17:55 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 247

meha rewacdarmeha rewacdar : 6581

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638627

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Bîranîn

Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Yekşem - 15/03/2015 00:25
Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Kekê ‘Ebdilqadir Badilli, binaskirina Ustêd ve kesekî gelek bişans bû. Di xortaniya xwe de xwe gîhandê û jê daxwaza xizmêtkirinê kir. Bedîuzemên jî, ji aliye xizmetkirinê ve her derî jê re vekirin. Li ser vê, Kekê Badilli jî comerdiyeke mîna ‘Ebdurrehmanê Lawê Ewf, hemû mal û milkên xwe, hemû roj û salên xwe, di riya xizmetkirinê de serf kir û bi vî awayî bi ber û bereket kir. Di taliye de li ser wê riyê, rihê xwe radestî xwediyê rasteqîn kir; welatê ezmûnê terikand û çû welatê xilat û mukafatê. Xwedê jiyan û çûyîneke wisa bike nasibe me hemûyan.

Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Ahmet Demir

Kekê ‘Ebdilqadir Badilli, binaskirina Ustêd ve kesekî gelek bişans bû. Di xortaniya xwe de xwe gîhandê û jê daxwaza xizmêtkirinê kir. Bedîuzemên jî, ji aliye xizmetkirinê ve her derî jê re vekirin. Li ser vê, Kekê Badilli jî comerdiyeke mîna ‘Ebdurrehmanê Lawê Ewf, hemû mal û milkên xwe, hemû roj û salên xwe, di riya xizmetkirinê de serf kir û bi vî awayî bi ber û bereket kir. Di taliye de li ser wê riyê, rihê xwe radestî xwediyê rasteqîn kir; welatê ezmûnê terikand û çû welatê xilat û mukafatê. Xwedê jiyan û çûyîneke wisa bike nasibe me hemûyan.

Min Kekê ‘Ebdilqadir, di zarokatiya xwe de nas kir. Her çiqas, ji sedî sed, ez nedigîhaştim asta fehm û ramana wî jî, dersa yekem a ku min jê guhdarî kir, “muxayebatên xamse” bû. Dû re ziyaret û têkiliyên min pê re domiyan. Her çiqas, li piştî lîseyê min li ciyekî di xizmeta xwe domand jî, hemû tevgerînên min li gor Rîsaleyan bûn. Di her hatina min a welêt de minê miheqqeq ew bidîtya û pê re bitanişyama / bişêwirama. Çi li Enqereyê, û li Diyarbekirê, di dema xwendina min a zanîngehê de, çi jî li derveyî welêt di dema xebitîna min a teybet de, pirsgirêkên fîkrî, ramanî û lêkerî yên ku ez rastê dihatim, min bi wî re parve dikir. Vê rewşê, di jiyana min a karmendî de jî dewam kir.

Dema ku ez ji Tekirdaxê hatim Rihayê, ez pê hesiyam ku di girtîgeha Girêspî / Akçakaleyê de ye. Min, hin heval girtin û em çûn ziyareta wî; di serî de her çiqas Sawcî nehişt jî, dû re destûr da me û em çûn hundir hepsê. Ez ne xelet bim, seba ku ji Serekomarê wê demê re nameyek şandibû û jê re gotibû, “Ewqas sal e te em Misilman çima xapandin?” Ji bo vê nameyê, jê re ceza birrîbûn. Di hepsê de her kes, di qisaweta giranbûna cezaya xwe de bû, ew, bê şikat, di xebata wergera (heke ez ne xeletbim) Îşratu’l Îcazê de bû. Bi hatina me re kêfxweş bû. Hal û rewşa me pirsî; derheqê xwedî derketina li xizmeta Rîsaleyên Nûr de li me şîret kirin.

Carekê hat sekinî, min jê re mijara wergera tîpên Latînî ya pirtûka “Peyvên Biçûk” vekir. Di serê salên nodî de cara ewil wî risale wergerandibû Kurdî. Min jê re got “Kekê Ebdulqadir, ger destûra te hebe, ez dê vê kitêba te wergerînim tîpên Latînî, da ku xortên ku elifbêya klasik ya Kurdî nizanin, jê sûdê werbigrin.” Got, “Tu rind / baş fikirî ku vê pêşniyarê li min dikî? Min jî got “Belê.” Got “Wê çaxê Xwedê alî te bike, li sihheta wê miqate bibe û wergerîne.” Min jî dest bi wergerînê kir.

Lêbelê cî û peywir guherînên min ketin navberê. Di sala 2008an de, gumana hatina min a Enqereyê derket holê. Koordînatorê avakar yê TRT Kurdiyê, hatibû Rihayê. Îcar rasterast ji min jî, daxwaza xebitîna di vê qanalê de xwest. Min jî ev pêşniyaza wî, bir bi Kekê ‘Ebdilqadir re parve kir û fikra wî pirsî. Li piştî çend pirs û bersivan got “Ew kesekî pêbawer e; here, hemû şik û şibheyan ji dilê xwe bavêje; Xwedê riya te veke.” Jiber ku min pê ra gotibû “Gelo li me Kurdan, ev ne xapandineke din be?” Min ew guhdarî kir û bê dudilî ez hatim Enqereyê.

Sala çûyî, Kekê ‘Ebdilqadir, nexweş bû û hatibû Enqereyê. Dema ku ez pê hesiyam, çûm cem. Lawê / kurê wî Seîd li ba wî bû. Di roviyên xwe de nerihet bû. Li piştî emeliyateke giran şîfayab bû; hinekî bi xwe hat. Çaxa ku ez bibînim, Kekê Mihemed Kurtoxlu jî hatibû ziyaretê. Me, li gor tawsiyeya bijîjkan li nexweşxaneyê hinekî da meşandin. Em ketin piyan / destan, em tev meşiyan. Du re, me jê re dua kirin û jê dua xwestin û dû ra jî jê veqetiyan. Li dû demeke pir ne dirêj re, bû tabûrcî û vegeriya welêt.

Piştî ku çû Rihayê, em digel çend hevalan, li wir jî çûn ziyareta wî. Me rewşa wî pirsî. Ji halê xwe razî bû; jiber ku cardin dest bi xebata vekolîn û nivîsînê kiribû gelek kêfxweş bû. Bi awayekî berketî, min çend pirs derheqê belgeyên ku dabûn A. Akgunduz lê pirsî. Got, “Qet bermekeve; kes nikane belgeyan biçewtîne. Belgeyên ku li cem min in û min nedane wî, deh qatî ji yên ku min danê zêdetir in. Ez, a niha li ser Mufassalê dixebitim; bi qasî hezar rûpelî lê zêde dikim; dê demeke kin de were çapkirin.” Ez ne xeletim di wê hevdîtinê de bû, me pirsa çapkirina Rîsaleyên ku Mele Zahîd wegerandibû Kurdî lê kir; Di wê mijarê de jî wiha axifî: “Ji bo bidestxistin û çapkirinê ez bi şopê ketim; lê ez pê hesiyam ku gihiştiye destê derdorên Nûbiharê. Ji bo vê yekê, niva ez bi şopê neketim. Heke wan negirtibûya, minê ew çapbikirina.

Di axaftineke telefonê de li min pirsa encama weşana “Peyvên Biçûk” kir. Min got “Kekê ‘Ebdilqadir, nusxeya tîpguherîn li ber çapê ye; ev pirsgirêka bandrolê çareser bibe, dê hima were çapkirin înşellah.” Got “Hinekî bilezîne.” Jiber ku min tîpguherîna kitêbê, ji bo çapkirinê teslîmî Birayê Remezan kiribû, min hima ji wî re telefon kir û jê rica kir, “Heke derfet heye, karê çapê hinekî bilezîne.”

Di ziyareteke di de ez û Êvdilqadir Altun tev çûbûn cem. Ji me re qala tiştên girîng kirin; li ser dahatûya Kurdan û Misilmanan û di vî warî de gotin û mizgînên Ustêd digel gelek mijarên balkêş û taybet, bi me re parvekirin. Xwedê bike qismet, ez ê dû re wana û hin bîranînên din jî binivîsim. Got -bi kurteyî- “Hêvîdar bin. Ustêd gotibû ku, heke Kurd, li Îslamiyetê bi awayeki zexm xwedî derkevin, dê serkeft bibin, dê welatê xwe pêşda bibin û dê Rûsyayê jî bi destbixin.”

Dema ku bi vexwendina Akademiya Risale-i Nur, hatibû Enqereyê, me li wir cardin îmkana hevdîtinê dît. Bi dawetkirina Smaîl Benek, ez çûm navenda Akademiyê; piştî sohbetê em daketin jêr. Berî semînerê Kekê Badilli, gazî min kir; ez li kêleka xwe dam rûniştandin. Ez pê kêfxweş bûm, ez bawer dikim ew jî bi dîtina min kêfxweş bû. Sohbeteke ji dil û samîmî çêbû. Dû ra derbasî salona semînerê bû. Axaftineke têr û tije kir. Salonên guhdaran yên jinan û mêran tije bûbûn.

Cara pêşî min li Rihayê jê re mijara “Komxebata Nutuqê” vekiribû. Min got her mamostekekî di qada xwe pispor, dê mijarereka Nutuqê şîrove bike. Kekê, pê gelek kêfxeş bû. Min got “Kekê ‘Ebdilqadir, heke derfet hebe tu yê werî vê komxebata Rîsaleyê?” Ji kêfan çavên wî biriqîn. Got “Çawa ez nayêm, ezê ji dil û bi eşq bêm. Him li cem min nusxeyeke Nutuqê ya ku Ustêd bi xwe teshîh kiriye û ji min re şandiye heye, ezê werim wê nusxeyê bi endamên komxebatê û ji raya giştî ya alema zanistê re parve bikim.” Di wexta muayeneya wî ya îdrarê de min cardi jê re mijara “Komxebata Nutuqê” vekir. Kêfxweşbûna xwe nişan da û ji Xwedê serkeftin daxwaz kir.

Cara dawî, çaxa ku Kekê anîne nexweşxaneyê, ez hinekî dereng pê hesiyam; min ji Seîd re telefon vekir, got ez ji bo demeke kin çûme welêt, pismamê Fûad li cem bavê min e. Telefona wî da min. Ez çûm cem Fuad, got:

Kekê Ehmed, a nuha ne li ser heşê xwe ye; li min dinihêre lê min nasnake.” Bi bihîstina vê gotina Fuad, min fehmkiribû ku Kekê îcar dê me biterikîne…

Me gelek tiştên taybet bi hev re parve kiribûn. Soza gelek tiştan me dabû hev; lê ne wî zanibû ku wê wanî zû here, ne jî me zanibû…

Oxira te a xêrê be Kekê ‘Ebdilqadir, riya te vekirî be…

Yazar: Ahmet Demir

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site