwendina zanîngehê ya edebiyatê, edebiyata Kurdî. Piştî qeyda zanîngehê jî venegeriyabû bajarê xwe. Lewra perê rê, mesrêfên wekî din her diçû zêde dibûn.

                Meha mijdarê bû. Hewayeke sar û bimij Wanê dagirtibû. Ne Sîpanê Xelatê ne jî Çiyayê Reş ji mijê xuya dikir. Hêj kesekî sobe vênedixist lê wekî ku sobe hebû, hewa bi dû û dûman bû. Dem, ser ‘esirê piçek diborî. Ciwanên zanîngehê jî yên ku dersa xwe qedandibûn, li rawestgehê ketibûne rêzê û li benda otobêsê bûn. Otobêsek dihat ya din diçû. Hemî jî hetanî dêrî xwendevanan mişt dikirin. Cihê rûniştinê nedima. Li rûyên hin kesan ku ji camê li derve dinêrî, xemgînî; li rûyên hin kesan jî rewşek ‘ecêb hebû. Gelo ew xemgînî ji hewayê gihîştibû rûyê wan?

“Ya Reb, a niha taviyek şilî bidî wê çi xweş be!” di dilê xwe de derbas kir Ehmed. Belkî ew gemariya dinyayê -demeke kurt be jî- dê biçûya. Na, nehat! Barana ku Ehmed dixwest nebarî lê, lib libî davêt. Lê ev baran ji bo qutkirina xemgîniya kesan têrê nedikir.

                Destê xwe xistibû bêrika sakoyê xwe Ehmed. Mînanî dara spîndarê yekî bejndirêj û lawaz bû. Piçek jî pişthodik bû. Pişta wî havînan ji xebata înşaatan, barkirina beton û pîrketan wekî kevan teviyabû hinek, lê dîsa jî yekî qeşeng bû…

Otobês li rawestgeha dawiyê, ango li navenda bajêr sekinîbû. Ehmed, ji ber ku hem bejndirêj bû nedikarî xwe xwar bike û li camê derve binêre bê ka ew niha li ku ne? Ev yek! Ya duduyan jî ew bû ku nav otobêsê ewqas tijî kiribûn, meriv nedikarî hema bêhnê hilde, îja peyabûn li ku mabû? Lê bi qirîna sîmsarê simbêlqelem û kincşepûl ponijandina Ehmed bi wî dengê tamsar bibû du ker: “Rawestgeha dawî ye! Bila kes nemîne…” Diviya Ehmed peya bûya.

Li kolanên Wanê, Ehmed dîsa bi serê xwe bû, dimeşiya. Mamoste lîsteyeke dûr û dirêj a pirtûkan dabû wan. Ehmed, beriya xwestina mamoste ji wan kitêban çend heb li sehafan hema bêje bi pereyekî kêm –nîvenîv- kirîbû. Lê têrê nedikir. Bêhneke kûr kişand, hinek sekinî. Hizirî. Jiyan zor û dijwar bû. Ji bo bidestxistina pirtûkan divê pere hebûya. Pêşiya wan zivistan bû. Ji xwe re bi tevî çend hevalan xaniyek bi du ode girtibûn lê ji bo zivistanê dê çi bikirana? Ciranê wan xêra dê‘w babê xwe sobeke kevn a komirê dabû wan. Lê ne komir bû, ne pere bû, ne xwarin. Pêdiviya wan bi qasî ku lîsteya kitêban dirêj bû. Kitêb, xwarin, vexwarin, êzing, komir, şûştina kincên qirêj, savar, birinc, maqirne, fasolî, nok… Xwedê kirî zeviyê wan a nîska hebû ku -bi zora dayika xwe- wextê hatinê bi xwe re torbek nîsk anîbû.

Bihayê kincan jî zehf zêde bû. Di wan rojan de dixwest ji xwe re fayîkek bikire lê hêj difikirî. Şalekî qot du carî fayîkê bû. Jixwe behsa solan qet nedihat kirin… Welahasilê, Ehmed li beşa edebiyatê dixwend lê qet hez nedikir ku ji birê xwe yê ku li Stenbolê dixebitî û wî re carna pere dişand, behsa edebiyata feqîrtiyê bike. Mixabin, xebata birê wî têrî malbavana Ehmed nedikir. Ji ber vê yekê, nedixwest ku haya birê wî ji rewşa wî hebe.

Li kolanan, li qehwexaneyan xelq behsa rewşa dewletê, hilbijartinên herêmî, avabûna başûrê Kurdistanê, xweseriya Bakur, şerên Rojhilata Navîn dikin. Aliyekî siyaset wekî dîzikê dikeliya, aliyekî din zanîngeh û akademîsyenan rewşa dewletê dinirxandin. Li ber parqa Feqiyê Teyran jî komek civiyabû û ev sê roj bû di greva birçîbûnê de bûn. Ji ber ku hezar kesî zêdetir ji karên xwe hatibûn derxistin. Li gorî Ehmed, Wan bajarekî ‘ecêb bû, ji Mêrdînê zehf cuda bû. Dîsa komek dît ku keç û xort tev dimeşiyan û ji şanogehê derketibûn. Bi ken û coş di rê de dimeşiyan. Di destê wan de garisên heşandî û balûleyên ji goştê mirîşkê çêkirî, hebû. Dolar bibû du lîre. Jixwe kesî nedikarî hisaba sotemeniyê bike. Lê dinya xema wan de nebû. Hingê, gotinên kalikê wî hate bîra Ehmed: “Dinya wusa ye lawo, alîkî ken alîkî şîn!”

Na, nedibû. Divê bixebitiya, pere kar bikira. Wisa hêsan nebû xwendin. “Kuro lawo, çi ‘îşê te heye tu dixwînî!” got di dilê xwe de. “Ne lazim e ku her kes bixwîne, divê hin kes jî ji xwe re karekî bibînin û bixebitin.”

Tengezar bû piçek. Gava ji gundê xwe rê ket, hevalên wî Ehmed rê kiribûn. Hingê henekên xwe bi Ehmed kiribûn:

- Ehmed êdî bû mirovekî mezin. Me bîr neke haa qeşmer.

- Ehmed êdî me nas nake… û dikeniyan hemî jî dikeniyan. 

Hevalên wî hatin bîra Ehmed. Dê û bavê wî, xwîşk û birayên wî… Gelo a niha çi dikirin? Di derheqê Ehmed de çi difikirîn?

Ne girîng bû. Ehmed li cihê xwe, xwe ‘ediland. Divê ez bixebitim, karek ji xwe re peyda bikim. Lê çi? Ber destê esnafekî, li rûs bazarî dikanekî, piştivanî, firotina çaya qaçax… kar zehf bû lê kîjan li gor wî bû? Ehmed, dixwest ku tasek şorbeke germ vexwe. Baweriya wî ew bû ku piştî şorbê mesele giş dê hel bibûya. Belê! Şorbe, şorbeyeke germ…

Baranê libên xwe zêde kiribûn. Li kolanan lêmiştên biçûk radibûn. Solên Ehmed, qul bûn û av dikişandin. Xwedêkirî, sakoyê birê xwe jê standibû. Bi taviya baranê re Ehmed xwe şîrp avêt qehwexanê. Li vir jî ‘alemeke cuda hebû. Porên xwe yên şilbûyî bi destê xwe yê çepê rast kir, xwe ‘ediland û derbasî ber camê bû. Xemgînî di vê roja ‘ewrawî de mîna hilma li ser camê, însan wergirtibûn. Lêmişt gemariya bajêr dişûşt. Digel baranê xem û keser dibarî lê nêzîk bû ku bûka baranê jî derkeve. Ehmed mîna sîmsarê, bi dengekî xurt got:

- Bira, dem berdê!..

Yazar: Yakup AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site