22:54 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 18


ÎroÎro : 498

meha rewacdarmeha rewacdar : 4814

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600861

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Bîranîn

ENCAMNAMEYA PANELA NÛTÛQA BEDÎUZZEMAN

Yekşem - 06/11/2016 19:20
ENCAMNAMEYA PANELA NÛTÛQA BEDÎUZZEMAN

ENCAMNAMEYA PANELA NÛTÛQA BEDÎUZZEMAN

ENCAMNAMEYA PANELA NÛTÛQA BEDÎUZZEMAN

21    Mijdar 2015

 

Beşîr Kök, Hikmet Kadri Çelik, Abdulhakim Ergin

 

Di 21 Mijdara 2015an de li Amedê panela Nutûqa Bediuzzeman hate li dar xistin. Panel ji aliyê kovara Nûpelda û komeleya Ahengê ve hatibû tertîb kirin. Di vê panelê de yekem pirtûka Bedîuzzeman ‘Nutûq’ hate nirxandin û li ser 7 gotarên vê pirtûkê gotar hatin pêşkêşkirin. Gotarên panelê ji layê pisporên qada xwe ve hatibûn amedekirin.

Panel bi konferanseke destpêkî û du/2 rûniştinên ji hev cuda ve hate organîze kirin. Di konferansa destpêkê de axaftvan dîroknas birêz Ahmet Demir bû. Demir, di gotara xwe de bal kişand ser Nutûqa Bedîuzzaman û ehwalê civakî-siyasî yê heyama ku berehem hatibûn nivîsandin. Di binê riyaseta Abdurrahim Yıldız de rûniştina yekem pêk hat ku di vê rûniştinê de ev gotar hatin pêşkêşkirin. Alk. Dor. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş, "Kürdistan Ulema ve Meşayih ve Rüesa ve Efradına Meşrutiyete Dair Telkinat", Dr. İbrahim Sürücü,  "Ruh-u Kulub İttihad-i Kulüptedir", Alk. Dor. Dr. Hayrettin Kızıl, "Hürriyet'e Hitab". 

Di binê riyaseta M. Zahir Ertekin de rûniştina duwem civiya û di vê komê de jî ev gotar hatin pêşkêşkirin. Ayhan Yıldız "Bediüzzaman'ın Hürriyet Düşüncesi / Eski Eserlerinin Kürtçe Çevirileri", Dîroknas Ahmet Demir, "İstanbul'da Kürtlere Edilen Hitap" , Lêkolîner  A. Samed Alkış, "Prens Sabahaddin Beyin Su-i Telakki Olunan Güzel Fikrine Cevab" , Lêkolîner Abdülkadir Altun "Herkes Vazifesini Bilmeli, Su-i İstimal Etmemeli" û Alk. Doç Dr. M. Zahir Ertekin "Niyazi Beye".

Piştî ku pêşkêşî qediyan, ji aliyê sê pisporan ve encamname hate xwendin û ev encamneme bi çapemeniyê re hate parve kirin. Vaye encamnameya panelê ev e, kerem kin.

·         Wehîy aqilekî kullî ye. Di çarçoveya wehyê de hewcehiya çareseriya her cure kêşeyên me xwe zêdetir nîşan dide. Heta ku em ji wehyê dûr kevin nabe ku em serederî bi van kêşeyan derxin. Wekî misilman, di roniya wehyê de ji bo ku em aqlekî kemaltir derînin divê em di nav xwe de şêwrê berbelav bikin. Ji ber vê xebatên wiha divê bi domdarî dewam bikin.

 

·         Ji bo ku em Bedîuzeman bi temamî nas bikin, digel helwesta wî ya derbarê meseleyên îmanî, divê em bala xwe bidine helwesta wî ya derbarê mijarên sosyal û siyasî jî. Di berhemên Bedîuzeman ên hema bêje sedsalî de, em dibînin ku ew ji kêşeyên civaka/erdnîgariya xwe re  çareseriyên bitesîr û serxwe pêşniyar dike. Dema em berê xwe didine berhema wî ya Nûtûqê em dibînin ku ew ji hin mijaran re çareyên rasteqîn pêşkeş dike ku ew mijar îro jî li rojevê ne.   

 

·         Navê berga berhema Nûtûq di nusxeyên orjînal de wekî “Nûtûqên Bedîuzemanê Kurdî” ye. Divê di çapên nû yê vê berhemê de ew bi navê xwe yê orjînal bê navandin. 

 

·         Ji reçeteyên herî girîng ên Bedîuzeman ên ji bo kurdan pêşniyar kiriye yek jî “Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî ye.”  Bedîuzeman, kurdî dişibîne dara Tûbayê ya li cinnetê û ew îfade dike ku kurdî zimanekî dewlemend e lê hatiye îhmalkirinê ji bo wî jî ew hişk dibe.  Ew dibêje ku zimanê dayikê wekî nivîsa ser kêvir mayînde ye dixwaze kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Wî ew kesên rêziman û elifbêya kurdî çêkirine ji gelê xwe re teqdîm kirine û pêşniyar kiriye ku ew bidin dû wan û xebatên nû li ser vî hîmî bê avakirin da ku ziman pêş keve.

 

·         Bedîuzeman dema diçe Stenbolê, daxwaznameyeke mafê perwerdehiya kurdan dide îdareyê. Lê dema ku dibîne bi mehan bersiva vê daxwaznameyê nayê dan, Ustad wê di rojnameyê de diweşîne. Li ser vê Bedîuzeman, ji aliyê rêveberiyê ve bi raporeke sexte pêşiyê li timarxaneyê, paşê jî girtîgehê dibîne. Li girtîgehê bi riya Wezîrê Navxwe –ji bo ku dengê wî bê qutkirin- jêre ruşwet tê teklîfkirin. Lê Bedîuzeman, ne ji bo menfeeta xwe tenê ji bo menfeeta miletê xwe dixebitî, ji ber wî ew li dijî vê teklîfê rabûye. Ev helwesta wî ya hamiyetperwer divê ji mere bibe nimûne.

 

·         Berhema bi navê Nûtûq a Bedîuzemanî,  hewl dide ku îmaja ronak a Îslamiyetê derxe pêş ku ew îmaj di dewra Evdilhemîdê II. de lawaz bibû.

 

·         Bedîzeman di her demê de meşrûtiyeta meşrûa û hussiyeta şer’î taleb dikir. Ji bo ku sereke xala wî ya tevgerê ev bû, di demên pêş ên jiyana xwe ya Stenbolê de ji ber ku azadî diparastin ew bi Îttihadiyan re di têkiliyeke nêzîk de bû. Lê bi îlana meşrûtiyetê û dûre rûdana 31ê Adarê re dema ku dibîne polîtikayên Îttihadiyan ji yên dewra îstibdatê jî xirabtir e ew ji wan vediqete. Ya rastî bi gotina wî; ‘Ez ji wan veneqetiyam, ew ji min veqetiyan’ dibêje. Bedîuzemanê ku ji Îttihadiyan vediqete nêzîkî Partiya Ahrar a Osmanî dimîne ku ew azadîxwaz û demokrat e û li dor Prens Sabahattîn hatiye pê.

 

·         Bedîuzeman ji ber ku girêdayî milletê xwe ye, ew cil û bergên miletê xwe li xwe dike.  Ew dibîne ku însan Awusturyayê boykot dikin lê dîsa berên wan bi kar tînin, li pêşberî vê, ew kiryara xwe wekî boykoteke li dijî hemî Ewropayê dinirxîne. Ev jî helwesta Bedîuzemanî ya millî bi zelalî nîşan dide.

 

·         Di 30 salên dewra îstibdadê de ya ku rakirina wê dihat xwestin “hurriyet” bû. Lewma Bedîuzeman li her derî li hurriyetê geriyaye, ev jî di her firsendî de îlan kiriye.

 

·         Bedîuzeman destnîşan kiriye ku herî zêde îhtiyaca kurdan bi hurriyetê heye û divê pêşî kurd bibin teqîbkarê vî karî. Ew, ji bo ku mijarên wekî; hurriyet, meşrûtiyet(daxilbûna xelqê ji rêvebirinê re) bên fêmkirin ji hemî hêmanên kurdan –alim, şêx, mîr, serok, gel- re xîtab dike û dike ku bigihije wan. 

 

·         Li gorî Bedîuzeman çareya xilasiya me ya giştî ‘Îttihada millî ye. Ev li ser bingeha edalet, wekhevî û biratiyê dibe.

 

·         Bedîzeman xwestiye ku ji guherîn û veguherînên dinyayê nemîne, bereks; xwestiye li van guherîn û veguherînan zêde bike.

 

·         Bedîzeman herdem tevgera musbet aniye ziman. Wî helwesteke tevger û fikrên hestyar, nişkave û bertekdar dûr nîşan daye. Ustad xwediyê salabeta diniyeyeke xurt e. Di mijarên bi  Îslamê re eleqedar de tîtîz, cidî û bêtawîz bûye.

 

·         Li gorî Bedîuzeman, divê hurriyet bi şerîetê ve bê xemilandin. Şerîet çavkaniya jiyanê ye. Heke em hurriyetê tetbîqî jiyanê bikin ku çavkaniya wê şerîet be, em ê ji niha gelekî pêşdetir bin. Divê hurriyet ji menfîetên şexsî re neyên fidakirin.

 

·         Bedîuzeman ji bo me 5 deriyên pêşketinê wiha terîf dike:

 

-Divê qulûb, saziyên sivîl û wd. yekitî bin,

-Divê hezkirina millî bi meriv re hebe,

-Perwerde,

-Divê meriv bixebite, teşebus û teraliya şexsî li ser xwe rake,

-Divê di daîreya meşrû de bijî.

 

·         Kinceke ku li bedena kesekî din tê dibe ku li bedena me neyê. Lewma, bi şertê ku em edetên xwe yên millî biparêzin divê em ji Rojava tiştên ku ew ê me pêş bixin bistînin.

 

·         Di karên dinyewî de helbet dê reqabet û pevçûn çêbe. Çimkî dinya nikare însan tatmîn bike. Lê di karên uxrewî de reqabet û pevçûn nabe. Çimkî axîret bêdawî ye. Ji ber wî, sedema esasî ya pevçûnê dinyewîtî ye.

 

·         Bedîuzeman ji hemalên kurd ên li Stenbolê re ji bo ku ew neyên provakasyonan diaxive û wekî hemalekî xîtabî wan dike, niha ew wisa tê fêmkirin ku ew axaftin wekî ku ji hemî kurdan re hatiye kirin lê ev fêmkirin gelekî çewt e.  Di wê demê de telqînên Ustad gelekî bi kêr tên ku ew nahêle hemal bên provakasyon û lîstikan. Bedîuzeman ji alim, şêx û serokên kurdan re jî bi şiklên cuda û li gorî asta wan xîtab kiriye.  Xala hevpar a ku Ustad ji hemî kurdan re pêşniyar kiriye jî ev e: “3 cewherên me hene. Bi zimanêşerîet, namûs û xîretê hifza xwe dixwazin. Yek Îslamiyet, a din însaniyet, a din jî milliyet e. 3 şûrên me yên almast hene: Îttihada millî, Se’ya însanî, Muhebbeta Milli. 3 dijminên me hene: Cehalet, zerûret û îxtilaf. Em van dijminan dikarin bi çeka merîfet, sen’et û tifaqê têk bibin.”

 

·         Bedîuzeman pêşniyar dike ku kurd neyêne provakasyonan, neyêne bikaranîn û bi aqilî û musbet tevbigerin. Ev pêşniyar ji bo hemî dewran derbas dibe.

 

·         Ji bo berhema Nûtûqê, ji ber ku têgehên wekî meşrûtiyeta meşrûa û îttihada qulûb wd. şaş tên fêmkirin hewce bi şerha Nûtûqê heye. Ev hewceyî jî çi bi şerhên panelîstan ên xebatên wan çi bi xebatên serbixwe dê bên pêkanîn.

 

·         Di lîteratûa dinyayê de Xutbeya Xatirxwestinê ya Hz.Pêxember(s.e.w.) wekî Nûtûqekê cî nedîtiye. Bi heman şiklî di edebiyata Tirkiyeyê de berhema Bedîuzeman a Nûtûq jî bi tu awayî cî nedîtiye.

 

·         Bedîuzeman berî her tiştî alimekî Îslamê ye. Wî herdem îttihada Îslamê parastiye û ji bo vê xebitiye. Ew li dijî perçebûnê ye. Digel vê derî ji mijarên wekî adem-î merkeziyet yan jî sîstema eyaletan re negirtiye. Bi şertê di çarçoveya Îttihada Îslamê de bimîne ew fikra adem-î merkeziyetê erênî dibîne. Bedîuzeman ji bo ku derbasî adem-î merkeziyetê be dixwaze hikumet hin teşebusan bike û dixwaze dem û şert bikemilin.

 

·         Bedîuzeman dibêje ku, peywira rojnameyan îlankirina qencî û eyban, terbiyekirina fikran û parastina zihnê ji sathîbûnê ye. Dîsa dibêje, dema ku van dikin divê rojname ji îfrat û tefrîtê birevin. Bedîzeman, li dijî operasyonên îdraqê yên bi cerbeze bû ku tê de întîqam û nefreta şexsî dihewandin, dîsa wî li dijî hin weşanan mucadele dikir ku wan weşanan ji bo menfîeteke biçûk exlaqê Îslamê dihejandin. Lê wî ev mucadeleya xwe li ser bingeheke exlaqî, bi tevger û fikra musbet daye.

 

 

 

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site