20:33 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 12


ÎroÎro : 180

meha rewacdarmeha rewacdar : 2665

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615582

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Egirdekfiroş

Çarşem - 13/11/2013 12:58
Egirdekfiroş

Egirdekfiroş

Li ber qeraxa behra Wanê me. Zivistan e. Di bixêriyê her malan de dû mîna maran hildikise. Erdhej jixwe li wan dera birîndar kiriye, li ser wê jî komirên erzan vê bajarê hedî hedî vê birînê kûr dike. Mijeke tîr li ser behrê ye. Bayekî xwes tê. Lê dîsa jî roj dikare dilê mirov germ bike. Tîrêjên rojê

Li ber qeraxa behra Wanê me. Zivistan e.

Di bixêriyê her malan de dû mîna maran hildikise.

Erdhej jixwe li wan dera birîndar kiriye, li ser wê

jî komirên erzan vê bajarê hedî hedî vê birînê kûr

dike. Mijeke tîr li ser behrê ye. Bayekî xwes tê. Lê

dîsa jî roj dikare dilê mirov germ bike. Tîrêjên rojê

li ser rûyê behrê diçilvilin. Û cihê ku behr digihije

asîman, roj ber bi avabûnê ve diçe.

Ez li vir çi digerim? Temam, hat bîra min.

Îro hinek bêhna min teng bibû. Ji ber vê yekê hema

sa’etek beriya paydosê, ji ofîsê derketim û hatim

lengergehê. Lengergeha Wanê. Ciheke xwes e.

Mirov li vir dikare hinek tenê bimîne û bêhna

xwe vede. Halê xwe yê xemnak û kesergirtîbûyî ji

behrê re vebêje. Belê, ez jî wîsa dikim.

Ewa qedera sa’eteke ez li vir im. Êdî dema

çûyînê hatiye bawer kim. Li ser berfê bi gavên

piçûk dimesim, ber bi rawestgeha otobisê ve diçim. Pey min, dewsa lingê min ên kûr dimîne. Tu

dews ji bilî ya min nîne. Dimesim û li dewsa lingê

xwe nanêrim, wekî kûselekî pîr. Wa otobis jî tê...

Ya rastî îro morîka siûdê bi min re nebû.

Çend pirsgirêkên mezin çêbû li ofîsê, kenew

bayîsa wê meselê ez bûme. Bêsansî ya min! Lê

dîsa jî di otobisê de ji xwe re cihek dimînim. Aliyê

çepê yekî simbêlboq rûnistiye. Wî nas nakim. Lê

diyare ku hin tistan aciz bûye. Dizivire li aliye min

û bêdestûr, hinek jî bihêrs, dest bi axaftinê dikê;

“li vê bajarê, dema ku hilbijartina saredariyê tê,

her kes derheqê partiyan de qise dike, kes nabêje

yekî qenc bila qezenc bike” dibêje. Û bi vî awayî

rojeva navbera me jî diyar dike.

“Kekê çi bû, çima wisa hêrsî?” pirs dikim.

Ew jî dibêje; “Kekêcan, çawa hêrs nebim! Qasek

berîya hingê min rojnamevanek dît. Rojnamevan

ji xelkê dipirsî: Pîrsgirêkên herî mezinên bajarê

me ligorî te çiye?”dibêje.

Kena min pê tê. Nizanim çima, lê ev

hersbûyina wî merîvê simbêlboq, axaftina wî ji

min re komîk tê. Ez jî bersiva wî didim: “Ka, çi

nîne?”

Xazîl min pirs jê nekira. Merîvê simbêlboq

he derd û kulen xwe ji min re vedibêje he giliyên

xwe bi min dike. Dawiya xeberdana wî nayê.

Acizbûna xwe jê re kifs nakim, xatirê xwe dixwazim û rawestgeheke nêzî sûkê peya dibim.

Li dijî bêdengiya lengergehê, geremoleke mezin li sûkê heye. Hêlma ji devê mirovan

derdikeve, xwe ji vê sirê eyan dike. Carna tevî

dûxanê cixarê bilind dibe û têkilî hewayê dibe.

Erdê berfeke heliyayî heye. Herî nota benûstê ji

solê mirovan re zeliqî ye. Hin kes dibezin. Hin

kes dimesin. Ez xwe di nav wan de hinek acîz,

westiyayî û perpût/bêhal dimînim. Hinek li ser piyan disekinim. Der û dora xwe mêze dikim. Ber

dikaneke xirbe zarokek deh duwanzde salî bala

min dikisine û ber bi wî ve dimesim.

Lingê wî de gîzmekî sîn. Delingê xwe

xistiye nav gorê xwe. Gorê xwe yê diryayî jî heta

jorê kisandiye. Salê wî, ber çokê wî yê rastê pîne

kiriye. Qoçikeke kevn li ser wî ye. Berê wî girtiye lê diyare ku fermara wî pêsiya qoçikê hetanî

jorê negirtiye. Berstûka faykê wî jî serê xwe nav

qoçikê re derxistiye.

Ser kasê fêkiya dezgehek vekiriye. Egirdekê

1

dayika xwe difirose. Dike gazî:

“Egirdekên xwes, egirdekên toq, egirdekên mes-

hur ên Wanê…” Egirdekên kurikê bi laylonê ve

pêçayiye û di nav sênî de ye. Deng lê kirina wî bi

aramî didome:

-

 

Egirdekên xwes. Egirdekên germ

-

 

Birayên ‘ezîz kerem kin, tam bikin.

Birçî nemînin…

Hin kesên ku li vir derbas dibin komî bera

wî dibin. Kurik qet fedî nake, kê bibîne yê bêje ev

der ne sûk e, qey mala wî ye. Xortê çeleng wisa

dixuye ku gelek dilfireh e. Çavê her kesî li ser wî

ye. Lê kes xwe lê danane. Kes hîç nabêje “ca ez

egirdekî bikirim”.

Lê egirdekfiros gelek caran rastî vê halê

hatiye. Diyare ku xwe gelek caran ceribandiye.

Serê xwe wan dera gelek caran êsandiye. Dîsa

dike gazî: “Kê egirdekî bikire, ji wî re qaîdekî

bêjim, straneke xwes… fermo…”

Xortekî çavbelek tê, nêzî egirdekfiros

dibe û dibêje: “berê stran, pasê egirdek!”

Egirdekfiros bi rûyekî bisirîn bersîva

wî dide: ”ser serêmin, ser çavêmin…” û dest bi

stranê dike:

Wa dîsa bû sev, xewa min nayê…

Wan sevên Wanê, sebra min nayê…

Êdî temam e. Her kes bala xwe daye vê

kurikê dengdilsoj. Her kes hem hinek xemgîn

dibe bi denge wî yê dilês hem jî dilges. Rûyê her

kesî dikene vê saetê. Westa rojê demek wenda

dibe. Ev stran îstaha her kesî vedike. Li vê derê

hin kes du heb, hin kes sê heb, hin kes bestek egirdek dixwaze. Hinek diravê xwe dide û ser vê jî

naxwaze. Hinek zêde zêde diravê wan egirdekan

dide. Egirdek firos dixwaze ku sîparîsa her kesî bi

lez bigihîne…

Ohh xwes! Egirdek xilas dibin. Binê

sêniyê tistek nemaye xêncî hûrmûran. Bêhna

egirdekfiros wisa fireh dibe, qey dibêjî rihê wî ketiye cinnetê. Ji kêfan devê wî diçe pîst guhên wî.

Êdî riya malê hêdî hêdî dixuye…

Serêvarê, egirdekfiros ji bo her kesî dibe

kaniya sahiyê. Belê her kes berêvarê dixwaze hinek bikene, kamran be. Di vê zivistanê de pistî

derketina ji karê, di bin vê berfê, sir û seqemê

de her kes dil û hundirê xwe bi vê stranê, bi vê

bisirîna kurikê delal ve germ dike. Belê, ez jî

wekî wan… Ne tengasiya rojê di bîramin de ye

ne jî halê min ê kesergirtîbûyî. Çawa ku mirovek

here sînemayê û filmek temasa bike, ez jî niha di

rewseke wîsa de me. Dawiya filmê bi giranî xwe

kifs dike.

Pasê xortê çeleng sênî ya xwe datîne ser

serê xwe û bi bextewarî, devê wî de stran, diçe

malê.

Wa dîsa bû sev, egirdekên min ret bû…

Wan rojên sar de, egirdek xwes bû…

------------------------------------------------------------------------------------------

1

Egirdek: Li hin deveran jê re dibêjin “bisî”. Bi hêvîrê çêdikin.

Nav rûnê diqijilînin. Wekî kadê biçûk in. Berê kê biça cihekî dûr û dirêj,

xurbetiyê an jî leskeriyê hingê ji bona rêwitiyê çêdikirin û rêwî jî egirdekê

xwe, li rê dixwar. Lewre xwarineke toq e, mirov zû zû birçî nabe.

 

Yazar: Yakup Aykaç

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site