20:19 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 61


ÎroÎro : 154

meha rewacdarmeha rewacdar : 2290

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615207

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Ji Edîtor

Hejmara; 17-18

 

Xwendevanên Hêja,

 

Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we.

 

Xwendevanên Delal,

Baş tê zanîn ku berdewamiya kovarên kurdî xasma jî yên fikrî û wêjeyî gelekî zehmet e. Bi dehan kovarên wisa hene ku berî ku hêjmara wan bigihê pencan-şeşan weşana wan betal bûne. Gelek sedebê vê yekê hene. Ez neşim li vê derê têkevim sedemên vê yekê. Bes dixwazim bidim zanîn ku ev kar çiqas pîroz e ewqas jî zehmetiyên wê hene.  Nûpelda kanî û çavkanîbûna xwe ya çand, huner, dîrok û wêjeyê didomîne. Roja ku derket bi çi hest û fikaran kete vê riyê, îro jî bi heman armanc, kelecan, dilîn û ramanê riya xwe didomîne. Helbet gelek nivîskarên me li dû me man, meşa xwe nedomandin. Lê gelek heval û nivîskar jî di rê de gihiştin me û karwan bi vî rengî heta îro hat. Hêviya min ji Xwedayê Muta’alî ew e ku ev riya bimbarek bi van hevalên hêja geş û gur bibe û biherike dahatuya me.

 

Xwendevanên Ezîz,

Gelek bûyerên ku îro li welatê me diqewimin, bi rastî dilê meriv ji her tiştî sar dike, dilînan girye dike û ûjdanan dilgîr dike. Amed dikele û bi tirseke şerrê birakujiyê dinale. Kobanî îro xemgîn e, dişewite, bi taybetî Kobanî bi giştî gelê me û welatê me rojên dijwar dijîn. Bi hêviyeke mezin em dixwazin ev agirê ku tê xwestin li welatê me geş bikin, bitemire û aramî bikeve nava gelê me. Herwiha em hêvî dikin ku milletê me bigihêje mafên xwe yên rewa yên sedsal e jê hatine standin.

 

Xwendevanên Birûmet,

Me li jor got ku cûr bi cûr amadekariyeke me heye ji bo vê hejmarê. Bele, dixwazim çend mînakan bidim.

Aqil Mihacir di sernivîsa xwe ya “Naxwazine” de li ser milletekî bi binyad lê ji reh û koka xwe bidûrxistî disekine. Tehlîlên ku di sala 1995an de di nivîsê de der bûye, îro jî ji bo rewşa me ya kambax rastiyên xwe diparêze. Hal û perîşaniyeta me’newî ya gelê me weke diyardeyeke netemambûyî hê jî li holê ye. Nivîs ji bo xelasiya ji vê rewşa nebixêr alternatîfan bi mînakên dîrokî dide û bi hêviyeke geş diqede.

Nivîsa “Di sedsaliya nivîskariya Xelîl Xeyalî yê Modanî de, behsa zimanê kurdî û rêzimaniyê” de mamoste Ayhan Yildiz, balê dikêşe ser weşangeriya Xelîl Xeyalî û fikr û ramana wî ya edebî, millî.  Rêxistinên ku Xeyalî tevlê bûye û weşanên ku tê de nivîsandiye û tevî xebatên wî yên nivîskî weke panoramayekê radixe ber çavên xwendevanan.

Mamoste Zafer Açar, ku bi xabetên xwe yên rêziman û rastnivîsê tê nasîn vêcarê “Lêkera kirin û di kurmancî de formên wê yên cuda” ji xwe re kiriye mijar û xebateke akademîk li ser vê lêkerê meşandiye.

Nivîsa Umer Umîd ku vê carê “Jîr” e, bi rastî her bendeke wê gotarek bi sere xwe ye, şekl û şemala kesayet û tîpolojiyeke rasteqîn nîşanî me dide. Umîd dibêje “Jîr, hişên xwe di riya fehmkirina rastiyan û di ya pêkanîna pêdiviyên wan de bi kar tînin. Her dem rastî bala wan dikişîne û bedenên wan hew li dû pêdiviyên rastiyan dimeşin.”

Ayhan Meretowar di “Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk” de, gelek nediyariyên edebiyata kurdî ya klasik diyar dike û hewzeke akademîk ji vê qadê re çêdike. Ji destpêka vê edebiyatê heta dawîya wê, sînorekî ji vê edebiyatê re tevî birhanên xwe ava dike. 

Ali Karadeniz li ser têgeha “Kes” ê radiweste. Gotina nîşandanê “Kes” di vir de dibe mijara gotara Karadenîz. ‘Kes ku nav be’, ‘kes ku sifet be’, mijarên sereke yên vê nivîsê ne. “Nekes” û “bêkes” jî dîsa ciyê xwe di vê nivîsê de girtine.

E. Semed, bandora baweriyê ya li ser zimên sekiniye û di nava dem û dewranan de guherînên nûjen ku ketine zimanê me rexne dike. Bi vî awayî balê dikêşe ser kevneşopiyê û riya bav û kalan dimeşîne.

Cemal Şinğar, “Çend Çîrokên Behlûl ji Herêma Botan” berhev kiriye û ji xwendevanan re pêşkêş dike.

“Te’rîxa Caf” ya Kerîm Begê Fettah Begê Caf ku berhemeke li ser Eşîreta Caf hatiye nivîsandin û li başûr weşiyaye bûye mijara nivîsa mamoste A. Cebbar Kavak.

Seyfeddin Aykaç rêzenivîsên jînenîgariyên sehabiyan didomînê û vê carê jî li ser Se’d b. Ebîweqqas hûr bûye.

Rojbîn Ozkan di nivîsa xwe de bal kişandiye ser “kesayetiya jina kurd a serbixwe” û bi çavekî jinane jina kurdan a di nava keftûleftên îro de dinirxîne.

Berxwedar Pîranij, “di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî” dinirxîne û encamên ku gihaştiyê rave dike û bi me re parve dike.

Helbet ji bilî van xebatên ku min bi kurtasî behsa wan kirin, gelek helbest, çîrok, û nivîsên folklorik jî di vê hejmarê de ketine nava rûpelên kovarê.

Em hêvî dikin ku hejmareke bi dilê we be. Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de.


 

Login site