16:59 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 2


ÎroÎro : 204

meha rewacdarmeha rewacdar : 6538

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638584

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Ji Edîtor

Hejmara nû: 19

Xwendevanên Hêja!

 

Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha me bi vî awayî tu dosye amade nekiribûn. Helbet dixwazim hinekî behsa vê dosyaya taybet bikim.

Dosyaya taybet li ser wefata birêz kek ‘Ebdilqadir Badillî ye. Badillî di 26ê Berfanbara 2014an de, yanê nêzî mehek berê wefat kir. Li ser wefata wî me xwest ku -qe nebe piştî wefata wî- bi dosyake taybet wî bi bîr bînin. Bi xwendevanan re bidin nasîn. Li ser xebat û weşan û jiyana wî ya çalak, bi bereket û watedar xwendevan û raya giştî agahdar bikin. Bi vê mebestê bi alîkarî û rêveberiya kek Ehmed Demîr dosyeyek hate amade kirin. Gelek heval, bi nivîs û lêkolînên li ser Badillî beşdarî vê dosyayê bûn. Em baş dizanin ku Badillî, bi dosyakê tenê pêkan nîn e ku bê naskirin an xebatên wî bên şîrove kirin. Helbet pêdivî bi gelek xebatan hene. Înşaallah di pêşerojê de em ê hewl bidin da ku li ser vî lawê kurd û telebeyê Bediuzzeman xebatên berfirehtir biweşînin.

Hêvî dikim ev dosya dê bibe wesîle ji bo xebatên bingehîn ên li ser Badillî Abê. Îja çi heye di vê dosyayê de? Dixwazim hinekî jî li ser naveroka nivîsên dosyayê rawestim.

Ah­met Demir çend hevdîtin û axaftinên bi Kekê ‘Ebdulqadir Badillî re weke bîranîn kiriye mijara nivîsa xwe. Nivîs di binê bandora wefata Kekê Badillî de, bi hestiyarî hatiye honandin.

Ehmed Zirkî, Li Ser çûyîna/wefata ‘Ebdilqadir Abê, hest û dilînên xwe bi zimanekî nerm û çavbihêstir derbiriye.

Remezan Binetarî bi gelemperî li ser berhemên Badillî sekiniye. Em ji vê nivîsê fêm dikin ku Badillî hezaran rûpel/pirtûkxaneyeke têr û tije li dû xwe hiştiye û hemû bi xebata xwe ya salane amade kiriye û çap kiriye. Herwiha behsa hin berhemên wî yên nivcomayî û neçapbûyî jî dike.

E.Semed di nivîsa xwe ya bi navê Jiyana Kekê ‘Ebdilqadir Badillî ya bi Bedîuzzeman re de, ji devê Kek ‘Ebdilqadir nasîna xwe ya bi Bedîuzzeman re û serlêdanên wî û bîranînên di vê çarçoveyê de li ber çavan radixe.

Helbesteke ‘Ebdilqadir Badillî ku li ser rewşa neyînî ya gelê Kurd nivîsandiye, bawer im ku cara ‘ewil di vir de tê weşandin ku kêm kesî dizanibûn ku Kekê ‘Ebdilqadir bi Kurdî helbest nivîsiye. Herwiha naveroka helbestê jî têra xwe balkêş e.

                Pêşî em sebr û aramiyê ji heskiriyên wî û malbata wî re dixwazin. Herwiha spasiyên xwe ji hevalên ku keda wan di vê dosyayê de heye re pêşkêş dikin.

 

Xwendevanên Birûmet!

 

Helbet ji bilî vê dosyayê gelek nivîs û xebatên din jî di kovarê de derçûne. Bawer im ne hewceye ku yek bi yek qala nivîsên ketine nava rûpelên vê hejmarê bikim.

                Hêvî dikim bi dosyaya xwe ya taybet, bi helbest, çîrok, û lêkolînên vê hêjmarê, kovareke li gorî dilê we hatibe amadekirin. Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de. Her şad û bextewar bin.

M. Zahir Ertekin

 

SERSAXÎ

Xebatkarê hêja, telebeyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, Kekê ‘Ebdulqadir Badillî roja 26/12/2014 li Ankarayê çû ber dilovaniya Xwedê. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike, kovara Nûpeldayê, sersaxiyê ji malbata wî re dixwaze. Xwedê sebr û tehemulê bide, malbata wî, telebeyên wî û hezkiriyên wî.

Kovara Nûpeldayê

 

Login site