15:05 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 14


ÎroÎro : 232

meha rewacdarmeha rewacdar : 11377

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653240

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Bîranîn

“Dawiya Zilmê Hatiye, Dawiya Zaliman Hatiye”

Înî - 19/10/2018 18:38
“Dawiya Zilmê Hatiye, Dawiya Zaliman Hatiye”

“Dawiya Zilmê Hatiye, Dawiya Zaliman Hatiye”

“Dawiya Zilmê Hatiye, Dawiya Zaliman Hatiye” Aqîl Mihacir

 

Berî ku em vê nivîsê ji kovara Nûpeldayê re amade bikin, ji bo sererastkirina kêmanî û zêdeyiyên wê, me ji xwediyê riwayetê birêz Şakir Epözdemir re şand û pê da xwendin. Epözdemir piştî xwendinê tekste, ji me re peyamek şand û bi kurtayî wiha got: Ev rîwayet û vegotin ji aliye min ve hatiye kirin; ez berpirsiya rastiya wê didim ser milên xwe û naveroka wê bi her alî ve teyîd dikim.

Ji bo pejirandina aliye bi Faîq Bûcak ê rehmetî re têkildar, me telefonî lawê wî birêz Sertaç Bucak kir. Wî jî pêkhatina vê bûyer û gotina Ustêd tev teyîd kir; di gotina xwe de bilêv kir ku, bavê wî di organîzasyona merasîma cenazeyê Cenabê Bedîuzzeman de jî cî girtibû. Sertaç Bucak, dibêje bûyer tê bîra min. Li gor vegotina wî, dema Cenabê Bedîuzzeman hatibû Ruhayê, ew neh salî bû. Bavê wî Faîq Bûcak, kesekî Kurdperwer bû; li mala wan, hew bi Kurdî (him Kurmancî him jî Dimilî) dihat axaftin. Li mala wan dê û bavê wî pir caran qala Ustêd dikirin. Biqasî ku tê bîra wî, Bedîuzzemên digel hevoka ku birêz Şakir vedibêje, gelek tiştên din jî bi Kurdî ji bavê wî re gotibûn. Lê her çiqas bavê wî hûrguliyên wê hevdîtin û axaftinê, bi diya wî re parve kiribûn jî, mixabin ji teref wî ve nivîsîn an jî qeydkirina wan gotinên dê û bavê wî, nehat pêkanîn.

Li dû van herdû teyîdkirinan, em we bi rîwayeta derheqê Bedîzzeman Seîdê Nûrsî de rû bi rû bihêlin:

Derheqê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî De Ji Birêz Şakîr Epozdemîr

BÎRANÎNEKE GIRANBUHA

Pêncî û pênc salan berî nuha, çaa ku Ustad ji Enqereyê hat Ruhayê, rojnameyan ev rûdana bi awayekî neyînî dikirin manşet.

Wê çaê digel Mehmet Durucanê Hilwanî ez li PTT’ya Diyarbekirê memurê têlgrafê bûm. Mihemed Durucan, girêdayî û alîgirê Bedîuzzemên bû.   

Di wê tangê de têlgirafên ku bi hatina Ustêd re têkildar in, mîna baranê li PTT’e yê dibariyan.

Li ser agahdariya ji vê bûyerê Mehmet Durucan, ji rêvebiriya saziyê destûr stand û ji bo pêşwazîkirina Ustêd, çû Ruha yê.

Jixwe Ustad, ji bo wefatkirinê hatibû bajarê Cenabê Brahîm Pêxember (s). Xwestibû ku dema ruhê xwe teslimî Xwedê bike li wî erdê pîroz be; canê xwe, li ser wê axa bimbarek radestî Xwedê bike.

Piştî wefatkirin û definkirina Ustêd, Mehmet Durucan vegeriya Diyarbekirê hat ser karê xwe. Ez jî çûm sersaiya wî. Di nava axaftinê de wî ji min pirsa Faîq Bucak kir.

Got: “Gelo tu Faîq Bucak nas dikî an na?

Min jî got “Ez wî kesî ne rasterast, lê iyaben nas dikim.”

Li ser vê bersiva min Mehmet Durucan rabû li min vegeriya û ji min re ev gotin got:

Tu dizanî Ustêd pir ji Faîq Bucak hezkir. Bedîuzzemên, ew bi heraret hemêz kir û bi dizî hin tişt di guhên wî de gotin.”

Ji ser vê axaftina min û Mehmet Durucan re pênc sal derbasbûn. Bû sala 1965an. Me di wê salê de li azîkoşka Diyarbekirê TKDP (Partiya Demokrata Kurdîstana Turkiyeyê) ava kir. Kekê Faîq Bucak, serokê me bû. Min ew bûyera ku Durucan ji min re vegotibû, jê pirsî. Got:

Tev rast e. Ustêd di guhê min de bi Kurmancî got ku:

Dawiya zilmê hatiye, dawiya zaliman hatiye, mizginiya min li te.”

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site