15:10 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 266

meha rewacdarmeha rewacdar : 5217

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662491

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Di Taqika Kon Re

Înî - 16/05/2014 16:29
Min ji wê sîdana ku lî hember dîwarê me yî başûr ve çê dibû pir hez dikir. Nemaze di demên rojê havînê divê bihata ziyaretiya me. Dema ku rudinişt em li dorhêla wê xelek xelekî rudiniştin. Dika ku em li ser rudiniştin têra xwe pehn û dirêj bû. Xezên rûyê wê xelek xelekî, çavên wê di koncala xwe de hatibû xwarê… Hirbiya sor bi ser destmala sipî de li dora serê xwe gerandibû. Gava kû mirov lê dinêrî wekî kû extiyarek e ji rûpela dîroka xwe biqete û bê serdema niha. Tizbiya sed hebî di destê wê de awirên wê li xaniyê bavê wê yî kavilbûyî dinêrî. Kûr kûr diramiya. Diyar bû kû bîriya gundê xwe kiribû… Her dema ku ew dihat ez jî bi giramî nezîkî wê dibûm. Meta min Wetfa li bal min wekî çavkaniyeke dewlemend bû ku diviyabû min sûd ji jiyana wê yî borî werbigirta.

Di Taqika Kon Re

Fahrî AYHAN

Min ji wê sîdana ku lî hember dîwarê me yî başûr ve çê dibû pir hez dikir. Nemaze di demên rojê havînê divê bihata ziyaretiya me. Dema ku rudinişt em li dorhêla wê xelek xelekî rudiniştin. Dika ku em li ser rudiniştin têra xwe pehn û dirêj bû. Xezên rûyê wê xelek xelekî, çavên wê di koncala xwe de hatibû xwarê… Hirbiya sor bi ser destmala sipî de li dora serê xwe gerandibû. Gava kû mirov lê dinêrî wekî kû extiyarek e ji rûpela dîroka xwe biqete û bê serdema niha. Tizbiya sed hebî di destê wê de awirên wê li xaniyê bavê wê yî kavilbûyî dinêrî. Kûr kûr diramiya. Diyar bû kû bîriya gundê xwe kiribû… Her dema ku ew dihat ez jî bi giramî nezîkî wê dibûm. Meta min Wetfa li bal min wekî çavkaniyeke dewlemend bû ku diviyabû min sûd ji jiyana wê yî borî werbigirta. 

“Metê xuyaye tu pir ji vê derê hez dikî ne?”

“Ma ez dê çawa ji vir hez nekim kurê min! Hêka mirov li ku derê bişkê ew der dibe şêrîna ber dilê mirov”

Gelek dem berê; beriya pêncî salî digel hest û dîlînên qîzbûna xwe; xewn û xiyalên xwe bi vî gundî ve hûnandibû; bi tevahî li vir hiştibû û çûbû... Lê belê her cara ku vedigeriya vê dere. kenekî sivik li ser qermîçekên rûyê wê vedibû. Awirên wê yî têrwate ji aliyê xaniyê bavê wê nediqetiya. Diyar bû ku noqî deryaya gelek hest û dilînan dibû… Ew bavê ku gelek sal berê rehmet kiribû... Her ku li dîwarên kerpîç ên hilweşiyayî dinêrî peyva rehmetiyê bavê wê dihate bîra wê: “Berxa min ev dunya holîka zarokan e… zarok dê bilîze aciz bibe paşê xirab bike… di dawiyê de dest jê berdide û dihere!” digot. 

Bîranînên wê, yên ku li vî gûndî jiyabû wekî barana gir bi ser hiş û ramanên wê de dibariya. Êdî xaniyê hilweşiyayî dişiband extiyariya xwe ku êdî ew jî bi dijwarî dimeşiya.

Kelekela germa havînên vî diyarî… ew rojên ku pêdiviya mirovên heremê bi mistek hewa henik hebû. Gava ku ro ber bi aso ve sor dibû û şûnde êdî zarokên me ser dika malê av didan. Bi domahiya şevê re hewayeke hênik hinavê mirov mist dida. Di vê malbatê de pirr ji meta min Wetfa dihate hezkirin. Em wekî çûkên li maka xwe bicivin qet em jê nediqetiyan. Bi wê zar û zimanê xwe yî kevnar û rewan her vedigot. Wê digot me jî lê guhdarî dikir; wê digot rê li ber korîdoreke demê vedibû ku cîh bi cîh me lê digerand; wê digot em jî pêre diçûn û diçûn… Bavê min pirr ji dar û şênahiyê hez dike. Êvaran bêhna reyhan û sorgulan tevî gîhayên dinê dibûn. Giyanê mirov bi mestbûnê ve geş dibû. Êdî ew jî baş têgîhaştibû ku ez çiqas bi dilsoz û mereqdarî nêzîkî wê dibim.

“Rêzan! Bala min li te ye tu ji yên dinê bêhtir mereq dikî. Nexwe ew çi defter e di destê te de. Tu çi dinivîsî wiha?”

“Meta Wetfa welleh ez hewl didim ku ji jiyanê û serboriyên extiyarên mîna we hin tiştnan fêr bibim! Ji ber hindê ez dixwazim ku hin bîranînên we yî berê ji devê we seh bikim û paşê binivîsim”

Dema ku diaxivî mijar li ser mijarê vedibû. Hemî bi hev girêdayî, hemî bi qedera jiyana wê ve girêdayî!    

Min herî pir daweta wê mereq dikir. Êdî şevê jî dema xwe girtibû. Bavê min bêyî madê xwe çû ser textê razanê. Nizanim wê şevê dîsa ji çi aciz bûbû. Çavê dayika min ji westiyabûna carînan dihate girtin û carînan vedibûn. Dema ku bi xwe dihesiya hîşyarî ji min re dişand : “Lawê min meta xwe zêde aciz neke belkî xewa wê jî tê!” digot. Dengê mîhên li hewşê, seyên cîranên me… qet acizî nedida suhbeta me yî xweş…

Meta min Wetfa mijar anîbû ser daweta xwe û min jî bi baldarî lê gûhdarî dikir.

“Lawikê min berê koçerî hebû koçerî!  Bi hespan bi devan bi mehan em bi rêyan diketin. Tiştê ku ez behs dikim şêst sal berê bû. Ez hîna keçek e nûgihiştî bûm. Debara heremê hemî bi sewalan bû. Pezê rehmetiyê bavê min jî pirr bûn jixwe. De îjar me ew pez dida pey xwe û em dimeşiyan. Hinek winda dibûn, hinek dihate dizîn…  Zor û zahmetî hemî jiyana me rapêçabû. Dema ku em gihiştin wê mêrga ku em dê lê koçerî bikin hinekî bêhna me hate ber me. Wê salê jî em gelek meh li wir mabûn. Bavê min û birayên min her roj pezên xwe diçêrandin. Digel ku ewqas dijwarî li holê bû jî dîsa jî dilşahî û dilaramî ji hinavê me qut nedibû. Niha ez bala xwe didime ji keçê vê demê nayê ku nanê zikê xwe çêkin. Ma tema xwarina wî zemanî mîna niha bû! Çiqas xwarin kêm bû jî; lê belê çêja wê bêhempa bû lawê min. Xwarina niha hemî îlaç û hemî nexweşiye!

Jiyana min û dayika min diyar bû. Avdana pez, çêkirina xwarinê û şûştina firaxan…

Rojekê digel dayika xwe em li bin konê xwe bi karê malê mûjil bûn. Jixwe me nizanîbû rûniştin çiye! Hemî pezên me avdayî dûrî kon mexel hatibûn. Li koçeriyê demên ‘esirê teng bêhempa bû. Hênahiyek e teze tevî bêhna ax û şênahiyê dibû. Bavê min digel qama xwe yî dirêj sîha wî hê bêhtir dirêj bûbû. Carekê min lê niherî ku rûyê bavê min î gulover ketiye aliyê başûr û bi mereqdarî her dinêre. Bi rastî kes zêde danedigeriya ba me. Me kesî diyar nedikir; lê em tev dûdilî bûbûn. Du zilamên biyanî bi gavên sistik ber bi konê me ve dihatin. Qîzan şerm dikirin ku derkevin pêşiya biyaniyan. Di wê kêliyê de dayika min hate bin kon: ‘Qîza min yek jê dostê bavê te yî hersal e. Lê belê yê dinê min nas nekir’ got. Piştî vê agahiyê min zêde girîngî nedayê ku gelo bo çi hatine vê derê. Maweyeke dirêj derbas bûbû. Careke din dayika min hate bin kon: ‘Qîza min ev xwazgîniyê te ne û yê te dixwaze jî li vir e, niha’ got. Tavilê min biryara xwe da: ‘Yadê heta ku ez wî nebînim qet ez wî nakim, min got.’  Di bin kon re taqik hebûn, taqik!  Hêdîka di cîhekî vekirî re, di taqikeke kon re min lê niherî. Êêêê lawikê min ji xwe tu dizane her tişt qismet e. Min lê niherî ku wa xortekî tenik û dirêj e... Û qey Xwedê jî kiribû… Erê ha!

Paşê hatin û xwestin. Şahiyeke mezin hate li dar xistin. Bi rojan dengê def û zurnê betal nebû… Xizm û dostên me bi rojan dîlan kirin. Gundê ku ez dê biçûma gelekî dûrî vî gundî bû. Digel ew berbûyên ku dabûn pey me, ez jî li ser devê heta êvarî bi dijwarî em gihiştibûn.

Êdî têra xwe şev çûbû. Westiyabûna meta min Wetfa jî bi her awayî diyar bû. Bi wan destên xwe yî ricifok rahişte gopalê xwe:

“Yê min vaye ez radibim. Êdî bes e kurê min. Îjar tê çi binîvîsî, binivîse. Tu bi kêfa xwe yî!”got. 

Yazar: Fahrî AYHAN

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
karaca kasım - 01/03/2015 21:55
Zimanekî zelal, teswîrên xweş, hevokên herikbar. Mirov dibê xwezî dirêjtir bane. Destxweş û sehetxweş.

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site