22:53 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 493

meha rewacdarmeha rewacdar : 4809

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600856

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Ji Edîtor

Xwendevanên Hêja!

Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe.

Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên

dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di

nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih,

geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês

dibin. Lewra tu însan – ku mirovahiya xwe wenda nekiribe-

nikare xwe ji bin bandora van bûyeran derxe û

nabe ku di bin tesîra van bûyeran de nemîne û li kêfa

xwe binêre. Helbet giraniya êsan di ciyê xwe de ye û

agir pêsîn ciyê ku dikevê dide ber xwe û disewitîne. Em

jî weke însan ditengijin û lava dikin ku di demeke nêz

de ev ‘ewrên res li ser waletên me rabin û asîtî û aramî

bikeve cîhana me.

***

Kovargeriya Nûpelda bi hêjmara çardem didome.

Derketina vê hêjmarê hinekî bi derengî ket. Lewra

peydakirin û nivîsandina nivîsên serbixwe, orjînal û bi

kalîte ji bo Kurdî ne hêsan e. Weke lijneya wesanê em

dikarin bi dilekî pak bêjin ku derdê me ne tenê derxistina kovarekê ye. Herwiha em li pey derxistina kovareke

bi kalîte ne jî. Em bi vê yekê bêtir serê xwe diêsînin.

Armanc tenê derxistin û lipeyhevrêzkirina kovarekê

bûya, helbet ev tistekî gelekî hêsan bû. Lêbelê ev kar

bê me’rîfet û hikmet e. Armanc çiqas bilind bin xebat

ewqas biqîmet dibin. Sedema wesandina me dê ne ji

bo xatir û dilmayînan be. Nivîsek ku lijneya wesanê bi

tevahî û bi lihevkirin bipejirîne, dê bi rihetî bê wesandin.

***

Ji ber vê me hewce heye ku em hin rêbazên

wesanên di vê hêjmarê de serhev bikin da ku dilê

tu hevalî/nivîskarî ji me nemîne. Weke prensîb em ji

nivîskar û nivîsan re hin pîvan û standartan dixwazin;

* Divê nivîsên ku ji kovarê re bên sandin heta

niha li tu derê nehatibin wesandin. Dema ku em di

hin malper, rojname an kovaran de nivîsên ku ji me re

hatine sandin dibînin, êdî em wê nivîsê/wan nivîsan

nawesînin.

* Nivîs divê di qada xwe de orijînal be. Riyekê

li ber xwendevan veke, an di qada xwe de bi xwe

riyekê veke. Çi edebiyat be, çi fizîk, çi ‘erdnîgarî be, çi

astoronomî be, çi dîrok be û wd. divê tistekî nû derxîne

ber xwendevanan da ku xwendevan ji nivîsê agahiyên

nû û sûdeke bas bigirin.

* Divê nivîskar ji aliyê rêziman û rastnivîsê ve

nivîsa xwe bas kontrol bike û pasê bisîne. Di nivîsên

nivîskarên kurd de -xweser jî yên nû- ev pirsgirêk mezin

e. Lewma jî edîtoriya kovarê di vî warî de gelekî dibetile

û ev betlandina wan ji nivîskaran re jî fêde nade. Loma

divê dema ku nivîskar li gorî xwe nivîsa xwe qedand û

sererast kir, derfet hebe divê bi pisporekî zimên bide

xwendin.

* Nivîsên ku têne sandin divê dûrî siyaseta rojane bin. Lewra di karê me yê kovargeriyê de palpistî û

alîkariya partiyan tune.

* Divê nivîsên ku tên sandin bi xawên bin. Yanê

ji ‘urf û ‘edetên Kurdan dûr nebin. Nivîsên dûrî exlaq û

ne gorî kevnesopiyên civakê bin nayên wesandin.

* Gelek çîrok û helbest tên sandin. Ji ber

ku hêjmara rûpelên kovarê bi sînor e, em hinekan

dineqînin û diwesînin. Yên mayî dikevine rêzê. Ji ber

vê yekê dema ku nivîsek nehat wesandin bila nivîskarê

me zû bi zû xwe nexeyidîne. Dibe ku di hêjmarên din

de bê wesandin.

* Nivîsên lêkolîneriyê divê bi qaîdeyên

lêkolîneriyê bên nivîsandin. Ev qaîde jî tê zanîn. Di

vir de tista herî girîng danasîna berhemên çavkanî û

amadekirina bibliyografyayê ye. Divê em xwe hînî vê

rêbazê bikin. Yan na dê nivîsên me kêm û bê delîl bin.

* Herî dawî ez dikarim bêjim ku nivîsên zêdetir

hewcedarî pê hene, nivîsên lêkolîneriyê ne. Li ser

dîrok, çand, wêje, huner, biyolojî, psikolojî û wd.

***

Xwendevanên xwosewîst!

Hêjmara Çardeyan, bi zelal û delaliya xwe ve li ber

destê we ye. Em hêvî dikin ku li gorî dilê we be. Heta

hêjmareke din bimînin di xêr û xwesiyê de…

M. Zahir ERTEKIN

 

 

Login site