20:02 EEST Duşem, 24/09/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 33


ÎroÎro : 495

meha rewacdarmeha rewacdar : 11689

Hemî MêvanHemî Mêvan : 630057

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Çîrok

YÊ BÊAQIL KÎ YE?

YÊ BÊAQIL KÎ YE?

Rojekî rojan, di gundekî de kalek hebûye. Ev kal xweyê du zarên kurîn bûye. Wextê kalik nexweş dikeve tê li ber mirinê, gazî her kurên xwe dike û ji wan re wesiyeta xwe dike. Dibêje: “lawên min ên delal, Ez êdî nêzîkê mirinê me, ji ber vê daxwaziya min ew e ku hûn ev kîsika tijî zêr bidine wî merivê ku li ser ruyê dinê yê herî bêaqil e. Zarokên kalo, gava bavê wan diçe rehma Xwedê li cem hev rûdinên dibêjin: “ka em herin di gundê xwe de kîjan bêaqil e, em ê kîsika zêr bidine wî.” Cara pêşîn xwe digihînine dînê navgund, kîsika zêr didinê, gava dîn kîsika zêrî hildide ji wan re dua dike û dibêje Xwedê ji we re razî be.

Çîroka ‘Emer Axa

Çîroka ‘Emer Axa

Me jî ji mezinên xwe bihîstiye... di şevên zivistanê yên dirêj de, ne televîzyon bû ne jî radyo, gundî çend rojan carekê diçûn di oda möran/mêvanan a filankesekî de berav dibûn, diciviyan ser hev û çi mesele û rûdan hebûya vedigotin. Îja, di wan şevan de wextê dengbêjek dibû mêvan hingê kêf û şahiya gundiyan bêtir xweş dibû. Piştî şîvê çay dihat, dû re meseleyên vir de û wê de dihatine gotin; hespê filnakesê kumêt bû, zivistana îsal dirêj bû, diz ketine gova Mala Hecî, şivanê Misto Axa ketiye nav bagerê, hê bîst û pênc roj maye Çilê Biçûk ret be... û mijarên cur bi cur... Dor êdî derbasî dengbêjê ezîz dibû. Hingê mezinê odê kê bûya, digot: de Xwedê`j te razî be, şev dirêj in, îşev hinek sebra me bîne, ka gîska me bide! Dengbêj jî bersiva wan dida: ser çavan, ser seran... ez ê gîska we bidim û dest bi çîronga xwe dikir...Îja hingê dem mîna siya darê derbas dibû û guhdêran hew didîtin melê sibê bang dide...

DÊLEGUR

DÊLEGUR

Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin.

Kêmçîrokeke Enfûsî

Kêmçîrokeke Enfûsî

Îro jî dereng şiyar bibû. Bi hêrs û bêmadeyî ji nav ciyê xwe bi pilozî pekiya. Li sa’etê nihêrî, bi çavên xwe yên nîvekirî, rast bû wext û roj gelekî bilind bibûn. Axîna ku dikişand ji kûrahiya dilê wî yê nedametawer hildipekiya. Lewra di xew de gelek wext fewt kiribû. Bêhna wî gelekî teng bibû. Ji razanê xew di wî de dibilbiqî, ew jî bi xwe û bi xewê diteqiya. Ji ber ku gelekî ji xwe ‘aciz bibû, kenê ji ser ruyê wî bar kiribû. Tengezariyeke nediyar di ruyê wî de dabû der. Dîsa xulxulînan di hundirê wî de dest bi coş û xurûşan kiribû.

Hêvî

Hêvî

Xezalê zilamê xwe baş nas dikir. “ Egît, dizanim ku wekî tu li ser êgir bî. Lê hema pitika me jî bibîne û here.” Egît bîstekê bê deng ma. Tiştek ji devê wî derneket. Di eywana vî xaniyî de pîrika xwediyê xênî tenê dima. Loma bi dilê rihet ew kiribûn mêvanê xwe.

Encama Geloyekê

Encama Geloyekê

Meh meheke havînê û roj rojeke wê mehê bû. Min dema serê xwe rakir û li şibakê nihêrî taveke şîrîn li ser rûyê min ê bixew nerm, danî. Ez rabûm. Tenê nivînên min li erdê bûn. Di jûrê de kes nemabû. Ez bi ecele derketim derve. Paşê pejna diya min hat. Li xaniyê tendûrê bû. Ez ber pê çûm û min pirsa maliyan jê kir. Wê jî go: -Hemî çûne bênderê, partoz dixebite. -Dayê! ez ê jî herim. -Neçe, li ba min bimîne. -Na ez ê herim. -Nexwe pêşî taştêya xwe bixwe paşê tu diçî here. -Madê min naçe tiştekî hema ez ê girgirka xwe bajom û herim. -Nabe kurê min tê birçî çawa herî? -Ez ne birçî me. -Ka bisekine, ez to ji te re bidim ser nan û bide destê xwe, hey bixwe hey here. -Temam dayê.

ÇÎROKA ŞÊXÊ SEN’AN

ÇÎROKA ŞÊXÊ SEN’AN

Di hundurê her kesekî de bi hezaran beraz hene. An mirov dê wan berazan bikuje, ji holê rake, an jî mirovê zunnarê ji pişta xwe girê bide, dev ji doza ku pûç û ziwa ye berde. Ger haya te ji wan berazên di hundurê te de ne tunebe tu mafdar î lê dîsa jî tu nabî mirovê ku xwediyê doza xwe.

Ehmedê Mêrdînî

Ehmedê Mêrdînî

Îsal hêj nû hatibû Wanê. Ehmed ji Mêrdînê bû û ji bo xwendinê hatibû. Xwendina zanîngehê ya edebiyatê, edebiyata Kurdî. Piştî qeyda zanîngehê jî venegeriyabû bajarê xwe. Lewra perê rê, mesrêfên wekî din her diçû zêde dibûn.

JI BO SÊVEKÊ

JI BO SÊVEKÊ

Çileya havînê bû. Rojeke germ û xweş. Hiseyn îro zû ji xew rabûbû. Lewra dora pez ya wan bû. Xwîşk û birayên wî hêj biçûk bûn. Ji ber vê yekê her daîm ew diçû ber pez. Carna pir aciz dibû. Kêfa wî gelekî ji xwendinê re dihat. Lê mecbûr bû ku şivantiyê bike. Lewra debara malbatê li ser milê wî bû. Bavê wî berî heft salan nexweş ketibû. Bayê felcê lê dabû. Ketibû nav dest û piyan. Xwedê jê razî be diya wî bê gilî û gazind hemû ihtiyacên bavê wî dianîn cih. Soz dabû diya xwe wê ew ji vî halî xelas bikirana. Kete nav xeyalên dûr û direj. Wê bixwenda, bûbûya mamoste û bihata gundê xwe. Wê ji zarokên gund re bûbûya pêşeng. Ji bo xwendinê wê ji wan re rê vekira.

Desmala Bavê Min

Desmala Bavê Min

Di bin siya dara akasyayê ya biniya doşka malê de, li ser cila raxistî hêca rûnişt û niha dest û serçavê xwe bi desmala xwe ziwa dike. Bi dudilî be jî paqij dike, lewre taqet nake ku desmaleke din an jî pêşgirekê bixwaze. Ji traktor, vagona li pey û konê li ser vagonê diyar e ku ev demeke ji malê dûr in, belkî heftek an jî deh roj. Sala ku zevî pir bûn wisa dikir. Bi xwe re xwarin û pêxwarin, cixare, çay, av û ardû, gîsin, amûrên berdest û pêdiviyên din dibir. Hin caran demeke dirêj li serhev cot dikir. Serê sibê cot dikir, esrê cot dikir, êvarê û bişev cot dikir, heke kesek li cem nebûya carna ji ah diket. Carna jî yek bi xwe re dibir. Û heke ji xwe re xwarin nebirana min an birayekî min me ji wan re xwarin dibir.

Di Taqika Kon Re

Min ji wê sîdana ku lî hember dîwarê me yî başûr ve çê dibû pir hez dikir. Nemaze di demên rojê havînê divê bihata ziyaretiya me. Dema ku rudinişt em li dorhêla wê xelek xelekî rudiniştin. Dika ku em li ser rudiniştin têra xwe pehn û dirêj bû. Xezên rûyê wê xelek xelekî, çavên wê di koncala xwe de hatibû xwarê… Hirbiya sor bi ser destmala sipî de li dora serê xwe gerandibû. Gava kû mirov lê dinêrî wekî kû extiyarek e ji rûpela dîroka xwe biqete û bê serdema niha. Tizbiya sed hebî di destê wê de awirên wê li xaniyê bavê wê yî kavilbûyî dinêrî. Kûr kûr diramiya. Diyar bû kû bîriya gundê xwe kiribû… Her dema ku ew dihat ez jî bi giramî nezîkî wê dibûm. Meta min Wetfa li bal min wekî çavkaniyeke dewlemend bû ku diviyabû min sûd ji jiyana wê yî borî werbigirta.

METRAN ‘ÎSA YAN JÎ EVÎNA ‘ELIYÊ QOLEXAZÎ Û MEYREMA FILE

METRAN ‘ÎSA YAN JÎ EVÎNA ‘ELIYÊ QOLEXAZÎ Û MEYREMA FILE

Destana 1 Metran 2 di nava gelê Kurd de tê zanîn, pirr bi nav û deng e. Bi dehan wersiyonên vê destanê hene. Destana Metran ‘Îsa ya ku li cem min tomarkirî ye navê dengbêjê wê ne diyar e. Lê belê dengbêj destana Metran ‘Îsa bi sewteke xweş dibêje. Ji pey van agahiyan em derbasî destanê bibin 3 .

Çîroka Helbesta “Payîza Paşîn” a Melayê Hezîn

Çîroka Helbesta “Payîza Paşîn” a Melayê Hezîn

Rojek ji rojên payîza sala du hezar û sêzdan… Li Çewlikê dem û demsal li hev diqelibîn. War û wext bi hev re diketin seyranê. Bi hewaya xwe ye xwes û bi ava xwe ye bi tam, payîza îsal jî ji Çewlikiyan re xwe diyarî dikir. Dema ku telefona min lê ket hê ez li ser tastê

Egirdekfiroş

Egirdekfiroş

Li ber qeraxa behra Wanê me. Zivistan e. Di bixêriyê her malan de dû mîna maran hildikise. Erdhej jixwe li wan dera birîndar kiriye, li ser wê jî komirên erzan vê bajarê hedî hedî vê birînê kûr dike. Mijeke tîr li ser behrê ye. Bayekî xwes tê. Lê dîsa jî roj dikare dilê mirov germ bike. Tîrêjên rojê

LI QERAXÊ GOLEKÊ-III

LI QERAXÊ GOLEKÊ-III

Pistî kevirên min ên ser berfê sê meh borîbûn. Nizanim çi pê hatibûn lê dibe ku noqî avê bibûn. Erê niha qesa golê veheliyabû, berfa wê heliyabû. Rojekê yan jî sevekê

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site