15:19 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 252

meha rewacdarmeha rewacdar : 11397

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653260

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Ji Edîtor

HEJMARA 20.

Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne

“Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik dimîne…” A. Mihacir, Dem û Zemîn, r.23.

Gerdûn di gera xwe ya biprogram de bêyî ku biweste, raweste û navberekê bide şuxla xwe, kar û barê xwe bi rê ve dibe. Cîhan, rojane, saetane û salîsane di xebata xwe de ye û şaşîtî jê peyda nabe. Jiyan bê navber diherike di riya xwe de. Jiyana ajalan jî mîna ya giya, dar û Beran, bi heman berpirsiyariyê dilebite û bêguman erkên xwe yên ji wan tête payîn, bi cih tînin.

Însan jî bivê nevê bi vê tevgera gerdûnî û heyatî ve têkildar e û ew jî li gorî demjimêra xwe ya resen di vê riya ku jê re hatiye vekirin de dimeşe û dijî. Helbet di vê teqereqê de herkes bi tevgerên xwe ve ‘eleqedar e û li gorî bernameya xwe prosesa jiyana xwe dimeşîne. Helbet di binê vê berpirsiyariyê de însan mîna hev vê ezmûnê derbas nakin. Hin kes serkeftî bin jî, lê gelek kes binketî ne di vê merhaleya îmtîhanî de.  Jixwe perpirsiyarî û muxatabiyeta ezmûnbûyîna însan jî li ser vî hîmî hatiye avêtin. Yanî dê hinek bi ser kevin û hinek jî wê li rastan perîşan bibin, ji ber ku berpirsiyariyên xwe pêk neanîne.

El-heq gelek berpirsiyariyên me yên kesane, jiyanane, gelane û gerdûnane û dîrokî hene. Ji bo heyateke rasteqîn û musetqîm a herdu cîhanan berpirsiyariyên me hene. Ji bo çand, ziman û dîroka gel berpirsiyariyên me hene. Di vî warî de rind hatiye fêmkirin ku qedera gelan zexim bi takekesên gelan ve girêdayî ye. Hêvî ji kes û gelên din kirin, hêviyeke bêmifa û bêbingeh e. Demê bi rind daye famkirin ku meriv bi benê xelkê naçe avê û heta kar û barên xwe bi xwe nekî, tu xwe nagihînî kaniya bextewerî û serfiraziyê. Madem rewş wisa ye, divê em jî di vê pêvajoyê de li gorî vê rasteqînê tevbigerin. Da ku riya felatê bibe para gelê me jî. Weke ku di hedîsekê de hatiye vegotin, “Em hemû şivan in û divê em vê şivantiyê bi rêk û pêk bi rê ve bibin”. Weke vê gotina girîng a pêşiyên kurdan “Vî zemanî herkes mîmarê dîwarê xwe ye”.

 Belê ne tenê ji bo vî zemanî, helbet ji bo hemû dem û dewranan herkes divê mîmariyê ji dîwarê xwe re bike. Divê ji dîwarên xwe re kevir, av û xerca herî bikalîtê bikar bîne û bi vî awayî divê berpirsiyariya xwe ya dahatû bi cih bîne. Weke mamoste Mihacir ku dibêje “Di vê qulwara demê de gerek her kes, li gorî berpirsiyariya xwe tevbigere û di vê tevger û helwesta xwe de xebatkar û sebatkar be. Lê li aliyekî din, divê biqasî xebatkariya xwe, belkî hîn zêdetir, bergiriyê bike û tedbîrgir be. Lewra avêtina gaveke ne li rê, hemû avahiyan xira dike, hemû şitilên ku hatine çandin, dişkîne, û hemû kulîlkên rûken, diçilmisîne. Ev rasteqîneke eşkere ye û pir jî girîng e.

Madem rewş wiha berbiçav e, ji gotinên pêşiyan, ji te re mîqyaseke zêrîn:

“Hûr bajo kûr bajo, lê ga meşîne.”

Xwendevanên Hêja!

Bi van hest û dilînan Nûpelda bi hejmara xwe ya bîstemîn li ber destê we ye. Di vê riyê de çi bikeve stuyê wê dixwaze bi rêk û pêk bi cih bîne. Heta ku jê tê dixwaze deng û rengê xwe bigihîne derdora kurdewariyê û gelê xwe. Hêvîdar im ku weke her carê vê carê jî li gorî dilê we hatibe amade kirin. Heta ji we tê hûn jî bi danasîna wê, belavkirina wê alîkariyê bidinê. Jê wêdetir, bi nivîs û xebatên xwe piştgiriyê bidinê. Bi vî awayî dê karibe meşa xwe xurttir û hêjmarên xwe zaftir bike.

Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşîyê, bimînin di nava aramî û aşîtiyê de.

 

 

Login site