20:33 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 172

meha rewacdarmeha rewacdar : 2657

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615574

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Çîroka Helbesta “Payîza Paşîn” a Melayê Hezîn

Çarşem - 13/11/2013 13:03
Çîroka Helbesta “Payîza Paşîn” a Melayê Hezîn

Çîroka Helbesta “Payîza Paşîn” a Melayê Hezîn

Rojek ji rojên payîza sala du hezar û sêzdan… Li Çewlikê dem û demsal li hev diqelibîn. War û wext bi hev re diketin seyranê. Bi hewaya xwe ye xwes û bi ava xwe ye bi tam, payîza îsal jî ji Çewlikiyan re xwe diyarî dikir. Dema ku telefona min lê ket hê ez li ser tastê

Rojek ji rojên payîza sala du hezar û

sêzdan… Li Çewlikê dem û demsal li hev

diqelibîn. War û wext bi hev re diketin seyranê.

Bi hewaya xwe ye xwes û bi ava xwe ye bi tam,

payîza îsal jî ji Çewlikiyan re xwe diyarî dikir.

Dema ku telefona min lê ket hê ez li ser tastê

bûm. Belê wext nêzî nîvro bû lê ji ber ku dawiya hetfê dem gelek bihurîbû. Min berê xwe

da telefonê, min dît ku Mele Mistefa ye. Dibêje

ku Melayê Hezîn hatiye gundên Adakliyê. Ev

15-20 roj e ku di nava gel de îrsadê dike him jî

hesreta welêt a hundirê xwe dikewîne. Eger tu

misaît bî em bi ‘ereba te herin wî bînîn Çewlikê.

Min go bas e, ez ê hema xwe girêdim û derkevim.

Mele Mistefa zavayê Melayê Hezîn bû.

Li cem wî feqîtî jî kiribû. Gelek caran me li ser

berhem, ‘ilm , têkosîn û helbestên Melayê Hezîn

gotûbêj kiribû. Çend caran min ew dîtibû jî. Lê

dema dengê çûyîna cem wî kete guhê min, bi

carekê heyecanekê xwe li min girt û weke ku ji

zû ve ye ez li benda vê xeberê bim hêl kete canê

min. Min xwe girêda û ez ketim rê. Ez û Mela

Mistefa ketin rê. Me berî da gundên Adakliyê.

Rê xwes bû. Her der hê ji havînê vala nebibû.

Yanî payîzê xwe li herderê nepêçabû. Serê

payîzê bû, lê seyda sernavê helbesta xwe weke

“Payîza Pasîn” danîbû. Sûal ji helbestvanan nedihate kirin lewra.

Riyên ku em tê de diçûn, çem û kaniyên,

çiya û newalên gund û beldeyên ku em di wan

de dibuhurîn hestên Mele Mistefa yên xortaniyê

bican dikirin. Di her riyekê de bîranîneke wî

hebû. Weke ku nû jiyabe behsa feqîtiya xwe ya

berê dikir. Di nava riyên bê qîr û bê wasîte de

zehmetên ku kisandibûn, serma ku di van riyan

de xwaribû, gundên ku ji wan tayin dixwestin,

kitêbên ku hatibûn xwendin, dersên ku hatibûn

dayîn, seydayê wî, hicra wî û hevalên wî yên

feqîtiyê… yek bi yek di ber çavên Mele Mistefa re derbas dibû û weke bîranînekê xwe bi

‘erebeyê bera newala dide, ji newela ber kasên

çiyayan ve radipeliqî.

Hindik mabû ku em xwe bigihînin gundê

ku Seyda lê ye. Di serî de me rê sas kir û pasê em

dîsa vegeriyan û em hatin nava bexçê ku seyda

û dost û gundiyên ku pê re ne. Firavîn hatibû

xwarin û herkes ketibû suhbetê. Pistî ziyareta

Seyda nasîn û xêrhatin hate kirin. Seyda pirsa

me kir. Me jî li halê wî û yên li der dora wî pirsî.

Hin hevalên Mele Mistefa hebûn lê wê derê.

Ew tev ketibûn suhbetê. Li halê hev dipirsîn û

kêfxwesiyên xwe bi hev re dianîn. Di nava vê

qelebalixa xwessuhbetê de firavîn ji me re hat.

Wan berî ku em bên xwaribûn. Me jî di nava

wê cim’etê de firavîna xwe xwar. Di binê siya

darên sêvan, di nava wê sênkayî û hênikahiyê de

kêfeke bêpayan û soleke menewî hebû.

Dema nimêja ‘esirê bû. Herkesî destnimêja

xwe girt û seyda da dû cem’etê, me nimêja xwe

ye ‘esir eda kir. Pistî vexwarina çay me xatir

xwest, me seyda jî bi xwe re anî û em ketin rê.

Xuyabû ku Seyda gelekî westiyabû. 15-20 rojên

li gundan û bi mêvantî û tevî wî temenê dirêj

Seyda westiyabû. Deng dernediket. Min diajot.

Seyda li kêleka min. Pistî hin axaftinên rojane Seyda kete bêdengiyekê. Pistî hingê Seyda

dest bi qesîdeyekê kir. Dengê wî gelekî nizm

bû. Ji bo bas bibihîsim min paceyên ‘erebeyê

jî girt. Tistên ku dinehwirand nehatibû bihîstin.

Meqamê ku pê xistibû jî gelekî bi huzn bû. Ji

xwe mijara qesîdeyê jî gelekî bi huzn û keder

bû. Min gelekî xwest ku bipirsim ka ev gotina

yê kê ne. Lê min taqet nekir bipirsim. Mela Mistefa jî tistek nepirsî. Seyda digot, me jî godarî

dikir. Vêca em hatine Çewlikê, mala Mela Mistefa. Ez jî bi wan re çûm. Me çayek li mala

Mele Mistefa jî vexwar. Di vê navberê de min

ji Seyda pirsî ka ew qesîdeya ku we dixwend a

kê ye. Seyda got ku ew ya min e. Min dîsa pirsî.

Gelo ew di dîwana we de heye an na. Seyda got

ku hema çawa hat min wisa ji we re xwend. Îja

min ji Seyda rica kir ku derfeta wî hebe bila ji

me re vê qesîdê binivîse û em jî di kovarê de

biwesînîn. Pistî suhbetê min xatir ji wan xwest

û ez vegeriyame malê. Du roj derbas bibû Mele

Mistefa, Seyda bi rê kiribû û qesîde jî nivîsîbû

ji min re sandibû. Ez pir kêfxwes bûm ku ev

helbest kete ser kaxezê. Helbesta Seyda li jêr e.

Payîza Pasîn

Mela Husnî Hezîn

Payîza pasîn e îro

Dilê min xemgîn e îro

Li min huzn û sîn e îro

Gelî dost û gelî yaran!

Li daran tev pelan zer kir

Kezeb û dil li min ker kir

Ji dostan dost û yar dûr kir

Gelî dost û gelî yaran!

Ji zozanan quling çûne

Gul û bilbil tune bûne

Warê vala mera sûn e

Gelî dost û gelî yaran!

Tenê mame di sehrayê

Weka mecnûnê Leylayê

Sev û rojan me xew nayê

Gelî dost û gelî yaran!

Heval çûn menzîlê canan

Tenê mame li sûn konan

Li me pirs nakitin însanan

Gelî dost û gelî yaran!

Tenê mame li sûn waran

Dibarin hêstir wek baran

Ma napirsin li me jaran

Gelî dost û gelî yaran!

Bihara ‘umrê qenc bûrî

Bi axîn û xem û dûr î

Giran bar e li me pîr î

Gelî dost û gelî yaran!

Dunê xwos tê ji sêran ra

Ku ava kin ji xêran ra

Xo hadir kin ji bîran ra

Gelî dost û gelî yaran!

Dunê ne dostekî rast e

Ahîn tê da ne raweste

Diçin jê pale û hoste

Gelî dost û gelî yaran!

Dinê kezeb li me ker kir

Di ser da xwey jî pê wer kir

Li me can û cesed zer kir

Gelî dost û gelî yaran!

Gelek bajarî û gundî

‘Ereb Rûm û ‘Ecem Kurdî

Elemdar bûn bi vî derdî

Gelî dost û gelî yaran!

Gelek hatin gelek çûn e

Gelek mirin gelek bûn e

Herê! Dunya ne tu sûn e

Gelî dost û gelî yaran!

Hewar dikem hewar nayê

Di nîva sar û sermayê

Neçar mame li ber bayê

Gelî dost û gelî yaran!

Çima îro xuya nakin

Li miskînan ve pirs nakin

Xem û derdan bela nakin

Gelî dost û gelî yaran!

Xezala Berya Senkalem

Ji bîr dûr im ku dikalim

Xerîb û jar û bê hal im

Gelî dost û gelî yaran!

Ku çer çûn menzilê canan

Gihîstin xaniy û xanan

Tenê mame li zozanan

Gelî dost û gelî yaran!

Hezîn im çav tijî xwîn im

Bi axîn û bi nalîn im

Hewarê bal we ve tînim

Gelî dost û gelî yaran!

 

Yazar: Emin Agahdar

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site