22:45 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 21


ÎroÎro : 464

meha rewacdarmeha rewacdar : 4780

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600827

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Desmala Bavê Min

Yekşem - 05/10/2014 13:22
Desmala Bavê Min

Desmala Bavê Min

Di bin siya dara akasyayê ya biniya doşka malê de, li ser cila raxistî hêca rûnişt û niha dest û serçavê xwe bi desmala xwe ziwa dike. Bi dudilî be jî paqij dike, lewre taqet nake ku desmaleke din an jî pêşgirekê bixwaze. Ji traktor, vagona li pey û konê li ser vagonê diyar e ku ev demeke ji malê dûr in, belkî heftek an jî deh roj. Sala ku zevî pir bûn wisa dikir. Bi xwe re xwarin û pêxwarin, cixare, çay, av û ardû, gîsin, amûrên berdest û pêdiviyên din dibir. Hin caran demeke dirêj li serhev cot dikir. Serê sibê cot dikir, esrê cot dikir, êvarê û bişev cot dikir, heke kesek li cem nebûya carna ji ah diket. Carna jî yek bi xwe re dibir. Û heke ji xwe re xwarin nebirana min an birayekî min me ji wan re xwarin dibir.

Desmala Bavê Min

Zafer BERDESTÎ

Di bin siya dara akasyayê ya biniya doşka malê de, li ser cila raxistî hêca rûnişt û niha dest û serçavê xwe bi desmala xwe ziwa dike. Bi dudilî be jî paqij dike, lewre taqet nake ku desmaleke din an jî pêşgirekê bixwaze. Ji traktor, vagona li pey û konê li ser vagonê diyar e ku ev demeke ji malê dûr in, belkî heftek an jî deh roj. Sala ku zevî pir bûn wisa dikir. Bi xwe re xwarin û pêxwarin, cixare, çay, av û ardû, gîsin, amûrên berdest û pêdiviyên din dibir. Hin caran demeke dirêj li serhev cot dikir. Serê sibê cot dikir, esrê cot dikir, êvarê û bişev cot dikir, heke kesek li cem nebûya carna ji ah diket. Carna jî yek bi xwe re dibir. Û heke ji xwe re xwarin nebirana min an birayekî min me ji wan re xwarin dibir.

Destmala xwe qat kir, da ser hev û danî ber xwe, li hêviya xwarinê bêdeng ma…

Gava ku desmal bir serçavê xwe û pêre çavê xwe girt, çû, çû xortaniya xwe. Gava ku desmalek ji diya min re şandibû, çend heyranok avêtibû ber, lê dîsa jî desmal lê vegeriyabû, bişîrî û dinya lê ronî bû.

Diya min ew roj nan dipat. Li nimêja sibê vir de ber tendûrê bû. Teştek mezin nan, şeşek kade, siniyek sengesîr, dîzek keledoş û sêlek qelînek çêkiribû û nanên çûbûn tendûrê bûbûn ‘kût’1 ji bo qaz û mirîşkan hildabû.

Sifre raxist, keledoşa bigoşt danî ser sifrê, rûnê sorkirî yê biîsot berda ser û hinek kirkirka kutandî û qelandî lê werkir. Di legeniyekê de pîvaz, tivir, marol danî ber keledoşê, nanê loş bi tevî ava sar jî da ber. Û çû tendûrê bigire.

Gava dengê traktorê hatibûyê rûyê bavê min ê bitoz û gewr hatibû ber çavê wê, serê xwe xwarî tendûrê kiribû û çûbû keçaniya xwe, desmala bavê min hatibû bîrê, ne desmal lê heyranokên bavê min ecibandibûn, edebî bûn û biedeb bûn. Dema ji

1 Li Serhedê tendûr bi piranî di ‘erdê de ne. Ji bona wî, dema nan li tendûrê dixin carna nanê hêj ku hevîr e xwe nagire û dikeve ‘erdê tendûrê û dişewite. Ji wî nanê ku dikeve erdê tendûrê re dibêjin; kût.

tendûrê derket dibişirî.

Bavê min ji bîrê av hilçand. Satila avê danî ser kevirê dora bîrê, destê xwe û ser çavê xwe bi wê ava sar şûşt. Ji bêrîka piştê ya şapikê xwe desmala xwe derxist û ber bi siya darê ve çû.

Rojekê li mektebê, di dersa pêşîn de kontrola paqijiyê hebû. Mamoste neynûk û desmal kontrol dikirin. Heke neynûkên yekî/ê dirêj bûna lê dida ku desmala wî/ê jî tunebûya carek din jî lêdida. Ew roj min jî lêdan xwaribû. Ya rastî desmala min hebû lê min ew dabû keça li pêş xwe. Ji bo ku desmala wê tunebû ji tirsan giriyabû û dilê min pê şewitîbû.

Çend sal ser re borîbûn, ew xama bûbû û gustil tiliya wê de kiribûn. Wê jî bi xemgînî û binifir desmal li min vegerandibû.

Min ava di satilê de li destê bavê xwe kir. Bavê min dest û serçavê xwe şûşt û ji bêrîka xwe desmala xwe derxist. Dema ku çavê min pêketin ez çûm demeke berê. Li ser şirîta kincan desmala bavê min a sipî ye xetşîn dûrve dibiriqî. Bayê, ew ji min re dihejand. Hema min jî rahişt, ew avête bêrîka xwe û berê xwe da xwenderê.

Min satil û kapê wê da ser hev, dema bavê min bangî min kir bişirîna ser lêva min belav bû.

  1. Kurê min ka were em bi hev re bixwin.
  2. Noşî canê te be bavo min xwariye, ez têrim.
  3. Te çi xwar?
  4. Min û diya xwe, me ber devê tendûrê sengesîr xwar.
  5. Baş e, ka were, vê desmala min bide diya xwe, bila bişo.
  6. Temam bavo, ez desmala te ya din bînim?
  7. Desmala min a din kîjan?
  8. A spî ya xetên şîn li dorê…

Yazar: Zafer BERDESTÎ

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: xwe re, cot dikir

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site