17:53 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 243

meha rewacdarmeha rewacdar : 6577

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638623

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Ji Edîtor

Hejmara 22

Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan

 

Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew.

Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku kirasê xwe li zahiriya me kiriye re, ji armanca sereke ya hebûna me re bê hed û bê jimar hemd û spasî bin.  Ji ber xatirê ku me kiriye peyrewê serekdarê teqiyyan, ji ber ku sihet û xweşî bi hebûna ba û barana xwe ve bi me de kiriye; ji xwedanê ba û barana ku li heft îqlîm, sed hezar hebûnan re başî anîye, ji Wî re hemd û sena û şukranî. Ku ew afrandêrê zimanê me ye. Ji bo fesahet û beyanê ev ziman daye me; herçend gelekên ji me ev rasteqîna heqeleyqîn îdraq nekiribin jî… selat û selam li nebiyê Wî yê muhterem û dost û hevalên Wî bin.

Bi hêviya wesîleya xêr û berê, vaye hêjmara Nûpeldayê ya 22an li ber destê we ye. Di vê riyê de me 7 sal li dû xwe hiştin. Spas bo Xwedayê mihrîban ku heta niha bê derd û keder em di vê riyê de meşandin û xizmet bi me da kirinê. Hêviya me û daxwaza me ji Wî ev e ku vê keda han, bide domandin; çi bi destê me çi bi destê hevalên me û dostên hêja.

 

Rêwitiyê Bike

 

Kêsên xwedan'ql rehet nakin ku li ciyekî venişin û li wê derê pal bidin û pan bibin. Lewra divê car caran meriv derkeve seyran û seyahetê. Lê ne ji bo kêf û zewq û lezzetê. Belkî ji bo ‘eql û feraset û hikmetê. Lewre rêwîtiyên wiha, encamên esrarengîz dihewînin di xwe de. Hin tiştên nû û rind li ber meriv vedibin. Hin fikr û ramanên nuwaze dikevine hişê meriv û meriv ji nû ve serwextê jiyanê dibe. Ji bo careke din û careke din hewlên nû/lewhên nuh li ber meriv deriyên xwe vedikin.

 

Xwe Biwestîne

 

Ji vê re “jiyan fe’aliyet” e gotiye ustad. Ciyê ku ango kesê/kesa ku bê hereket, bê tevger û bê fe’aliyet be jiyan li wê derê, di wê/wî canî/canê de tevnagere. Bes heyat di tevdîr û tevgerê de ye. Loma bibetile. Biweste. Mandîtî nebe, îstirehet jî, veniştin jî, veketin jî bê wate û bê çêj e. Lewra tama jiyanê di betlandinan de xwe dide der. Piştî gelek nuqutên xwêdanan av û çay û dew, tamên xwe yên nuwaze bi me re parve dikin. Tu rêwî yî. Netebite û venekeve. Çawa ku tu dibînî ava neherikî maye, bêhnketî ye. Ger biherike bihar e. Ger biherike xweşikahiya xwe nîşanî gerdûnê dide. Şênber dibe kaînat. Neş’e dibe dar û nebat. Bi ber dibe zêrzewat… Satila ku ji bêrîvana xwe re xizmetê bike zengar nagire. Tirêmbêla ku bixebite ji xwediyê xwe re naweste û hindiktir xera dibe. Îmamê Şafiî jî dibêje ku şêr jî ji şkefta xwe dernekeve ne tu şêr e, ne şer e jî… îcar tu dizanî. Tu şêr î an şer î? Rê li ber te ye. Ta ku tîr ji kevanê derneçe armanca xwe bi dest naxe. Yan tê mala xwe û nivînên xwe ji xwe re bikî gor. An jî tu yê gorê ji xwe re bihêlî ciyê îstrehet û xew û veketinê. Rê duçetel e. Tercîh ya cenabê te ye. Fermo!  

 

Haydar be/baldar be

 

Li derdora te çi diqewime bi çavekî rasteqîn û rastbîn bibîne û li gorî vê rasteqînê şîroveyên xwe bike. Ne li gorî şîroveyên devê xelkê… Lewra hin şîrove hene ku, ji tişta/bûyera ku şîroveyê jê re dike re xirabtir e. Xirabhal û bedhalên dilnexwaz ji xwe re rêber qebûl neke. Ew kesên ku pratîk û teoriyan li hev tînin bişopîne. Çavên wan jî ne cêpka tu kesî ye ha…!

Xweda haydar e û hey e, her tiştî dibîne û her tiştî dizane. ‘Alimê sirra negotî der sudûr e. Ango zanayê sirrên veşartî di sîngan/ de ye…

 

Fe eyne tezhebûn/ango bi ku de mirovahî!

 

Pel bi pel rengezer dibe mirovahî îro. Mirin, talan, xirakirin, fetisîn, penaberî sereke xalên girîng ên rojeva vê parzemînê ne îro. Îro li hewşên me ne ciyê leyistika sobê/çavneqanê maye û ne jî şikêreke hewşên me mane. Li aliyekî millet ji tirsa canên xwe diricifin û li aliyekî din kêf û dîlan e. Li aliyekî qeyrana darayî, tirsa mirina ji nazayî, bê serûbertî û penabertî û li hêla din jî em dibînin herkes ketiye nava hesab û kitabên xwe yên dahatû û dinyayî… dê çi bikire, li çi xerç bike, li ku havîngehan kirê bike û zarokên xwe di kîjan zankoyên taybet de bide xwendin û wd…. mirovahî bûye dualî û li herdu aliyên mirovahiyê jî xwîn weke baranê ye. Herçend yek jê ne maddî be jî… Wax û hey wax…

Xwendevanên Ezîz!

Di vê hêjmarê de jî guldesteyeke ji bexçê kurdî li ber destê we ye. De kerem kin ji fêkiyên bihara gulistanê tam bikin.

Heta hêjmareke din bimînîn di nava aramiyê de…

 

 

M. Zahir Ertekin

 

Login site