17:05 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7

Botên lêgerînê : 1

Mêvan : 6


ÎroÎro : 213

meha rewacdarmeha rewacdar : 6547

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638593

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

Çîroka ‘Emer Axa

Yekşem - 06/11/2016 19:39
Çîroka ‘Emer Axa

Çîroka ‘Emer Axa

Me jî ji mezinên xwe bihîstiye... di şevên zivistanê yên dirêj de, ne televîzyon bû ne jî radyo, gundî çend rojan carekê diçûn di oda möran/mêvanan a filankesekî de berav dibûn, diciviyan ser hev û çi mesele û rûdan hebûya vedigotin. Îja, di wan şevan de wextê dengbêjek dibû mêvan hingê kêf û şahiya gundiyan bêtir xweş dibû. Piştî şîvê çay dihat, dû re meseleyên vir de û wê de dihatine gotin; hespê filnakesê kumêt bû, zivistana îsal dirêj bû, diz ketine gova Mala Hecî, şivanê Misto Axa ketiye nav bagerê, hê bîst û pênc roj maye Çilê Biçûk ret be... û mijarên cur bi cur... Dor êdî derbasî dengbêjê ezîz dibû. Hingê mezinê odê kê bûya, digot: de Xwedê`j te razî be, şev dirêj in, îşev hinek sebra me bîne, ka gîska me bide! Dengbêj jî bersiva wan dida: ser çavan, ser seran... ez ê gîska we bidim û dest bi çîronga xwe dikir...Îja hingê dem mîna siya darê derbas dibû û guhdêran hew didîtin melê sibê bang dide...

Çîroka ‘Emer Axa

Berhevkar: Yakup Aykaç

                Me jî ji mezinên xwe bihîstiye... di şevên zivistanê yên dirêj de, ne televîzyon bû ne jî radyo, gundî çend rojan carekê diçûn di oda möran/mêvanan a filankesekî de berav dibûn, diciviyan ser hev û çi mesele û rûdan hebûya vedigotin. Îja, di wan şevan de wextê dengbêjek dibû mêvan hingê kêf û şahiya gundiyan bêtir xweş dibû. Piştî şîvê çay dihat, dû re meseleyên vir de û wê de dihatine gotin; hespê filnakesê kumêt bû, zivistana îsal dirêj bû, diz ketine gova Mala Hecî, şivanê Misto Axa ketiye nav bagerê, hê bîst û pênc roj maye Çilê Biçûk ret be... û mijarên cur bi cur... Dor êdî derbasî dengbêjê ezîz dibû. Hingê mezinê odê kê bûya, digot: de Xwedê`j te razî be, şev dirêj in, îşev hinek sebra me bîne, ka gîska me bide![1] Dengbêj jî bersiva wan dida: ser çavan, ser seran... ez ê gîska we bidim û dest bi çîronga[2] xwe dikir...Îja hingê dem mîna siya darê derbas dibû û guhdêran hew didîtin melê sibê bang dide...

                Îja em jî bûne mêvanê çîrokbêjekî navdar Hecî Şukriyê Astecoyî. Hecî Şukrî li Qelqeliya Wanê dijî û di xortaniya xwe de çîrokbêjekî bi navûdeng bûye. Me jî xwest ku -bi qewlê Waniyan- çîrongek li dîwana Hecî Şukrî guhdar bikin, dengê wî tomar bikin û binivîsînin. Xwedê ji wî razî be! Me gîskek ji wî xwest wî jî gîska me da me. Kerem kin ji we re çîroka ‘Emer Axa...[3]

***

Carekê li caran, rihme`ldê`w bavê hazir guhdêran. Zemanekî sê meriv rê ketin gotin em ê herin ji xwe re bixebitin. Rê dikevin diçin, ji gundê xwe dûr dikevin. Rojek du roj derbas dibin, nan û xwarinên wan ret dibin, dikevin sehrayekî vala. Hevalekî wan birçî dibe, ji yên din nan dixwaze. Dibêje: wellehî ez zehf birçî me, halê min tune ye, êdî qudûmê min nagire... Hevalê wî jê re dibêjin: kuro di vê sehrayê de em ê nên ji te ra ku bînin? Hinek qudûmê xwe bişidîne heta wa milê han, em derbas bin Xwedê mezin e, gundek hebe, malek hebe, em cîkî nan bixwazin. Tu heke niha bikevî erdê em nikarin te rakin jî...

Bi vî şiklî he tê he dibêje ez birçîme heta ku tên digîjin ser girekî. Dêna xwe didin êlê gund biniya wan de ne, heger gund e, heger êl e... Hevalê wan go: ez êdî nikarim werim. Yên din jê re gotin: welle tu heke neyî em ê te li vira bihêlin herin. Em ji te ra dibêjin, qudûmê xwe bişidîne em herin. Her sê heval cardin rê dikevin, têne nêzik, dêna xwe didin malekî qelebalix e, tijî milet e... Yek ji wan dibêje: kuro welle em ê herin, tijî insan e, qelebalix e! Heger şîn be, heger dawet be, em ê li wê derê nanê xwe bixwin û herin.

Her sê heval diçin nav qelebalixê... selam elêkum... elêkum selam... dêna xwe didin li derê malê pê de sîtil giş kirine, goşt dikelînin. Jinikeke girevire milê xwe vedaye ser sîtilan diçe tê, xortek jî li wê derê tewl dane, bi zîncîrê girêdane... Yekî ji wan got: kuro welle ew tiştekî ecêb e! Ew çi mesele ye? Neyse, li ber malê çend heb xort hebûn, bi destê xwe îşaret kirin, gotin herin ba mêran... Her sê heval derbasî odê bûn, gotin: selam eleykum, hema li ber derî rûniştin. Axayê gund kêfxweşî lê da, bi xêr hatin, vir de wê de hinek xiber da, xêr e hûn ji ku tên ku ve diçin? Gotin: axayê me, welle em rêwî ne, diçine xebatê, riya me kete gundê we, em jî birçî bûn, me go kê parîkî nên bide me em ê bixwin û em ê lêdin herin riya xwe... Vir de wê de hinek xiber dan, wextê nan hat, nan anîn hatin, eger mercime be eger sifre be seranserî odê raxistin û milet hate ser.

Ewî hevalê wî yê birçî xwe xirikand ser sifrê. Yek ji wan her sê hevalan zane bû, bale milan kir qahîm girt. Go: kuro neçe ka bihêle! Em bizanin eva nana bona çi ye, ew goşt bona çi ye, ew xort bona çi girêdayî ye? Go: kuro kulla te pê ketiye, ez ji birçiya mirime bihêle ez nanê xwe bixwim, gor bavê wan. Welle tu niha jî bimri got, te nan nexwar. Xulamên malê sifre rast kirin, axê got: kerem kin werin ser nanê xwe, gazî herkesî kir. Milet şiqitî ser nên, ew hersêk heval mane li wê derê. Axa dêna xwe da ew hersêk mêvan nehatin. Kuro go: mêvan hûn çima nayên nanê xwe naxwin? Welle go axa, em nanê te naxwin! Sebeb? Go: heyran ka ev çi zafiyet e, ev çi xort e te li derê malê girêdaye, tê netîca wê ji me ra bêjî em ê nanê xwe bixwin, heke tu nebêjî em nanê te naxwin. Go: kuro heyran hûn merivne rêwî ne, hûn mêvan in hatine nan bixwin îşê we meselê wisa neketiye. Nanê xwe bixwin û lêxin derkevin herin. Welle go: tu heta nebêjî, bi me be, me nanê te nexwar. Ew hevalê wan ê birçî herca xwe radikişînê lê havalê wî yê zana ew bernade. Madem wisa ye, go, kuro ez ê we re bêjim, lê wellehî ez ê serê we lêxim. Go: axa tu`j me re bêje, serê me qurbana serê wî xortê derê malê be. Go, ê de baş e. Heger nan xwarin heger nexwarin pê re got.

Go: zemanekî bû şer, Ûris li ser me de girt, em êxsîr girtin, go, em sewqî Ûrisêtê kirin. Em birçûne Ûrisêtê, îja millet bîna mihacirên niha direvin, go, em tar kirin, belayî gundan kirin. Ez im, bavê min û diya min. Em hersê û çend hebên din jî dane wî gundî. Go, yek hat, navê wî Çiya bû, em birçûne mala xwe. Çiya axayê gund, mezinê gund tê hesêbê. Em heftêkî mane mala wî de. Gote bavê min û diya min, gote, hûnê nav malê de bixebitin, kurê we jî dixme ber golkê gund de. Anî ez kirme ber golka de, bavê min diya min jî ber malê de ne. Çend sal ortê re derbas bûn... Rojekê piştî min golik anîn min dêna xwe da bavê min xweyî nake! Min go: dayê ka bavê min? Go: welle bavê te mir! Go: ê dayê em nav Îslamê de mane, me orf û edetên Îslamê em zar bûn jî, me fam kiriye. Dayê bavê min şûştin, kefen kirin? Kuro go: lawo, şûştina çi kefenkirina çi! Ewa Ûrisêt e! Go welle bendek kirne xirikê, go, cewê bin gund re tê, go, birne wê cewê, yek ha bir, yek ha anî, korek kolan kirne korê tijî ser xalî kirin...

Neyse, ez hê xort im hê cahil im, ez diçime ber golika, diya min di nav mala wî de dixebite. Salek dudu, sisê... Ortê derbas bûn... Rojkî hatim, ka diya min? Go, welle diya te jî mir. Min go, welle diya min jî halê bavo de çû!.. Roj dîsa derbas dibin... Ez dîsa diçime ber golikan dewam dikim, difikirim. Min xwe bi xwe go: welle hege ez jî bimrim ez ê jî riya bavo û dayê de herim. Go min go, wellehî ez ê îro golikan bajom biherme gund. Min bikujin ez îdî naçim ber golikan. Ez ê heta kengê herme ber golika? Min golik ajone nav gund, golik çûne mala xweyî xwe, ez jî çûme mala Çiya. Çiya go: lawo te çima golik anîne? Min go: axa ez naçme ber. Go: tu çima naçî ber? Min go: welle ez naçme ber. Tê herî, go? Min go: ez naçim! Tê herî, go? Min go: ez naçim! Tê herî, go? Min go, ez naçim! Axê xwe ker kir, rûnişte xwarê. Go min dêna xwe dayê, gundî berav bûn hatin. Axa, ewî çima golik anîne kirne nava gund de. Bila golika derxe bihere. Go: heyran, ji xwe ra yekî bigrin, go naçe, ez dikim nakim naçe. Ez ça jê kim! Herin ji xwe re golîvanekî bigrin, tixne ber golikê. Bû êvar, Axê cardin gazî min kir. Ji min ra go: kuro tu çima naçî ber golikan? Min go: welle axa ez naçim. Go: ez ê te bikujim! Mingo: tu min bikujî jî ez naçim...

            Hingê gazî yekî berber kir, ser merê min, tûk mûka min rind kur kir, Axa gote jina xwe: tu jî here tendûrê dade, sîtilek av germ bike. Go min go: wellehî yê min têxine sîtila avê de. Qederek derbas bû, jinika hate gotê de, axa av keliyaye. Axa go: herin teştê danin, yek ji we sabûnê lûfikê hilde, yek ji we jî avê lê ke. Yek ji we bişo mizde, yek ji we jî avê lê ke temîz bişo. Derê têrê vekin, serdanpê destî kincê temîz lê kin, bînin werne huzûra min. Go, welle jinikan ez birçûm nav teştê, hindî min go: hûn jin hurmet in, dûr min kevin. Gotin: bi emrê axê ye, qet em dikarin! Go yekê av li min kir yekê bi sabûnê lufikê ez miz dam. Sîrkesîrk ji cendekê min dihat... Go, yekê çû derê têrê vekir, destî kinc danî ba min, go: a evî li xwe ke. Min li xwe kir û ez çûme dîwana axê. Axa go: tu hatî? Min go: belê ez hatim. Axa go: kuro lawo tu çima naçî ber golikan. Min go: axa ez naçim, bes e, hinde sale ez çûm îdî ez naçim, bes e. Bila ji xwe ra golivanekî bînin. Axa go: soz, tu naçî? Min go: soz tu min bikujî jî ez naçim. Axê gote jina xwe: filan têrê de sê desmalê girêdayî hene, hilde bîne. Jinik çû, sê desmalên girêdayî ji wê têrê derxistin, anîn danîn li ber axê. Axê go: kurê min, diya te û bavê te di nav malê de dixebitîn, tu jî diçûyî ber golikên gund. Min heqê wana quriş bi quriş hesiband. Go: eva desmala heqê diya te ye. Çendî mala min de xebitiye min heqê wê hesibandiye. Go: eva jî heqê bavê te ye. Go: eva jî heqê te ye, min ji gundiyan istandiye. Min ji te re kiriye pere, eger zêr eger zîv... wê çi be. A kerem ke, eva jî heqê te ye kurê min. Gote jina xwe: here şûrkî, rimkî, mirtalkî ji ‘Emer ra bîne. Min di dilê xwe de go: wellehî axa yê min bikuje, derewan dike. Axa dîsa emir da, go: herin du hespê rind bînin, zînê lê kin, qûşê wan bişidînin derxine derê malê ez ê werim. Xulamên axê hatin gotin: me hesp jî hazir kirine. Go, rima min jî da min, min şûrê xwe jî navtenga xwe girêda, mirtala xwe jî min terka hespê girêda. Axa suwar bû, go, kurê min tu jî suwar be... Go, de bajo! Me ajot wê şevê. De bajo, de bajo, de bajo... Berbanga sibê em derketine ser girekî. Axê go: kurê min, îja eva tixûba tirka ne, îdî ji vê zêdetir nikarim werim. Go: îja sibe jî heqa nema, îdî lêxe here, tu bikevî tixûbê tirka de. Here Xwedê oxirê bide te. Here Xwedê îşê te lê bîne, tu ku da diçî here. Welle ez peya bûm, çûme destê axê, min teşekur lê kir. Ew paşde zivirî çû, min jî hespa xwe ajot heta sibê...

Bû sibe, min dêna xwe da deşteke bîna deşta gundê me. Du gund in yek vî serê deştê, yek wî serî. Gundek mezin e, min go welle ez ê herim wî gundî. Ez çûm, roj îdî bilind bûye. Meriv nav gund hene, min selam kir, gotin eleykum selam. Min pirs kir, mala axayê gund kîjan e? Heger muxtar be axa be çi be... Go: ha ewa mala axa ye. Min ajote derê hewşê. Çav dane hespê min, kincê min. Yek hat serê hespê min girt, hespê min kişand bir. Go: kerem ke, oda mêvana ev e. Ez çûm, axayê gund li odê rûniştiye. Min go: selam eleykum, we eleykum selam, hinek kelam, ser çavan hatî, filan û bêvan... Tu kê yî, ku de têy, ku de herî? Min go: welle hema min xwe dîtiye nedîtiye hema li vira dîtiye. Axê go: kuro ça te xwe vira dîtiye? Min go: axayê min, ez dibêjime te da min xwe dîtiye nedîtiye, min xwe li vira dîtiye. Ê go sebeb? Min mesela xwe jê ra got. Axê go: kurê min madem ku wisa ne, rûnê hindî dilê te dixwaze mala min da be. Kengê dilê te nexwast, te cîkî xwe ra peyda kir, tu çûyî jî here, te ra oxir be, Xwedê`j te razî be. Mehekî du mehan ez mame li wê derê.

Rojekê min dêna xwe da axa kûrekûr difikire. Min go: axa xêr be, çima wisa difikirî? Go: qet, ma tu tê destê min derman kî? Min go: axa welle bêje, heke çare li ba min hebe ez biqetînim, serê min oxira te de ne. Axê go: kurê min gundê me da eşqiya hene, qaçax hene. Deh panzde heb in, serê riyan digirin, xelkê digirin dikujin, xelkê dişêlînin. Îro serbazê qereqolê ji min ra kaxezek şandiye, gotiye, tu wana yan digirî yan dikujî. Tu nekî em ê te bikujin, mala te jî agirdadayî kin. Tixûbê gundê te de dijîn. Go: îja ez qet dikarim? Ez çi xweliyê serê xwe bikim. Min go: axa meraqan neke, sibê tu bikarî merivkî bidî min, cî wan nîşanî min bixe û dûre bila bizivire. Axê go: kurê min ev karê te nîne. Min ne eqarîb e, ne milet e, ne kes e. Min go: hema min dikujin jî bila bikujin. Axê go: baş e, meriv be, ew hêsan e.

Bû sibe, axê sibê merivkî da pêşiya min, min da pê. Em çûn çûn çûn, hetakî nêzîkatî melê nîvro kir. Go: Emer aha şikeftê wan bin wî kevirî ha da ne, ez nikarim îdî werim, tu diçî here, tu naçî jî gor bavê xwe here. Paşê merik lê da çû, ez tenê mam. Go min riya xwe de dewam kir. Cî heye ez ser piya diçim, cî heye ez çalepîka diçim, cî heye dişxişkî diçim, dey dey dey... Min xwe gîhande nêzîkî şikeftê, min dêna xwe dayê nobetçîyê wana ser banê şikeftê sekiniye nobetê digire. Min xwe xişikand ça kir, wextê pişta wî kete min, min destê xwe da ber dêv. Min nobetçî kuşt û min nehîşt deng jê derkeve. Go: ez zexm im, xort im, eva bîst-bîstpênc sal in ‘emrê min e, eva zend û bendê min in, ez ber golika mezin bûme, go neyse, go ez hêdî çûme ber derê şkeftê, meger çûne şev geriyane westiyane. Xewa wan hatiye, hemû razane, xurrina wan e razane. Ez çûm, min sîlah mîlahê wan hemû berav kirin, anî danî ber şkeftê. Ez li ber derê mixarê sekînim, min şûrê xwe derxist, destê xwe li hev dan. Min lê kire qûtinî, min go: rabin ha hoo, hûnê ji destê min da ku da xilas bin, go rabûn ber bi sîlahan da revîn, dêna xwe dan tu tişt tuneye. Min go: îja destê hev girê din. Yeko yeko destê hev girêdin, paşopê werin ba min. Yekî xwe nêzîkî min dikir, min digo bila yê din were. Destê hev girê dan, carê yek tê, ez bendê wana rind dişidînim. Yek ma, min go tu jî destê xwe bide pişt xwe paşopê were. Min destê wî jî rind girê da. Xwedê min re hev anî. Min sîlahê wana hinek avêtine istukurê wana, yên din jî min dane piçenga xwe. Min bîna garankî da pêşiya xwe berjêr kir. Min berjêr kir, em çûn çûn çûn... Min dî axa, gundî mundî derkene ser rê. Axa bi gundîya ve hane pêşiya min. Teşekurê min dikin, her kes wisa şa dibe, tu qet dibê dawet e. Axa tê orta her du çavên min maç dike. Te rihê min kirî, tu birayê min î mezin î, ez birayê te yî biçûk im. Min go: welle axa, aha eşqiya teslîmî te, çi dikî bike... Axê go: de here odê îstiraheta xwe bibîne, ez wana jî bibime qereqolê. Axê bi gundîya ve wan da pêşiya xwe, çûn qereqolê... Eger hukumet bû eger qereqol bû, mukafatkî yan dayê yan nedayê de nizanim...

Piştî ku zivirîn hatin axê go: Emer tu birayê min î mezin, ez birayê te yî biçûk. Te heyata me xilas kir. Ya ku te ji me ra kirî bavê me ji me ra nekir. Go, rûnê xwarê, mal mala te ye. Min go: axa malxweyî be! Welle dîsa tu axayê min î, xulamtiya min ji te ra heye. Axê go rûnê xwarê, ez rûniştim... Tu nebêjî, gundê dinê jî êzdî ye. Êzdî, bin mahîyeta wî da ne, xerackêşî axê ne. Axê emir da xulamên xwe, ciwabê ji wan ra şand, go: bila giregirê wana werne vira îşê min bi wan ra heye.

            Dêna xwe dan rojekê giregirê wan berav bûn hatine odê, selam eleykum... eleykum selam... Hûn bi xêr hatine, ser çavan re hatine, çi heye çi tuneye... filan bêvan... Axê go: hûn xerackêşê min in? Gotin, belê! Axê go: hûn di bin emrê min da nin? Gotin, belê! Axê go: niha û hetakî niha min axatiya we dikir, niha û pê ve jî axatiya we Emer axa bike. Îdî li vir elaqaya me û we tev tuneye. Eva axayê we, hûnê ji xwe ra axa qebûl bikin. Gon: baş e axa ser çavê xwe, me qebûl kir. Hema hûnê heftekî muhletê bidine me em ê herin derbanekî ji axayê xwe ra hazir bikin, paqij bikin, pê ra raxin, îhtîyaciya wî cî bînin em ê bixwe xwe werin axayê xwe biherin. Gotin û çûn... Hefteyê wana temam bû, go, hatin ez siwar kirim, min xatirê xwe ji axê xwast, ez çûm. Ez çûm, di mala xwe de bicî bûm. Îdî axayê gund im, îdî axayê wan im, sibe sibe gundî têne dîwana min, em ji xwe re suhbet dikin, qewlikan dibêjin, xiber didin...

Du meh sê meh nekete arê, rojekê min dêna xwe dayê de hema kê tê bê selam bê kelam ber min ra, malmezinke gund heye, derbas dibin diçin mala malmezinê gund, selamê jî li min nakin. Ellah ellah!... Eva çi mesele ye? Ez ça axayê wan im, ça haja min ji tişkî tuneye? Neyse min gazî yekî kir, kuro min go: çi`j we bûye? Çi bûye, çi heye? Kê tê diçe mala filankesê, kes selamê li min nake. Go: axa tu nizanî? Min go: welle ez nizanim. Go: erebkî reş e, hatiye xeraca ji gundan distîne, îja hatiye xerac berav bike. Mezinê gund ji bona hindê tu nîşan nedayî, nexwest tu aciz bî. Gotiye, meqsed bira axa pê nehese, em ê xeracê berav kin bidnê, bila lêxe here.

Ez hêrs bûm. Min xwe bi xwe go: kuro ez Emer axa bim, ez axayê êlê bim, erebik were xeracê ji êla min bistîne, kes tirsa wîna neweribe tiştek bêje min, ez çi axatiya xwe kim... Ez rabûm, min go welle ez ê herim. Ez çûm, min dêna xwe dayê mala malmezinê gund tijî ye, serê jorê odê doşekik pê re daniye, ew jî rûniştiye. Erebkî reş e, çirpiyek li kêlekê ye, mercima nên ber e, goşt ser e, wê dixwe vedixwe. Go, min selam dayê, ji tirsa kesî selama min venegirt. Ez jî hema ber derî rûniştim. Ereb nanê xwe xwar û paşê gotê de: rûspî, min bîhistiye axayê we heye, we ji xwe ra axa girtiye. Go: belê rast e, va axayê me ew ê ha ye... Ereb piyê xwe li mercimê da, go: biherin daynine ber axayê xwe. Wextê anîne danîne ber min, min go biherin ez naxwim. Çay hat, ereb ça xwe jî vexwar, gundî xeracê wî çi top kirin anîn danê de, rabû hespê xwe siwar bû çû... Ez jî pîsepîs zivirîm çûme mala xwe. Serê min, min bixwe ser vê axatiya min! Min çi axatiyek lê re kir, erebik were ha xerec ji wan bistîne, pêş çavê hemiyan piyê xwe mercimê xe, bêje ha biherin ber axayê xwe. Min go: wellehî mirina min ji vî halê min çêtir e. Ez hinekî ponijîm, fikirîm... Min go wellehî ez ê pey erebê bikevim. Yan ez ereb dikujim, yan ereb min dikuje. Ez rabûm, siwar bûm, min rima xwe şûrê xwe, qama xwe hilda, ez pey ereb ketim. Ez çûm, min dêna xwe dayê deştekê wê ereb ser e, hespê xwe şor kiriye, qet agah ji bayê felekê nîne... Go min dizgîna hespê kîşand, rima xwe girte destê xwe, quwweta xwe têre cî kir û min rikêfik avêt hespê. Min ajot ser ereb, ha ho haa hoo hespê xwe dajom, wextê gihîştmê wî qet êrîşî min nekir, wextê min rim li namilê wî da, min dêna xwe da, bû çingina şûrê min, bû xurrima min tiştek çû ber min. Qurrima min e, dereziyê dikulî di cendekê min da çû. Ez cî da sekinîm, qet irtifaqli min nekir, qet nezivirî berê xwe neda min... Ez çawa wisa cakî de perperîşan bûm, min jî fam nekir. Qederkî çû, ez ê çi rûkî bizivirime nav milet? Min go: wellehî ez ê pê kevim. Min dîsa şûrê xwe kişand girte destê xwe, hesp ajote ser, ha ho... tu ku de herî, ez waxtê gihîştim min şûrek avête istî!... Bû çingîna şûrê min, qebza şûr di destê min da ma, lê serê şûr pêkî çû. Dîsa irtifaqli min ne ket, qet mûkî xwe şaş nekir, min jî newêrî. Dîsa derezî di cendekê min da çûn. Min go: ez ê bizivirim, ez ê çi rûkî axatiya wan bikim? Min go, welle hema min dikuje jî bila min bikuje.

Xencera min tenê ma, ez ê evê jî biceribînim, min go. Min careke din xencera xwe kişand, girte destê xwe, careke din min rikêfik avête hespê, ez pê Ereb ketim, wextê ez gîhîştimê min xencer li piştê da, bû çîrpina xencerê, qebza wî ma di destê min da, xencer pekya çû. Ereb, ser milê xwe re zivirî û go: kuro Emo tu yî? Ez hema çilî peya bûm, min hefsara hespê wî girt, min destê xwe avête destê wî. Min go: axa tu axayî min, ez xula mê te. Go: kuro tu rast dibêjî? Min go: ez rast dibêjim! Go: kuro tu rast dibêjî? Min go: ez rast dibêjim! Go: kuro tu rast dibêjî? Min go: ez rast dibêjim. Go siwar be bide pey min. Go ez siwar bûm, min da pê.

Em çûn, çûn çiyakî, ber derê şkeftekî. Gote min, here qurzikî sikke di vî şkeftê de ne, hilde bîne. Ez çûm, bi herdu destan qurzê hilda lê qurz giran e, hemû sikke ne, hemû jî hesin in tê da. Min hinkî xurikande ber derê şkeftê. Go: Emo tu nikarî? Hema li ser pişta hespê destê xwe avête qurzikê, rakir avête pişt xwe. Min di dilê xwe de go: mala ereb keto, ereb heqa biquwwet ne, lema ereb wisa hikim dikin! Gote min, Emo siwar be bide pey min. Em çûn derketin qûntara çiyakî. Çirakî ji dûr ve xweyî dikir, em çûn valî da em peya bûn. Me hespê xwe destî kirin. Go: kuro Emo ka qurzikî hilde! Ez qurzîkî hildam, ez di binî da ditevizîm, nikarim hildim. Go, ka tu nikarî, hema cakî de bala kirê avête ser milê xwe. Em çûn li ber şûrekî sekinîn. Di nav şûrê da şkeftek heye, kifş e, lê ez nizanim em çi dikin, min hema daye pê Ereb... Ereb go: ha ji te ra evan sikkan, dêw jî vî mixarê da ne. Ewî dêwî mêrê min kuştiye. Ez çiqa gundan geriyam, min xerac istand, go yekî quwwet nekir pey min bikeve. Tu mêr bûyî, tu pey min ketî. Gote min, evan sikkan yekeyek di dîwêr da bikute, go du sikkeyî vî alî bikute, du sikkeyî di wî alî de bikute em ê pê peya bin herne şkeftê. Li dora şkeftê şûre ye.

Neyse, em hatin ber derê şkeftê, şkeft hem kûr e, hem jî riya wê he diçe xwarê... Min go bismillah, kevirik hilda riq yek li sikkê da, sikke wik destê min da çû. Ereb go: kuro hêdî lêxe, dêw ê me bihese, wê me herduka jî bikuje. Ereb sikke destê min girt, hema cakî de yek mist lê dide sikke dîwêr da çiq dike. He wisa wisa, yek dudu sisê... Em hilkişiyane dîwêr, min sikke da dêst, go wisa kuta... Em pê ve peya bûn. Me dêna xwe dayê dêw razaye pîyê wî ber derê şkeftê ye serê wî aliyê din ê serê şkeftê ye. Go, kuro Emo! Serî min ra ling te ra, yan ling min ra serî te ra? Ez tirsiyam, ling dudu ne! Go: lêbelê yek derbê zêdetir lê nede, tu yekî zêdetir lêdî hingê dêw yê xwe bi xwe bêje yekî din lê de. Go: tu yekî zêdetir lêxî yê sax be, rabe yê me bikuje. Yek derbê zêde lê nexe. Min di dilê xwe de got, ling dudu ne, tirsim her du neqetin. Min go: axa ling ji te ra serî ji min ra. Ereb go: baş e, tu dizanî!

Em çûne ba dêw. Ereb ji min ra go: rind quwweta xwe destê xwe da mewcût bike, min wextê çav li te kir hingê em her du bi hev ra lê xin. Me xwe hazir kir, welle çav li min kir, min serê dêw da, serê dêw pekî alîkî. Ewî jî ling dan, lingên dêw pekîn. Dêw dêje me: lêxe. Ereb go: kuro bisekine, meke! Ez sekinîm, min lêneda. Me dêw kuşt. Me hinek bêhna xwe veda... Paşê em rabûn, me go ka çi heye di şkeftê da. Me dêna xwe da çi! Dêw nava şkeftê da binerd çêkiriye, tuneye zêr, tuneye zîv, tuneye xezîne... tijî kiriye. Em jî jixwe westiyabûn... Em hema li wê derê heta sibê razan.

Bû sibe me ji xwe ra hespik, du hesp peyda kirin. Me xişr û mişrê wan, zêrê wan berav kirin hatin, em hatin ber derê şkeftê. Ereb go: kuro Emo! Min go: çi ye? Go: tu min xwe re jinîtî qebûl kî? Min go: axa estexfîrullah, ez xulamê te me. Laqirdiyên xwe bi min neke, Xwedê`j te razî. Ez xulamê te me, tu axayê min î. Go: kuro Emo, ez rast dibêjime te, netirse, tu min ji xwe re jinîtî qebûl kî? Go min go: axa ez xulamê te me. Laqirdiyên xwe bi min neke. Go: kuro ez rast dibêjime te. Go: tu niha xwe re jinîtî qebûl dikî yan nakî? Go: axa wextê tu qebûl dikî, ez jî qebûl dikim. Axa rabû, dest û çavên xwe şûştin. Reşatiya rûyê wî hemû çûn... Min dêna xwe dayê jinke sipî çîl, paqij, meriv qet qêmîş dike dêna xwe bidê de! Ya Rebbî, meriv dibê ne insan e horî ye qey. Hîva çardeşevîn e...

Min Ereba xwe hilda hat, em hane malê. Ew pere, ew zêr, ew xezîne jî me anî hatin... Gundî hatin, me hev dît, min mesela xwe ji wan re dirêj dirêj got. Me dêw kuşt, ereb jin bû, min xwe re anî... filan û bêvan... Îde qedr qîmeta min îllellah... Nav û dengê min ji heftê gundan bihoriye... Herkes qedr û qîmeta min digire... Îja Xwedê te‘ala, ew xortê derê malê girêdayî, kurê min e û ji wê jinkê ye. Îja min çima ew girêdaye, werim sêr vê meselê. Rojekê serê hildide, bi tena serê xwe va çûye nêçîrê, çûye nava dar û beran. Şêrek girtiye, girêdaye aniye hatiye. Lê şêr destê wî qerpiçandiye. Ça kurê min e, ça wê ji Erebê ketiye, ça şêr destê wî qerpiçandiye... Ez vîna qebûl nakim, eva xêra wî ye min daye, piştî nên ezê rabim serê wî lêxim. Min go: axa eva tiştê tu dikî bê Xwedêtî ye, tu heqa mêr bûyî, Ereb heqa jêhatî bû, dêw yekî tenê bû... Çima Ereb tenê serê dêw lê neda? Te çima tenê serê dêw lê neda? Yekî we li serî daye yekî we li pîyê daye. Eva jî şêr e, çar lingên wî hene, girtiye dest û piyên şêr girêdaye. Şêr e, qerpûşekê xwe avêtiye lê daye qerpiçandiye. Axa hinek cî xwe sar bû, sekinî, ponijî... Axê go: kuro hûn melaîket in? Kuro Xwedê hûn ji me ra şandin. Hûn nebana wellehî min kurê xwe dikuşt. Ew aqil mantiq ne serê min de hebû ne jî serê miletê min de hebû. Wellehî hûn nebana min kurê xwe dikuşt. Îja hûnê ku de herin? Her sê heval gotin: em tiştek jî naxwazin, em ê herin xebatê. Axê go: kuro devê we çi digere bixwazin ez ê bime we, hûn ser çavên min û bavê min re hatine... Îja hersê heval dîsa derketin ser riya xwe... axa û kurê xwe û gundî bi şadî de gundê xwe de man... Ewna gihîştine mirazê xwe guhdarê vê çîrokê jî bigîje meqseda xwe...

 

 



[1]Ka gîska me bide: Li Serhedê biwejek e. Ji çîrokbêjan re dihate gotin, ango, ka ji me ra çîrokek vebêje.

[2]Çîrong: Ji çîrokên dirêj re çîrong tê gotin li hin deverên Serhedê.

[3]Di deşîfrekirina dengê Hecî Şukrî de me nexwest ku zêde destkariyê bikin û herikbariya kurmancî ya çîrokê xira bikin. Me tenê çend tiştên biçûk kirin. 1) Mesela di vê hevokê de “welle tu heke neyî em ê te li vira bihêlin herin” daçeka “li” ji aliyê me ve hatiye danîn, û di hevokên din de jî heman rêbaz hatiye şopandin. 2) Di vê hevokê û yên wekî vê de: “em bizanin eva nana bona çî ye?” me nekir “em bizanin ka gelo ev nan ji bo çi ye?”. 3) Me peyvên sereke neguherandin, wek; go (got), gon (gotin), bîna (mîna, wekî), îdî (êdî), dêna xwe didin (dêhna xwe didin), hersêk (her sê), heqa (heqas, ewqas) û wd. 4) Me piştî peyvên derbirînê wek “dibêje, gotê” xalecot danîn. 5) “Ereb nanê xwe xwar û paşê gotê de” di vê hevokê û yên weke wê de me destkarî li paş daçeka “de”yê nekirin.

Yazar: Berhevkar: Yakup Aykaç

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site