23:12 EEST Înî, 30/09/2016

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 1


ÎroÎro : 351

meha rewacdarmeha rewacdar : 15001

Hemî MêvanHemî Mêvan : 371568

Arşiv

Sayı15

Mela Hemîd (Dergevanê Bedîuzzeman)

Mela Hemîd (Dergevanê Bedîuzzeman)

Mela Hemîd dergevanê Bedîuzzeman û şahidê herî nêzîk ê jiyana wî ya Wanê ye. Ji bo ku Mela Hemîd di wextekî girîng de bi Bedîuzzeman re maye û şahidiya serpêhatiyên muhîm kiriye jiyan û bîranînê wî gelekî girîng in. Bedîuzzeman gelekî qedr û qîmet dida Mela Hemîd û Mela Hemîd di jiyana Bedîuzzeman ya Wanê de cihekî gelekî girîng digire. Mela Hemîd bi Bedîuzzeman re gelek serpêhatî derbas kirine, wek meseleya serhildana Şêx Seîd û hevdîtina Bedîuzzeman û Kor Husên Paşa û hwd.

Çar Çîrokên Cuda yên

Çar Çîrokên Cuda yên

Edebiyata kurdî ya klasîk di serdema Îslamî de, di bin bandora zimanên ‘erebî û farisî de li gor hinek rêzikan derketiye holê. Ji ber ku, piştî qebûlkirina Îslamê ev edebiyat pêşde çûye û geş bûye, xîmên xwe jî li ser vê ‘erdê daniye û xwe ava kiriye. Lê piştî ku di tarîxa Îslamê de terîqet ava bûn, vê carê tesewif jî bandoreke mezin li edebiyata klasîk kir. Tesewif, bi taybetî jî di edebiyata kurdî ya klasîk de, bi tena serê xwe belkî bi qasî hemû çavkaniyên dînî cihê xwe girt û ji wan re bû çavkaniyeke girîng.

Bifetihîne

Bifetihîne

Zeviyek tijî kevir. Cot lê nabe, tu ber jê nayên. Tu pesnê xwe pê didî. Kalikê kalikê te jî pesnê xwe pê dabû. Rake wan keviran. Biajo, ‘imaret bike. Bila zanibin ku xwediyê wê heye, bila beyar nemîne. Wî ‘erdî bifetihîne, kîjan ava helal xitîmîbe pêşiya wê veke. Bila av di cîhoka xwe de rehet biherike, ma ava genî ji çi re ye? Bike ku jîn bêyê, bike ku şîn bibe ew sebir.

Kêmçîrokeke Enfûsî

Kêmçîrokeke Enfûsî

Îro jî dereng şiyar bibû. Bi hêrs û bêmadeyî ji nav ciyê xwe bi pilozî pekiya. Li sa’etê nihêrî, bi çavên xwe yên nîvekirî, rast bû wext û roj gelekî bilind bibûn. Axîna ku dikişand ji kûrahiya dilê wî yê nedametawer hildipekiya. Lewra di xew de gelek wext fewt kiribû. Bêhna wî gelekî teng bibû. Ji razanê xew di wî de dibilbiqî, ew jî bi xwe û bi xewê diteqiya. Ji ber ku gelekî ji xwe ‘aciz bibû, kenê ji ser ruyê wî bar kiribû. Tengezariyeke nediyar di ruyê wî de dabû der. Dîsa xulxulînan di hundirê wî de dest bi coş û xurûşan kiribû.

Sê Ayet; Sê Nukte

Sê Ayet; Sê Nukte

Ya Yekem: وَ اَوْحَى رَبُّكَ اِلَى النَّحْلِ اَنِ اتَّخِذِى مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا Belê, mozhungiv ji aliyê fitretê ve û ji hêla wezîfeyê ve, wisa mucîzeyeke qudretê ye ku sûreyê Nehlê yê gewre bi navê wê hatiye binavkirin.

DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE EYYÛBIYÊN XELATÊ(1244-1259)

DI HEYAMA KEYBANÛ TAMTAYDE EYYÛBIYÊN XELATÊ(1244-1259)

Pêwendiya Eyûbiyan bi Xelatê re, di heyama Selaheddîn Yûsufê I. de destpêkir. Her çiqas, di wê demê de du sefer -yek rasterast bi destê siltên ve, yek jî bi destê biraziyê siltên, Teqiyuddîn Umer ve- ber bi Xelatê ve hatine li dar xistin jî, ev welat bi tevahî nehatiye bidestxistin.

Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Bi Kekê ‘Ebdilqadir Badilli re Çend Hevdîtin û Axaftin

Kekê ‘Ebdilqadir Badilli, binaskirina Ustêd ve kesekî gelek bişans bû. Di xortaniya xwe de xwe gîhandê û jê daxwaza xizmêtkirinê kir. Bedîuzemên jî, ji aliye xizmetkirinê ve her derî jê re vekirin. Li ser vê, Kekê Badilli jî comerdiyeke mîna ‘Ebdurrehmanê Lawê Ewf, hemû mal û milkên xwe, hemû roj û salên xwe, di riya xizmetkirinê de serf kir û bi vî awayî bi ber û bereket kir. Di taliye de li ser wê riyê, rihê xwe radestî xwediyê rasteqîn kir; welatê ezmûnê terikand û çû welatê xilat û mukafatê. Xwedê jiyan û çûyîneke wisa bike nasibe me hemûyan.

Werdeka Biçûk î Nexweşik

Werdeka Biçûk î Nexweşik

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran... Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji hêkan derdikevin. Ew ji hev delaltir û şîrîntir in. Lê mak werdekê bi carekê şaş û metel dimîne û pir xemgîn dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din mezintir e û rengê wê jî ne zer, lê gewr e.

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site